​​​​​​​Ji Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan: Rêveberiya Xweser garantiya gelê azadîxwaz e

Axêveran di Konferansa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser garantiya yekane ya gelê azadîxwaz e û got “Piştgiriya gel a ji QSD`ê re, planên komplogeran têk dibe, mînaka vê yekê jî êrişên li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê ye.”

​​​​​​​Ji Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan: Rêveberiya Xweser garantiya gelê azadîxwaz e
18 sibat, 2022   13:11
QAMIŞLO

Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ya 5`emîn bi dirûşma “Bi şerê gel ê şoreşger em ê dewleta Tirk a dagirker û faşîst têk bibin” pêk tê. Destpêkê endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û bixêrhatina beşdaran kir, dûvre sînevîzyonek li ser perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî berpirsyariyên malbatên şehîdan, hate weşandin.

Dûre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Talet Yunis axivî û konferans pîroz kir û got: "Bila îsal, sala rizgarkirina rêber Ocalan û tevahiya herêman be ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine.”

Yunis têkildarî erkên dikevin ser milê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha axivî: "Ji erka gelê herêmê ye ku yekitiya xwe ava bike, her wiha li dijî hemû komployên li ser herêmên Rêveberiya Xweser, têkoşîna xwe xurttir bike. Di heman demê de destekê bidin QSD`ê ji ber ku hêza sereke ya têkbirina hemû planên dewletên komploger ên li dijî herêmê ye. Mînaka wê jî êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê ye."

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî jî axivî û got: "Yekitiya pêkhateyan ku bi saya fedakariya şehîdan hate avakirin, hemû planên li dijî biratiya gelan û jiyana hevbeş a rêber Ocalan banga wê kiriye, têk birin."

Welîde Botî got bi serkêşiya jinên azad, ciwanên şoreşger û malbatên şehîdan dê Rêveberiya Xweser bibe garantiya gelê azadîxwaz û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Di heman demê de berdêlên pêkhateyên herêmê dan, sedemeke serkeftina Rêveberiya Xweser e ku li Rojhilata Navîn yekane model e."

Ji Fermandariya QSD`ê Heyfa Mihemed jî lidarxistina konferansê li malbatên şehîdan pîroz kir û li dijî planên faşîzma Tirk soza berxwedanê da. Heyfa Mihemed got: "Parastina gel ji girîngtirîn erkên me ye."

Paşê endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdulxenî Oso axivî û îşaret bi Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir got: "Di şexsê rêber Ocalan de xwestin gelê azadîxwaz qir bikin. Di pêngava Gurzê Gelan de, piştgiriya gel û pêkhateyên herêmê ji QSD`ê re, mînaka girêdana gelê herêmê bi hêzên xwe yên leşkerî ye."

(eh)

ANHA