Çeteyan li Efrînê 500 darên din ên zeytûnê birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 500 darên zeytûnê yên şêniyên gundê Meryemîn ê navçeya Şera ya kantona Efrînê birîn.

Çeteyan li Efrînê 500 darên din ên zeytûnê birîn
17 sibat, 2022   08:53
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih ragihand ku di 15'ê Sibatê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 500 darên zeytûnê yên şêniyên gundê Meryemîn ê navçeya Şera birîn.

Her wiha çavkaniyan da zanîn ku darên ku hatine birîn ên welatiyên bi navê Mehmûd Mihemed Elî û Ehmed Cemal El-Dîn ên ji gundê Meryemînê ne.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, bi domdarî xwezayê wêran dikin û daran dibirin.

(dx)

ANHA