​​​​​​​Li Idlibê di topbarana hêzên hikumeta Şamê de 3 kes hatin kuştin

Di êrişa hêzên hikumeta Şamê ya li dijî sûka sotemeniyê ya li bajarokekî li bakurê Idlibê de herî kêm 3 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Idlibê di topbarana hêzên hikumeta Şamê de 3 kes hatin kuştin
16 sibat, 2022   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li ser sûka sotemeniyê ya Şîrketa Weted a Sotemeniyê û derdora bajarokê Tirmenîn ê li bakurê Idlibê de, herî kêm 3 kes hatine kuştin.

Her wiha SOHR’ê diyar kir ku dibe hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku gelek birîndar hene. SOHR`ê da zanîn ku ji ber topbaranê şewateke mezin çêbûye.

(şx)