Şêniyên Hesekê 4 şehîdên xwe oxir kirin

Şêniyên kantona Hesekê 4 cangoriyên azadiyê bi merasîmeke bi heybet oxir kir.

Şêniyên Hesekê 4 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 4 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 4 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 4 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 4 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 4 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 4 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 4 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 4 şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Hesekê 4 şehîdên xwe oxir kirin
13 sibat, 2022   15:35
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û navçeya Şedadê yên girêdayî kantona Hesekê cenazeyê 3 şehîdên Pêngava Gurzê Gelan de û şervanekî ku encama bersivdayîna êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yê li ser gundewarê Minbicê şehîd bûbû oxir kirin.

Şervanên QSD‘ê Qasim Xidir El-Ehmed, Mislit El-Icêl El-Mislit, endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Hesen Elî El-Hûrî di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûn. Şervanê QSD‘ê Hozan Ednan Omer, di encama bersivdayîna êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê li ser gundewarên Minbicê de şehîd bû.

Merasîma rêzgirtinê li Goristana Şehîd Dijwar bi rêzgirtin dest pê kir û toreneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate lidarxistin.

Paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Selma Qasim axivî, îşaret bi berxwedan û lehengiya QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hember çeteyên DAIŞ`ê û alîgirên wê kir. Selma Qasim destnîşan kir ku şehîd ji bo parastina welat û gelê xwe canê xwe feda dikin.

Selma soza şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina serkeftinê da.

Ji fermandarên QSD`ê  Birûsk Hesekê jî ev tişt got: "Bi navê YPG, YPJ, QSD, Hêzên Erka Xweparastinê û tevahî hêzên leşkerî yên têkoşer em tevahî şehîdên ku xwîna xwe di oxira azadî û jiyana hevbeş de dane, bi bîr tînin. Dema ku hevanekî me şehîd dikeve, di wijdanê me de zindî ye, em dev ji xeta şehîdan bernadin, em îrade û hêza xwe ji wan digirin. Bi rizgarkirina her buhistek ji xaka xwe em ê hêviyên şehîdên xwe bi cih bînin. Van şervanan ji bo ku jiyaneke bi rûmet û azad ji gelê xwe re misoger bikin canê xwe feda dikin."

Birûsk Hesekê anî ziman ku QSD`ê amade ye ku destekê bide hemû civakên bindest ên li Rojhilata Navîn.

Paşê wesîqeyên şehadetê yên her 4 şehîdan ji aliyê yek endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên şehîd Qasim Xidir El-Ehmed, Mislit Icêl El-Mislit û Hozan Ednan Omer li goristana Şehîd Dijwar hatin veşartin û cenazeyê şehîd Hesen Elî El-Hûrî ber bi navçeya Şedadê ve hate oxirkirin da ku li goristana şehîdan a navçeyê were veşartin.

(bx)

ANHA