​​​​​​​Jinên siyasetmedar û hiqûqnas: Ji bo hesab ji sûcdaran bê xwestin em ê bixebitin

Jinên siyasetmedar û hiqûqnas diyar kir ku sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk bînin nayên qebûlkirin û gotin ji bo ku hesab ji sûcdaran were xwestin ew ê bixebitin.

​​​​​​​Jinên siyasetmedar û hiqûqnas: Ji bo hesab ji sûcdaran bê xwestin em ê bixebitin
18 sibat, 2022   04:17
HELEB-MIHEMED EBDO

Saziyên sivîl û rêxistinên mafên mirovan, di nav de Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê-Efrîn sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî li dijî jinan belge kirin û radestî aliyên peywendîdar kirine.

Li gorî daneyên dawî yên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê-Efrîn, sûcên li dijî jinên li herêmên dagirkirî ev in:

84 jin hatin qetilkirin, di nav de 6 jinan dawî li jiyana xwe anîn, hezar jin hatin revandin û li djiî 71 jinan êrişa zayendî hate kirin.

Derbarê sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî niştecihên resen de, nexasim jinên li kantona Efrînê ya dagirkirî,  jinên siyasetmedar û hiqûqnas ji ANHA'yê re axivîn.

ꞌDIVÊ NY`YÊ LI GORÎ BIRYARA 1325 HESAB JI TIRKIYÊ BIXWAZEꞌ

/kr/uploads/files/2022/02/17/195101_-2.webp

Endama Komîteya Qanûnî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Nûr Hisên îşaret pê kir ku divê biryara 1325'an a têkildarî parastina mafên jinan, aştî û ewlehiyê bingeh were pêkanîn û wiha got: "Rola jinên pêşeng di qanûnên navneteweyî de parastî ye û divê li dijî Tirkiyê û çeteyên wê were aktîfkirin."

Nûr Hisên anî ziman ku di şerê çekdarî de, parastina jinan ji destdirêjiyê bigire û heta bi civakî û hesabxwestina ji sûcdaran li gorî qanûna 1325`an, erka Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê ye.

Nûr Hisên destnîşan kir ku NY`yê û Meclisa Ewlehiyê biryar û sozên xwe pêk neanîn û got:"Ya ku li pêşiya hesabxwestina ji Tirkiyê dibe kelem ew e ku sîstemek diyar a ceazeyan tune ye ku dewletên destên wan di mîna van sûcan de heye werin cezakirin."

ꞌGIRTÎGEHÊN TIRKIYÊ BÛYE KANIYA ÎŞKENCEKIRINA JINANꞌ

Nûr Hisên diyar kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, nexasim li herêmên ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê dagir kirine, sûcên li dijî jinan zêde bûne.

Têkildarî rewşa jinên di girtîgehên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî de, endama Komîteya Qanûnî ev nirxandin kir: "Ji bo jinên Sûriyê ew girtîgeh bûne kaniya îşkenceya derûnî û bedenî. Mijara binpêkirinên mafên jinan ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve, dê wekî ku tiştek tune ye derbas nebe, lê belê em ê ji bo hesabxwestina ji sûcdaran bixebitin."

Di dawiyê de Nûr Hisên da zanîn ku ji karê Meclisa Jinan Sûriyê, nexasim di vê qonaxê de derbaskirina hemû astengiyên ku derdikevin pêşberî jinan e.

'DEWLETA TIRK BIRYARÊN KU ÎMZE KIRINE, BIN PÊ DIKE'

/kr/uploads/files/2022/02/17/195042_-.webp

Endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Cîhan Mihemed anî ziman ku şideta li dijî jinan nayê qebûlkirin û got, li hemberî bandora şerên çekdarî li ser jinan divê xebat were kirin û naskirina rola jinan di çareserkirina nakokiyan û avakirina aştiyê erka Netewên Yekbûyî û hemû welatên endam e.

Cîhan Mihemed her wiha diyar kir ku jina azad a ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya kongreyan ji cîhanê re eşkere bike ne rast e û ev yek wekî propagandeyên medyayê ya bi armanca xapandina raya giştî  binav kir.

Têkildarî neberpirsiyariya sûcdarê şer li gorî biryara 1325, Cîhan Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk beşdarî biryarê bûye, lê li herêmên ku dagir kirine wekî Sûriye, Lîbya û herêmên din biryar pêk neaniye.

'PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER, MAFÊN JINAN MISOGER DIKE'  

Cîhan Mihemed diyar kir ku herêmên ku herî zêde jin di bin bandora şer de mane Sûriye û Yemen in û diyar kir ku dewleta Tirk piştgiriyê terorê ye ku di şexsê jinan de civakê dike hedef.

Endama Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Cîhan Mihemed Cîhan Mihemed da zanîn projeya Rêveberiya Xweser li Sûriyê yekane ye ku rê li ber jinan vekiriye ku di rêvebertî û biryardayînê de beşdar bibin.

(eh-dx)

ANHA