Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê banga rakirina tecrîdê kir

Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê destnîşan kir ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan divê demildest bi dawî bibe û bang li CPT’yê kir ku hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike.

Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê banga rakirina tecrîdê kir
18 sibat, 2022   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Her sal heyeteke aştiyê ji bo li Îmraliyê hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re bike, serdana Tirkiyê dike. Îsal jî bi amadekariya ‘Însiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re’ Sendîkayên Karkeran ên Brîtanyayê û Aştî ji Kurdistanê re, mezintirîn Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê lêkolînên dîjîtal ên 2 rojan ên li Tirkiyê temam kirin.

Heyetê bi nûnerên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên jinan, komeleyên girtiyan, malbatên girtiyan û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî di nav de, bi gelek parêzeran re hevdîtin kirin.

'MAFÊN ABDULLAH OCALAN TÊNE BINPÊKIRIN'

Binpêkirinên mafên mirovan ên ku heyetê tespîta wan kiriye, wiha ne:

"Abdullah Ocalan 23 sal in bi rengekî dijberiya li hiqûqa navneteweyî û peymanên mafên mirovan li Girava Îmraliyê tê girtin. Rejîma tecrîdê ya li Girava Îmraliyê li temamiya sîstema girtîgehan a li Tirkiyeyê bi cih tê anîn. Girtîgehên tecrîdê bi tîpa F têne çêkirin û girtiyên siyasî di nava dîwarên girtîgehê yên heyî de têne tecrîdkirin û pêkanînên dîsîplînê bi rengekî giran li wan têne ferzkirin.

Di nava van şert û mercan de kiryarên xerab û êşkence li girtiyên siyasî têne kirin û bi rengekî cidî tedawiya tibî ya girtiyên nexweş têne astengkirin.

Destavêtin, êrişên zayendî û sûcên bi heman rengî ji aliyê cerdevanan, leşker û personelên girtîgehê ve têne kirin û di nava vê sîstemê de kiryar bêceza têne hiştin.

Li Tirkiyeyê azadiya fikrî nîne û timî zilm li bi hezaran mirovî tê kirin, têne girtin, demeke dirêj bêyî ku bêne darizandin girtî têne hiştin û piştre ji ber sedemên siyasî cezayên giran ên girtîgehê li wan tê birîn. Yên ku ji 'çalakiyên' xwe poşman nabin û 'exlaqa baş' nîşan nadin, cezayê giran li wan tê birîn.

Mafê parastina qanûnî yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. Parêzerên Ocalan ragihandin ku ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve nikarin agahiyê jê bigirin.

BANGA LI CPT Û DEWLETA TIRK

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) Tebaxa 2020'an ragihand ku 'hepsa hucreyê' ya li Girava Îmraliyê ne ya qebûlkirinê ye û ji bo ev rewş bê sererastkirin divê gav bêyî derengmayinê bêne avêtin. Piştî vê daxuyaniyê rayedarên Tirk tecrîda li ser Abdullah Ocalan girantir kirin. Hikumeta Tirk hevdîtina malbatê û parêzeran û têkiliya bi rêya telefonê qedexe kir, bi girankirina tecrîdê bersiv da. Em bang li CPT dikin ku daxuyaniyên xwe yên li ser daxwaza ji Tirkiyeyê ya ji bo nîşandana hurmeta li hiqûqa navneteweyî bişopîne û yekser bi Abdullah Ocalan û parêzerên wî re hevdîtinê bike.

Ji ber ku rayedarên Tirk guh nadin pêşniyarên saziyên mafên mirovan ên navneteweyî, her wiha ji ber bêdengiya saziyên navneteweyî, neçûna heyeta CPT ji bo Îmraliyê û ji ber nedayina agahiyan li ser rewşa tenduristiya Abdullah Ocalan, heyet gelekî bi fikar e.

Abdullah Ocalan ku li gel êşkenceya giran a bi salan di aştî û demokrasiyê de israr kir, hîn jî peyama aştî û lihevkirinê dide. Hebûna Abdullah Ocalan li dora maseya danûstandinan ji bo aştiya herêmê nebe nabe.

Em bang lis aziyên navneteweyî dikin ên ku ji peymanên navneteweyî yên li ser serweriya hiqûqê û mafên mirovan berpirsyar in; divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe!

Dem hatiye ku cîhan bi berpirsyariya xwe rabe!"

Kesên ku daxuyanî daye:

Andrea Kocsondi; Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Sendîkayên Karkeran a Brîtanyayê (GFTU). Barbara Spinelli; Hevseroka Yekîtiya Parêzeran a ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Cîhanê (ELDH). Christine Blower; Sekretera berê ya Sendîkaya Mamostan a Neteweyî ya Brîtanyayê. Clare Baker; Rayedara Navneteweyî ya Sendîkaya Unite ya Brîtanyayê. Claire Jones; Sekretera Giştî ya Komeleya Xebatên Sendîka ya Brîtanyayê (SUE). Dimitri Roussopoulos; Weşanger, Edîtor, Nivîskar, Ekolojîst û Rêxistinkara Civakî. Doug Nicholls; Lîderê Federasyona Giştî ya Sendîkayên Karker a Brîtanyayê (GFTU). Federico Venturini; Lêkolînerê Zanîngeha Udine ya Îtalyayê. Kariane Westrheim; Profesora Zanîngehên Perwerdeyê ya Zanîngeha Bergenê ya Norwêcê, Seroka Komîsyona Sivîl a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye. Laura Quagliuolo; Edîtor û Nivîskara Îtalyayî. Mahmoud Patel; Akademîsyen, Hiqûqnas û Aktîvîstê Mafên Mirovan ê ji Efrîkayê Başûr. Margaret Owen Obe; Parêzera Brîtanyayî. Melanie Gingell; Parêzer û Hîndekara Beşa Hiqûqa Mafên Mirovan a Navneteweyî. Radha D’Souza; Profesorê Hiqûqê, Parêzer û Nivîskar. Mamosteyê Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Westminster a Brîtanyayê. Şerife Ceren Uysal; Hevsekretera Yekîtiya Parêzeran a Ewropayê ya ji bo Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasiyê (ELDH). Shavanah Taj; Sekreterê Giştî yê Kongreya Sendîkaya Karkeran a Gallerê (TUC). Thomas Jeffrey Miley; Mamosteyê Civakînasiyê ya Zanîngeha Cambridge. Ögmundur Jónasson; Wezîrê berê yê Edaletê yê Îzlandayê.