Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Berxwedan jiyanê geş dike

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi boneya salvegera 6`an a destpêkirina êrişên li dijî taxa Şêxmeqsûd, daxuyaniyek da û destnîşan kir ku bi saya biratiya gelan şênî bi ser ketin.

Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Berxwedan jiyanê geş dike
16 sibat, 2022   12:38
HELEB 

16`ê Sibatê salvegera destpêkirina êrişên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye ku li ser bingeha şerê gelê şoreşger berxwedaneke bêhempa nîşan da.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da. Rûspî û nûnerên saziyên sivîl û partî tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Hevseroka meclisê Velentîna Ebdo daxuyanî li pêşiya navenda meclisê ya li rojavayê taxê xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê îşaret bi berxwedana li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya li hember êrişan kir û got: “Wan xwest taxê kontrol bikin. Lê şêniyên taxê ev yek qebûl nekir û li ber xwe da.”

Meclisê diyar kir ku bi saya yekitî û hevgirtina şêniyên taxê berxwedana li hember wan êrişan bi ser ket.

Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji destpêka ragihandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê, tax veguheriye dibistaneke perwerdeyê ku fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan esas digire.

Meclisê di daxuyaniyê de hemû şervan û welatiyên ku ji bo parastina taxê şehîd bûne, bi bîr anîn û got: “Wan bi lehengiya xwe, rêya ber bi serkeftinê û ewlehiyê ji gelan re ronî kir.”

Meclisê banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna welateke azad da.

(şx)