​​​​​​​Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir

Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ya 5`emîn bi dirûşma “Bi şerê gel ê şoreşger em ê dewleta Tirk a dagirker û faşîst têk bibin” dest pê kir.

​​​​​​​Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir
18 sibat, 2022   09:13
QAMIŞLO

Konferans beriya çend kêliyan li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan bi tevlêbûna 337 delegeyan dest pê kir.

Endamên meclis û saziyên sivîl û leşkerî tev li konferansê bûne.

Li gorî bernameya konferansê, dê bi navê Konfederasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongra Star, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) axaftin werin kirin û dê sînevîzyonek têkildarî perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî malbatên şehîdan were pêşandan.

Tê payîn ku rapora kar û xebatên meclisê ên 2 salan were xwendin û nîqaşkirin û piştre konferans bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA