Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina muwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
15 sibat, 2022   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê kirin.

Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn hevdîtinê bikin.