Sedir: Em ê welat radestî gendelkaran nekin

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir diyar kir ku piraniya xelkê piştgiriya hikûmetek piranî dikin û got: “Dest ji gefan berdin. Em ê welat radestî gendelkaran nekin. ”

Sedir: Em ê welat radestî gendelkaran nekin
18 sibat, 2022   14:18
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di peyama li ser hesabê xwe yê twitterê de diyar kir ku carek din gef li hevpeyman û hevparên wan ên li hikûmeta piranî ya niştimanî (ne rojhilat û ne rojava) tê kirin.

Sedir diyar kir ku piraniya xelkê piştgiriya hikûmetek piranî dikinû got: “Lewma em ê dest jê bernedin. Em ê rê nedin teror û gendelkar lîstikê bi me bikin. Dest ji gefan berdin. Em ê welat radestî gendelkaran nekîn.”