‘Dewleta Tirk asta şermezarkirinê derbas kiriye’

Şêniyên li kampa Efrînê got êrişên dewleta Tirk a dagirker asta şermezarkirinê derbas kiriye, her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van êrişan şermezar kir.

‘Dewleta Tirk asta şermezarkirinê derbas kiriye’
17 sibat, 2022   09:05
ŞEHBA

Di van rojên dawiyê de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser gund û kampên li kantona Şehbayê zêde kirine.

Di encama topbarana dewleta Tirk de zarok û jin birîndar bûn û ziyanên mezin gihaştin mal û milkên welatiyan. Her wiha hin welatî ji malên xwe koçber bûn.

Der barê mijarê de hevserokê Meclisa Kampa Efrînê Mesûd Xilo ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku di encama êrişa duh a dewleta Tirk a li ser kampê de, beşeke kampê xirab bû û welatî ji kampê derketin.

Mesûd Xilo got: "Dewleta Tirk bi îdiaya parastina sînorê xwe êriş dike. Lê tu nuqteyên leşkerî nêzî kampê tune ne. Li vir zorok û jin dijîn, dewleta Tirk bi çi mafî êrişî sivîlan dike?”

Şêniya bi navê Hêvîn Dehûd got: "Em duh êvarê di hundirê kampa xwe de rûniştibûn û êriş bi ser me de hat. Ma bi çi sûcî dewleta Tirk êrişî sivîlan dike?”

Hêvîn Dahûd bang li hêzên navneteweyî kir ku mafên zarok û jinan biparêzin. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku çareseriyekê bibînin da ku gel vegere ser xaka xwe ya Efrînê.

Endamê Meclisa Navçeya Ehdasê Henan Îsmaîl jî got: “Dema ku gelê Kurd serkeftinê bi dest dixe û gavekê diavêje dewleta Tirk êrişî sivîlan dike da ku berxwedan û îradeya wan bişikîne, her tim jî di encama êrişan de zarok û jin û milkên sivîlên me tên hedefgirtin.”

Henan Îsamîl da zanîn ku êrişên dewleta Tirk asta şermezarkirinê derbas kiriye û wiha got: "Ji ber ku dewleteke dagirker û hov e. Lê em hêzên navneteweyî yên îdiaya parastina mafên mirovan dikin, şermezar dikin û divê dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker re bînin.”

ANHA