​​​​​​​Aldar Xelîl: Birêxistinkirina gel bingeha parastina destkeftiyên şoreşê ye

Aldar Xelîl destnîşan kir ku birêxistinkirina gel li ser bingeha şerê gel ê şoreşger, bingeha parastina destkeftiyên şoreşê ye û li hember êrişên derve û hundir çareseriya herî guncaw e.

​​​​​​​Aldar Xelîl: Birêxistinkirina gel bingeha parastina destkeftiyên şoreşê ye
18 sibat, 2022   11:16
QAMIŞLO

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl di Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a 5`emîn de axivî. Xelîl got: “Dewletên komploger bi fikrên xwe yên kapîtalîst, fikrên demokratîk û azad ên rêber Abdullah Ocalan red dikin. Bi rêya dîlgirtina wî, xwestin gel û fikrên demokratîk tune bikin.”

Her wiha diyar kir ku birêxistinkirina malbatên şehîdan di bin sîwana Meclisa Malbatên Şehîdan de delîla serkeftina fikra demokratîk a rêber Abdullah Ocalan û têkçûna Komploya Navneteweyî ye.

Aldar Xelîl wiha domand: “Birêxistinkirina Meclisa Malbatên Şehîdan û gel di nava saziyan de, delîla serketina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji bo pêkanîna jiyaneke azad û demokratîk ji gelên serhildêr re, divê têkoşîn were mezinkirin.”

Xelîl îşaret bi fedakarî û rola şehîdan di pêşxistina şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û got şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêviyên gelê Sûriyê pêk tîne û got: “Divê rola sazî, meclis û komînan were xurtkirin, ji bo ku destkeftiyên şoreşê werin parastin.”

Aldar Xelîl di dawiyê de pêwîstiya pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê ji bo avakirina civakeke azad destnîşan kir ku aboriya komunal û hilberîna xwecih ji xwe re dike bingeh.

(şx)

ANHA