​​​​​​​‘Têkbirina rêveberiya êzidiyan xaleke hevbeş a dewleta Tirk û Iraqê ye’

Hemahengiya di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Kazimî de, di warê leşkerî û siyasî de li ser Şengalê, hebûna xaleke hevbeş di navbera her du partiyan de nîşan dide. Armanca wan tunekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û têkbirina vîna êzidiyan e.

​​​​​​​‘Têkbirina rêveberiya êzidiyan xaleke hevbeş a dewleta Tirk û Iraqê ye’
17 sibat, 2022   10:01
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Li Şengalê ya Başûrê Kurdistanê rageşiya leşkerî û siyasî heye ku tê de alî li hev nakin. Lê  li gorî êzidiyan diyar e ku dabeşî û armanceke hevbeş di navbera wan aliyan de heye, ji dewleta Tirk a dagirker bigire heta bi hêzên hikumeta Kazimî û hêzên PDK’ê.

Piştî çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an de nekarî Şengalê kontrol bikire û bi bin ket, êrişên artêşa Tirk a dagirker bi rêya siyaseta PDK’ê û balafirên dewleta Tirk li ser Şengalê ranewestîne. Di encamê de gelek fermandarên hêzên leşkerî û berpirsên Rêveberiya Xweser a Şengalê şehîd bûn.

Li kêleka wê jî, ji dema peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera PDK’ê û hikumeta Kazimî de li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo xwegihandina li herêmê û ferzkirina hegemonyaya xwe ye. Nexasim piştî hêzên wê ji parêzgehê revîn û êzidî di nava lepên DAIŞ’ê de hiştin.

Têkildarî rageşiya leşkerî û siyasî ya dawî yên wan aliyan li dijî êzidiyan, di serî de hêzên Kazimî, hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Silêman Hemo axivî.

Li gorî Rojnewsê, ji 12’yê Kanûna par ve hêzên hikumeta Kazimî sewqiyatên mezin (9 hezar leşker) li Şengal û herêmên derdora wê bi cih kirin.

Têkildarî vê yekê Silêman Hemo got: "Hikumeta Kazimî û hêzên wê şîrîkê dijminahiya li ser êzidiyan in û rageşî ji 2 salan ve piştî serdana îstîxbarata Tirkiyê ji Iraq û hikumeta wê re dest pê kirin. Hikumeta Kazimî naxwaze êzidî bi xwe, xwe bi rê ve bibin. Li aliyekî din jî hewl dide planên dewleta Tirk a dagirker pêk bîne. Bi tayet piştî serdana îstîxbarata Tirkiyê ya beriya 2 salan ji Iraqê re. Ji wê demê ve êrişên li ser Şengalê zêde bûn û di encamê de gelek şervan û berpirsên li wir şehîd bûn.

Hemo da zanîn ku tu cudahiya êrişên delweta Tirk ên bênavber li dijî Şengalê û gefên hêzên hikumeta Kazimî de, her wih hewldana çeteyên DAIŞ’ê tune ne û wiha pê de çû: "Armanca wan aliyan yek e ku pêkhateya êzidî li Şengalê qir û tune bikin."

Silêman Hemo bal kişand ser têkçûna Iraqê ji aliyên siyasî û leşkerî ve û ev tişt got: "Ji aliyê siyasî ve, biryar û siyasetên dijber hene, her wiha gelek hêzên leşkerî yên tevgerên wan tevlihev û dijberî siyasetên li welat hene. Ew yek ji ber ku gelek hêz di navbera artêşa Iraqê, Heşd El-Şebî û hêzên eşîran de hene, li gel wê jî hêzên din li welat hene, li derveyî hêzên navborî tev digerin."

Girêdayî gefa dawî ku neteweperestî û mezhebperestiya serbazekî hêzên Kazimî ye yê bi navê Esîr El-Rebîî ku hewl didin hêzên hikumeta Kazimî vegerînin Şengalê û kontrol bike û tê de hêzên ji şêniyên parêzgehê tune bin, Hemo piştrast kir ku ew yek dubarekirina sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên qetilkirin, revandin û gefan in.

