Rêveberiya Xweser: Em bi hemû hewldanên çareseriyê re ne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku amade ye tev li hewldanên pêkanîna çareseriyê yên li Sûriyê bibe. Her wiha destnîşan kir ku divê hemû sûrî beşdarî diyalog, xebatên çareseriyê û sazkirina destûrê bibin.

Rêveberiya Xweser: Em bi hemû hewldanên çareseriyê re ne
18 sibat, 2022   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê hevserokatiya Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Giêt daxuyaniyek da û tê de hewldanên pêkanîna aramiyê li Sûriyê bi erênî nirxandin.

El-Giêt di daxuyaniya xwe de wiha got: “Me daxuyaniyên cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê birêz Mîxail Bogdanov ên têkildarî komîteya destûrê, pêwîstiya tevlêkirina Rêveberiya Xweser tê de, şopandin. Ev daxuyanî rastiya pêwîstiya Sûriyê bi çareseriyê, di vê pêvajoyê de xuya dike. Ev daxuyanî li gorî nêrîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku divê hemû sûrî tev li çareserî, diyalog û sazkirina destûrê bibin ku pêwîstiya sûriyan rave dike û pêşerojeke adil û wekhev ji wan re ava dike.”

Fener El-Giêt wiha berdewam kir: “Ev daxuyaniya birêz Bogdanov erênî ye û teşwîqkar e. Ji bo wê em dîsa dibêjin em amade ne tev li hemû hewldanên pêkanîna çareseriyê û diyalogê bibin. Em piştrast dikin ku rola Rûsyayê di vî warî de gelekî girîng e. Em rola wê wek garantor da ku aramî li Sûriyê pêk were, erênî dibînin. Lê em careke din destnîşan dikin ku em ne li dijî yekitiya Sûriyê ne.”

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mîxail Bogdanov duh ji RT`yê re axivibû û wiha gotibû: “Divê nûnerên Kurdan tev li guhertina destûrê bibin. Heke em behsa guhertina destûrê dikin, wê demê divê Kurd jî tev lê bibin. Ev yek dê rê li pêşiya tawanên cudakariyê bigire.”

(şx)