‛Gelê Kurd bi fikir û fesefeya rêber Apo ve girêdayî ye’

Şêniyên Efrînê yên ku rêber Abdullah Ocalan dîtine destnîşan kirin bi berxwedanî û qehremaniya rêber Apo hebûna gelê Kurd heya niha hate parastin û gotin: " Rast e rêber Apo di hundir girtîgehê de ye, lê bi milyonan kes li ser şopa wî xwe bi rêxistin dikin û hebûna xwe diparêzin."

‛Gelê Kurd bi fikir û fesefeya rêber Apo ve girêdayî ye’
16 sibat, 2022   06:35
ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrînê ji ANHA’yê re axivîn, komploya 15'ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe li ser bingehê fikir û felsfeya rêber Ocalan berdewam bikin.

Şêniya bi navê Arif Sîdo  komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û got: "Ji roja yekem ku min  rêber Apo dît û heya roja îro ve kesayeta wî ya bihêz weke dîmeneke balkêş di xeyalê min de maye. Rêber Apo ji kesên ji derdora xwe re her tim hurmetî digirt û bi dilnizimbûna xwe dihat nasîn."

Sîdo diyar kir ku ramanê rêber Apo gelê Kurd ji xewa giran şiyar kir û rastiya kurdan bi wan da nasîn û wiha dom da axaftina xwe: "Rast e rêber Apo di hundir girtîgehê de ye, lê bi milyonan kes li ser şopa wî xwe bi rêxistin dikin û hebûna xwe diparêzin."

Sîd di dawiyê de got: "Berxwedana ku îro rêber Apo di hundir girtîgeha Îmraliyê de pêk tîne,  ji bo gelê Kurd hemû ye.  Divê em jî ji bo doza xwe israra xwe mezintir bikin."

Şêniya bi navê Newroz Haşim jî komploya navneteweyî ya li ser rêber Apo şermezar kir û got: "Ji ber li tevahî dunyayê serokê her gelekî û her kesî hebû, em jî weke gelê Kurd bi hêviya dîtina rêberekî xwe bûn û dema ku min serok Apo dît weke ku min hebûna xwe dît."

Newroz Haşim anî ziman ku sekna rêber Apo seknek bihêz bû û her tim balê mirov dikişand û got: "Pirsên wî balkêş bûn, dixwest bi rêya wan pirsan kesayeta mirov nas bike û mirov bi xwe bide naskirin. Bi dîrok û berxwedana gelê Kurd bide naskirin. "

Newroz Haşim wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji ber ku em bi rih û fikirê rêber Apo ve girêdayî ne, em tu carî dev ji rêber Apo  bernadin. Berxwedana ku rêber Apo îro dimeşîne, ji bo pêşeroja kurdan e û ji bo parstina hebûna gelê Kurd e. "

Sureye Hebeş jî got: "Beriya ku ez rêber Apo bibînim gelek şaştî di jiyana min de hebûn, piştî ku min seroketî dît min welatparêzî û çawa divê em hebûna xwe biparêzin nas kir." 

Sureye Hebeş anî ziman ku bi berxwedanî û qehremaniya rêber Apo hebûna gelê Kurd heya niha hate parastin û wiha dom da axaftina xwe: " Ji ber ku rêber Apo digot ê ku kar û xebata xwe bike wê bi ser bikeve. Em jî weke gelê Kurd li ser vê esasê her tim kar û xebatê dikin."

Sureye Hebeş wiha bi dawî kir: "Ji ber ku rêber Apo rêberekî ku ji aliyê felsefe û fikir ve gelekî xurt, binkeftinên hemû şoreşên beriya xwe nas kirin û xwe ji aliyê îdeolojî ve xurt kir ku heya niha berdewam kir. Ji ber wê îro ewqas kes pê bandor bûne û li ser rêya felsefeya wî şênî û ciwan welatê xwe diparêzin û berdêlan didin."

ANHA