Fermandarê Lîwaya 20’an a artêşa Iraqê Esîr El-Rebîî şemiya borî gef li êzidiyên Şengalê xwarin ku ew ê wan binax bike û serê wan jê bike. Ji ber ku êzidiyan wêneyên rêber Ocalan di çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan de pêk hatiye, rakirin. Ew jî tiştên ku çeteyên DAIŞ’ê dikir, tîne bîra mirov.

Li ser vê yekê Hemo da zanîn ku mîna van kiryaran nayên qebûlkirin û ji hikumetê tê xwestin ku Esîr El-Rebîî, hwd ku mîna van kiryaran pêk tînin, muhasebe bikin û wiha lê zêde kir: "Çima ev qas gef li dijî şêniyên Şengalê tên xwarin?"

Hemo wiha got: "Hedefgirtina çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan ew e ku berdewama komployê ye û dijberiya çi aliyê xwe dispêre fikir û felsefeya rêber Ocalan e. Her wiha hedefgirtina Şengalê û gefên li dijî wê ne ji bo rakirina wêneyên rêber Ocalan e, lê belê bi armanca qirkirina êzidiyan e."

Li ser rê û rêbazên dagirkeriya Tirk, hikumeta Iraqê û DAIŞ’ê Hemo wiha xuya kir: "Kiryarên wan ji hev ne cuda ne, armanca wan yek û eşkere ye. Çeteyên DAIŞ’ê gefên qetilkirinê û pêkanîna komkujiyan li Şengalê li dijî pêkhateya êzidî dixwin. Bi heman rêbazê Esîr El-Rebîî jî gefan li êzidiyan dixwe."

Girêdayî hedefgirtina Şengalê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û zêdebûna gefên hêzên Kazimî, Hemo da zanîn ku armanc qirkirina êzidiyan û tunekirina çi projeyeke demokratîk li herêmê ye û ev tişt anî ziman: "Ji wê zêdetir jî redkirina xwerêvebirina gel e mîna ku çawa êzidiyên li Şengalê bi rêya Rêveberiya xwe ya Xweser xwe bi rê ve dibin. Her wiha redkirina mafên êzidiyan, sînordarkirina vegera êzidiyên li derve û yên hîna li kampan bi cih bûne. Ya herî girîng jî guhartina demografîk li Şengalê çêkin."

Silêman Hemo eşkere kir ku ji peymana dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Kazimî diyar dibe ku dewleta Tirk derbasî asîmanê wê û xaka Iraqê bibe ku şerê êzidiyên Şengalê bike.

Hemo bang li hikumeta Kazimî kir ku li gorî destûr û rejîma xwe ya li Iraqê tev bigerin û ev tişt anî ziman: "Diviyabû hikumeta Kazimî bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re ku bi ji êzidiyan hate damezirandin û karî Şengalê bi rê ve bibe, herêmên xwe biparêze, li hev bikira."

Hemo di heman demê de peyamek ji êzidiyan re şand û wiha tê de got: "Ji êzidiyên li Şengalê, di vê dema hestiyar de tê xwestin ku xebateke zêde bikin, divê gelê me li hember armanc û kiryarên hikumeta Iraq û dewleta Tirk a dagirker hişyar û zana bin."

Silêman Hemo wiha peyama xwe bi dawî kir: "Ew hewl didin vîna gelê Şengalê bişikînin, rêveberiya wê ya serbixwe ya bi fedekariya şehîdan hatiye damezrandin têk bibin. Ji gelê Şengalê tê xwestin ku li hember her kesê hewl dide derbasî Şengalê bibin û rêveberiya wê tune bike, bisekinin. Her wiha ji her êzidiyekî li cîhanê tê xwestin ku tev bigerin û alîgiriya xwestekên şêniyên Şengalê bikin û dengê wan bigihînin rêxistinên navneteweyî û mirovî."

(fr)

ANHA