Parêzer xwestin biçin Îmraliyê

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan xwestin muwekîlê xwe bibînin, ji bo wê serlêdaneke nû kirin.

Parêzer xwestin biçin Îmraliyê
17 sibat, 2022   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzer Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ku bi komployekê dîl hatiye girtin, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Herî dawî 25'ê Adarê bi rêya telefonê bi Abdullah Ocalan re axaftin hatibû kirin, lê ev axaftin jî nîvco hatibû hiştin.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdanên parêzeran hemû bêbersiv têne hiştin.