ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-02-2022
18 sibat, 2022   00:00

-Bi diruşma "Bi şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkerî û faşîzma Tirk têk bibin", Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê konferansa xwe ya 5'emîn li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajrokê Rimêlan li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-PYD'ê, endamê xwe yê şehîd Osman Dadelî li serî gora wî wî bi bîr tîne, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama rêveber a Akademiya Şehîd Îsmaîl Musa ya Minbicê Cemîle Îbrahîm got "Dewletên modernîteya kapîtalîst, sedema dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan û berdewamkirina wê ne, ji ber ku dizanin gel dê yekitiya xwe ava bike û bi saya fikrên Rêbertî azadiya xwe bi dest bixe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Rêveberiya Navenda Ezmûnan a Herêma Cizîrê Nûredîn Mihemed diyar kir ku wan ji ber pirbûna daxwazan dema serlêdana xwendina serbest dirêj kiriye. Heta niha 441 xwendekaran navê xwe tomar kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêber Ocalan dibêje, civakek her ku bi zimanê xwe yê zikmakî pêş dikeve, bi heman awayî asta jiyanê bilind dike. Ji vî aliyî ve gelê Kurd ê li Rojava piştî Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012`an giranî da zimanê xwe. Pisporên zimanê Kurdî şoreşa ziman a li Rojava bi şoreşa zayîn û vejînê dişibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Wargehê Samiyan ku tê gotin ji kurê Nûh ê bi navê Şam hatine û demekê wek deştên herî bibereket ên Mezopotamyayê dihat naskirin, ku niha wek Sûriye tê naskirin… Di dîrokê de rastî gelek êş, komkujî û wêraniyê hat.

JIN

- Jinên siyasetmedar û hiqûqnas diyar kir ku sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk bînin nayên qebûlkirin û gotin ji bo ku hesab ji sûcdaran were xwestin ew ê bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Moskov û Pekîn hewldana avakirina yekitiyê dikin da ku li hember berfirehbûna NATO`yê û hevkariya ewlehiyê ya di navbera Amerîka û hêzên Rojava de, parastina berjewendiyên xwe bikin. Nicholas Heras diyar kir ku her du dewlet hevkar in lê ne hevalbend in û got “Dibe ku careke din di rikeberiyê de bi bin bikevin, lê hevkariya wan dê berdewam bike." (BI WÊNE).

ANHA