Êzidî li kantona Şehbayê amadekariya Cejna Bêxwîn dikin

Tevî ku ev 4 sal e êzidiyên Efrînê bi darên zorê ji malên xwe derketine, lê dîsa jî rê û resmên xwe pêk tînin. Êzidî li kantona Şehbayê ji beriya çend rojan ve amadekariya Cejna Xidir Ilyas (Bêxwîn) dikin.

Êzidî li kantona Şehbayê amadekariya Cejna Bêxwîn dikin
16 sibat, 2022   12:35
ŞEHBA - FÎRAS ÎBRAHÎM

Êzidiyên koçber ên li kantona Şehbayê, amadekariyên Cejna Xidir Ilyas (Bêxwîn) dikin. Cejn sibê ye. Di vê cejnê de, êzidî 3 rojan rojiyê digirin û roja çaran jî cejnê pîroz dikin.

Şêniyên kantonê 7 cureyên genim sor kirine, lê bi şertê ku ji berhemên salê be, ev jî bi navê “qelandok” tê naskirin ku nîşaneya bidawîkirina mewsima çandiniyê ye. Di roja duyemîn de jî qelandok dikin “bêxwîn” û jê re dibêjin "sefik" ku ew jî xwarineke taybet a cejnê ye.

Di wan rojan de serjêkirin û nêçîr qedexe ye, her wiha rêwîtî yan jî çûn û hatin.

Li gorî êzidiyan, kesên daxwazeke wan hebe, divê roja înê kulorekê ji bêxwînê bixwin û bêyî ku avê bi ser de vexwe, razê, da ku bêxwîn bereketê ji kevirê êzidî yê pîroz yê bi navê "Kevirê Sîfan" wergire.

Êzidiyên Efrînê yên bi darê zorê koçber bûne, ruxmî hewldanên helandinê yên ku dagirker dixwazin bidin meşandin, lê li kantona Şehbayê rê û resmên xwe pêk tînin.

Êzidî li 22 gundên bajarok û navçeyên kantona Efrînê dimînin û li gorî daneyan hejmara wan derdora 25 hezaran e. Piraniya wan ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî kantona Efrînê, ji gundên xwe koçber bûne.

Artêşa Tik bi rêya 24 komên qeterî, kiwêtî her wiha filistînî, li gundên êzidiyan ên li Efrînê avahiyên mêtingeriyê çêkirin, di heman demê de goristanên olî û deverên pîroz rûxandin, da ku guhartina demografiyê pêk bînin.

Têkildarî mijarê hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Eyşê Seydo ji ajansa me re axivî û got: "Em Cejna Bêxwîn li êzidiyan, rêber Abdullah Ocalan û hemû gelên cîhanê pîroz dikin û dibêjin, ev cejn ji destpêka mirovahiyê ve heye û girêdayî xweza, hilberînên çandiniyê û erdê ku ev jî temsîla jinan dikin.”

Eyşê Seydo anî ziman ku cejn li gel êzidiyan girêdayî xwezayê ne, wekî Çarşema Sor, Cejna Bêxwîn û Cejna Êzidiyan.

Eyşê Seydo da zanîn ku bêxwînê li erdên çandiniyê belav dikin, da ku berket bikeve erd û mewsim baş were, li aliyekî din jî nabe ew goşt û xwarinên din bixwin, nexasim goşt, ji ber ku di van rojan de xwîna zindiyan xwe nû dike.

Eyşê Seydo îşaret bi siyaseta dagirkeriya Tirk kir û got: "Her tim dixwazin civata êzidî dûrî rê û resmên wan bixin, lê êzidî qet dûrî çanda xwe neketin, berovajî wê hîn zêdetir parastina çanda xwe dikin."

(eh)

ANHA