Omer Osê: Ocalan navnîşana azadî û aştiyê ye, divê tavilê were berdan

Serokê Însiyatîfa Neteweyî ya Kurdên Sûrî Omer Osê bang li civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û azadîxwazan kir ku zextê li rejîma Tirkiyê bikin da ku rêber Ocalan serberst berdin û got, Ocalan navnîşana azadî û ştiyê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn e.

Omer Osê: Ocalan navnîşana azadî û aştiyê ye, divê tavilê were berdan
14 sibat, 2022   22:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 23’yemîn a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan, serokê Însiyatîfa Neteweyî ya Kurdên Sûrî Omer Osê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"23 sal di ser dîlgirtina rêberê Kurd Abdullah Ocalan re derbas dibe ku di 15.02.1999’an de pêk hate. Civata navneteweyî li hember vî sûcî bê deng e ku yek ji mezintirîn kiryarên terorîst di sedsala 20’an de bû. Rêber Ocalan niha di rewşên pir zehmet de dijîn û ji hêla dewleta Tirk ve di girtîgeha Îmraliyê di tecrîdeke giran re derbas dibe.

Em vê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar dikin û bang li civata navneteweyî, NY’yê, rêxistinên hiqûqî û azadîxwazên cîhanê dikin ku zextê li rejîma Tirkiyê bikin ku rêber Ocalan yekser berdin. Ji ber bi rêya erêkirina mafên neteweyî yên rewa ji gelê Kurd re ku hewl dide aramî û jiyana hevbeş bi tevahî gelên herêmê re pêk were, nûnertiya azadî û aştiyê li Tirkiyê û Rojhilata Navîn temsîl dike."

(fr)

ANHA