Şehîd Osman Dadelî li ser gora xwe hate bibîranîn

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê şehîd Osman Dadelî li ser gora wî bi bîr anî.

Şehîd Osman Dadelî li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Osman Dadelî li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Osman Dadelî li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Osman Dadelî li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Osman Dadelî li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Osman Dadelî li ser gora xwe hate bibîranîn
18 sibat, 2022   13:40
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê li pêşiya mala şehîd Osman Silêman ku bi navê Osman Dadelî tê naskirin, kom bûn da ku ber bi gundê Dadelê ve biçin.

Welatiyan wêneyên şehîd û alên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) rakirin û ber bi gora wî ve meşiyan.

Li ser gorê hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a PYD`ê şaxê Herêma Firatê Bekir Hec Îsa axivî û got: "Şehîd Osman Silêman li dijî zilm û zordariya hikumeta Şamê tê koşiya û rolekê mezin lîst. Em îro li vir kom bûne da ku bibêjin gelê şehîd Osman ji bo wan tê koşiya, îro Rêveberiya Xweser ava kiriye û xwendekarên Osman Dadelî saziyên wê bi rê ve dibin."

Paşê kurê şehîd Osman Dadelî Ehmed Silêman axivî û got: "Xebata rast û serkeftina şoreşê, wefadariya ji bavê xwe û hemû şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê re ye."

Hemê Kobanê jî helbestek li ser têkoşîn û dilsaziya şehîd Osman Dadelî xwend.

Şehîd Osman Dadelî, 18`ê Sibata 2008`an di 60 saliya xwe de, ji ber îşkenceyê di girtîgeha hikumeta Şamê de gihaştibû şehadetê.

(eh)

ANHA