ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-02-2022
15 sibat, 2022   00:00

-Li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 23‘an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, çalakî tên lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Navenda Qahîre ya Lêkolînên Kurdî diyar kir ku hêzên navneteweyî û dîktator baş dizanin ku bi serbestberdana Abdullah Ocalan pirsgirêkên herêmî û cîhanê dikarin werin çareserkirin û got: "Sîstemên herêmî cîhanê naxwazin pirsgirêk çareser bibin da ku gelan di bin kontrola xwe de bihêlin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspî û şêxên eşîrên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku rêber Ocalan sembola aştî, hezkirin û biratiya gelan e, divê serbest were berdan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Efrînê Komloya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, dewleta Tirk her çiqas komployan li dijî  gelê Kurd  pêk tîne û êrişî wî  bike, îrade û vîna Kurdan xurtir dibe. Her wiha destnîşan kirin ku ramanê rêbertî li tevahî cîhanê belav bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên ku bi rêber Abdullah Ocalan re civiya got: "Heger hezar sal derbas bibin, tişta ku rêbertî ava kiriye dê neyê hilweşandin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA