Li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Di operasyoneke QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, li Dêrazorê 2 çete hatin girtin. QSD’ê diyar kir ku çeteyekî girtî zarok e û ji bo êrişên xwekuj hatiye perwerdekirin.

Li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
18 sibat, 2022   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku li bajarokê Dîbanê yê Dêrazorê di encama operasyoneke hêzên wan de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Navendê ragihand ku çeteyekî girtî zarokekî 14 salî ye û ji bo ku êrişên xwekuj pêk bîne, hatiye perwerdekirin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî dan:

“Têkoşîna me ya li dijî terorê bi biryardariyeke xurt berdewam dike. Terorîzma birêxistinî DAIŞ’ê ku dixwaze careke din li herêmê xwe bi rêxistin û serwer bike, serî li rêbazên cur bi cur da. Çeteyên DAIŞ’ê bi êrişên xwekuj, bi qirkirina sivîlan hewl dide metirsîyê li herêmê çêke û welatiyan ji xwe re wek mertal bi kar tîne. Ew rêbaz ji hêla hêzên me ve hatin têkbirin.

Di roja 15’ê Sibatê de hêzên me li bajarokê Dîbanê yê Dêrazorê operasyonek li dar xist û 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin. Hedef û armanca van her du çeteyan herêma Rêveberiya Xweser a li rojhilatê Dêrazorê bû.

Tariq Reşîd Seîd El-Hemo bi nasnav Usama Qerdaş ku welatiyê Iraqê ye, di çend şerên li gel rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de beşdar bûye û destên wî di xwîna gelek mirovên bêguneh de heye. Tevî çeteyê 14 salî ê bi navê Ferhad Ebdulrehman El-Tirkistanî ji bo êrişa herêma rojhilatê Dêrazorê ji çolistana Palmîra derbasî Dêrazorê dibin.

Çeteyê 14 salî ê bi navê Ferhad Ebdulrehman El-Tirkistanî ku malbata wî li Tirkiyê ye, derbasî Sûriyê dibe û ji wir tev li DAIŞ’ê dibe. Bavê vî çeteyê jî endamekî DAIŞ’ê bû ku li Helebê hatibû kuştin. Dema ku hêzên me sala 2019’an şerê dawî yê li Baxozê de ev çete û malbata wî ji aliyê hêzên me ve hatin girtin û li kampa Holê hatin bicihkirin. Ji ber temenê wî yê biçûk di nav rêxistina Eşbal El-Xîlafe ya DAIŞ’iyan de ji bo zarokan bi rêxistin kiribû, cih digirt. Li vir gelek caran perwerdeya leşkerî û bîrdozî ya DAIŞ’ê dîtiye. Li gorî mikurhatinên çeteyê bi navê Ferhad, ew bi rêya rêxistina bi navê ‘Behar’ ji kampa Holê hatiye derxistin û karê wî yê li kampê bi temamî hatiye rawestandin. Rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ji bo pêkanîna êrişê, çeteyê 14 salî bi rêbazê xwekuj û întîharî dişîne Dêrazorê.

Her du çete jî bi operasyonekê hatin girtin. Di mikurhatinên wan de jî diyar dibe ku dê li herêmê tevlihevî derxistana. Bi vê operasyonê ev êriş ji aliyê hêzên me ve hat astengkirin.”