Gelê Siweydayê dîsa dest bi xwepêşandanan kir

​​​​​​​Piştî çend rojan şêniyên Siweydayê dîsa dest bi xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê kir.

Gelê Siweydayê dîsa dest bi xwepêşandanan kir
18 sibat, 2022   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şêniyên Cebel El-Ereb a Siweydayê îro dîsa dest bi xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê kirin, piştî çend rojan ji rawestandina xwepêşandanan ku muhletek ji rayedarên hikumetê re ji bo pêkanîna daxwazên gel hatibû dayîn.

Bi sedan şêniyên herêmê berê xwe dan gora Sultan Paşa El-Etraş a li bajarokê El-Qura û ji nû ve xwepêşandan dest pê kir.

Xwepêşandêran roja yekşemê xwepêşandan rawestandibûn û muhlet dabûn hikumeta Şamê ji bo pêkanîna daxwazên gel ku Sûriye bibe dewleteke qanûnî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên hikumeta Şamê di çend rojên derbasbûyî de hêzên leşkerî anîn herêmên başûr û rojavayê bajarê Siweydayê.

(dx)