‘Ramanê rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûye û azad e'

Şêniyên kantona Efrînê Komloya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, dewleta Tirk her çiqas komployan li dijî  gelê Kurd  pêk tîne û êrişî wî  bike, îrade û vîna Kurdan xurtir dibe. Her wiha destnîşan kirin ku ramanê rêbertî li tevahî cîhanê belav bûye.

‘Ramanê rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûye û azad e'
15 sibat, 2022   06:22
ŞEHBA

Di sala 1999`an de bi destê hêzên cîhanî û herêmî li dijî rêber Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî pêk hat û rêbertî dîl hate girtin. Ev bû 23 sal rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de di nav tecrîdeke giran de têkoşîna xwe didomîne.

 Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê gelek pirtûk û perspektîf pêşkêş kirin ku ji hemû pirsigrêkên li Rojhilata Navîn re çareserî peyda kir.

Derbarê vê mijarê de şêniyên Efrînê li Şehbayê dimînin ji ajansa me re axivîn.

Şêniya bi navê Rîhan Elo anî ziman ku komploya beriya niha bi 23 salan a li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatî heya niha jî ji aliya dewletên dagirker ve li ser gelê Kurd didome.

Rîhan Elo wiha domand: " Ev komplo li dijî gelê Kurd bi giştî û jinên Kurd bi taybet pêk hatiye. Ji ber ku serok Apo her tim ji bo azadiya jinan kar û xebat dikir û di şexsê rêber Apo de xwestin jinan jî tune bikin."

Jina bi navê Şirîn Hesen jî komploya navneteweyî şermezar kir û got:  "Ji ber ku rêber Apo her tim ji bo azadiya jinan xebitiye, em weke jinên Efrîn û Şehbayê em ê li ber xwe bidin ji bo ku em serokê xwe azad bikin. "

Şirîn Hesen da zanîn ku dewleta Tirk her çiqas komployan li dijî gelê Kurd pêk tîne û êrişî wê dike li hemberî vê yekê îrade û vîna kurdan xurtir bibe.

Hêvî Silêman jî diyar kir ku xwestin bi komploya li dijî rêber Apo projeya neteweya demokratîk têk bibin, vîn û îradeya gelê Kurd a ji bo azadiya xwe bişkînin.

Hêvî Silêman wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Tu carî dewletên komploger nikarin hêz û berxwedana gelê Kurd û berxwedana rêber Apo têk bibin. "

Şêniyê bi navê Henan Sîdo jî got: "Armanca komployê têkbirina vîna gelê Kurd di şexsê rêber Apo de ye, lê tu carî ew dewletên hegemon negihaştin armanca xwe."

Sîdo wiha berdewam kir: "Ji ber ku rêber Apo banga azadiya hemû gel û kesên bindest dikir, îro di hundir girtîgeha Îmraliyê de bûye hêvî û îradeyeke ku tu carî nayê têkbirin û ew armancên dewletên dagirker hemû têk birin."

Şêniya bi navê Gulê Ceger got: "Meha Sibatê li ser hemû gelê Kurd meheke reş e û komploya navneteweyî şermezar dikin."

Gulê Ceger wiha dewam kir: "Em ji dewletên ku destê xwe di vê komployê de hene re dibêjin, rast e îro rêber Apo bi fîzîkî di girtîgehê de ye, lê fikirê wî li tevahiya cîhanê belav bûye û azad e."

Di dawiyê de Gulê Ceger wiha pê de çû: "Tu carî em dev ji rêberê xwe bernadin û em ê her tim li qadan bin û çalakiyan li dar xin da ku rêberê xwe azad bikin."

Şêniya bi navê Elîf Şêx Mihemed jî got:  "Destê gelek dewletên dagirker di vê komploya li ser rêber Apo de heye ku kurdan tune bikin û xebata 44 salan vala derxin."

Elîf Şêx Mihemed di dawiyê de wiha got: "Îro mayîna rêber Apo di hundir girtîgeha Îmraliyê de, vîna gelê Kurd zêdetir kir, kar û xebata gelê Kurd a ji bo bidestxistina azadiya xwe jî hîn xurtir kir û rêber Apo bû hêviyek ji her kurdekî/ê re."

ANHA