Konferansa 3’yemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû

Bi jinûve sazkirina rêzikname û lihevkirina li ser biryarên girîng ên têkildarî rewşa ewlehî û rêxistinkirina hêzan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansa xwe ya 3’yemîn bi dawî kir. Lê dê biryar û encamnameya konferansê bi rêya nivîsgeha ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çend rojên bê de werin eşkerekirin.

Konferansa 3’yemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Konferansa 3’yemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
Konferansa 3’yemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dawî bû
14 sibat, 2022   19:49
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên konferansa 3’yemîn a bi diruşma "Bi rihê berxwedana şehîdên girtîgeha Xiwêranê em ê bi ser bikevin" bi dawî bûn. Di konferansê de 600 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ji herêmên Rêveberiya Xweser beşdar bûn, di serî de fermandarê giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamend Bawer.

Di konferansê de xebatên jinûve sazkirina rêziknameya Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin û bi biryarên girîng ên têkildarî rewşa ewlehî û rêxistinkirina hêzan bi dawî bûn.

Ji dema konferans dest pê kiriye de, li pêş dezgehên çapemeniyê heta dawiyê girtî berdewam kir û tu biryar an jî encamname nehatin eşkerekirin.

Li gorî Nivîsgeha Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dê nivîsgeh di demeke pêş de encamnameya konferansê û biryarên wê ragihîne.

(fr)

ANHA