Rûspiyên eşîrên Ereb: Ocalan sembola aştî, demokrasî û biratiya gelan e

Rûspî û şêxên eşîrên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku rêber Ocalan sembola aştî, hezkirin û biratiya gelan e, divê serbest were berdan.

Rûspiyên eşîrên Ereb: Ocalan sembola aştî, demokrasî û biratiya gelan e
15 sibat, 2022   02:25
HESEKÊ-DIYAR EHMED

15’ê Sibatê salvegera 23’yemîn a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan e, lê ramanê wî modela jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derket holê.

Ji rûspiyên eşîra Begara El-Cebel a Ereb, Ebdurehman El-Ebid got: "Em ji fikirê rêberê Ocalan hez dikin û felseveya wî banga azadiya gelan dike, her wiha banga azadî, demokrasî û aştiyê dike."

El-Ebid da zanîn ku rêber Ocalan sembola aştî û azadiyê ye û bang li civaka navneteweyî kir ku rêber Ocalan serbest berdin û hêvî kir ku fikirê wî belav bibe û li tevahî cîhanê pêk were.

Rûspiyekî eşîra El-Sade, şêx Mihemed El-Bekir diyar kir ku ramanê rêbertî xizmeta mirovahiyê dikin û wiha got: "Em ji bilî mirovahiyê, aştî û biratiya gelan di fikirê rêber Ocalan de nabînin. Bo nimûne jiyana hevbeş û yekitiya pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê modeleke serkeftî ye."

El-Bekir wiha domand: "Bi fikirên rêber Ocalan Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên din ên Sûriyê cudatir e. Ji ber ew herêm li gorî fikirên bi banga biratiya gelan, zêdekirina girêdana di navbera pêkhateyên herêmê de tên birêvebirin."

Mihemed El-Bekir anî ziman ku eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şexsê rêber Ocalan de rêberekî demokratîk dibînin ku banga aştiyê dike û wiha domand: "Em rêzê ji fikirên wî re digirin û divê ev rêber di nava gelê xwe de be. Em rûspiyên eşîran rih û zarokên xwe fedayî vî rêberî dikin."

Girêdayî mijarê, rûspiyê eşîra El-Ibêdat, Xelef Îbrahîm El-Nehir a got: "Rêber Ocalan rêberê aştiyê ye û xwedî fikirê biratiya gelan e ku îro bê cudahî em bi hev re dijîn."

Xelef El-Nehir wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi saya fikirê rêber Ocalan hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat û xurt bû. Ji lew re ji me tê xwestin ku bi yek seknî bang li civata navneteweyî bikin wî serbest berdin û dibêjin bila baş bizanin, tevî ku rêbertî di girtîgehê de ye, lê fikirên wî belav dibin."

(fr)

ANHA