Însiyatîfa Ji Rêber Ocalan re Azadî ya Sûriyê ji bo Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir

Însiyatîfa Ji Rêber Ocalan re Azadî ya Sûriyê got, azadiya rêbertî wê çareseriyeke aştiyane ji doza Kurd re misoger bike û aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn belav bike. Her wiha bang li Kurdan û hemû gelên cîhanê kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bibe têkoşînê geş bikin.

Însiyatîfa Ji Rêber Ocalan re Azadî ya Sûriyê ji bo Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir
13 sibat, 2022   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya 15‘ê Sibatê, salvegera 23‘yemîna Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Însiyatîfa Ji Rêber Ocalan re Azadî ya Sûriyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"23 sal in di ser komploya navneteweyî ya li dijî rêberê konfederalîzma demokratîk Abdullah Ocalan re desrbas dibe. Armanc ji komployê qirkirina gelê Kurd û astengkirina pêkanîna projeya neteweya demokratîk li Rojhilata Navîn e. Bi vê boneyê em berxwedana dîrokî ya rêber Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê silav dikin û şehîdên pêngava ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin‘ bi bîr tînin ku li dijî komploya navneteweyî canê xwe feda kirine da ku li derdora rêbertî bibin xelekek ji agir.

Di nava van salan de fikir û felsefeya rêber Ocalan sînorên welat û parzemînan derbas kirin û bû sembolek cîhanî ya azadî û aştiyê. Ev yek îspat dike ku hemû kampanyayên cîhanî ji bo azadiya rêbertî ne. Rêbertî tevî hemû rêbazên tecrîdê ên li dijî wî, gavek paşde neavêt, lê ji bo çareserkirina doza kurdan û gelan bi rêyên aştiyane xebateke bêhempa dimeşîne. Perespektîf û peyamên ji ku Îmraliyê derdikevin ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi awayekî aştiyane ye. Ruxmî vê yekê dewleta Tirk îşkenceya fîzîkî û derûnî ya li dijî rêbertî zêde kir û rê neda ku rêbertî hevdîtinê bi malbat û parêzeran re bike.         

Derbarê vê yekê de CPT‘ê xeztên li Îmraliyê şermezar kirin û got tişta ku li Îmraliyê diqewime  sîstemeke îşkenceyê ya li dijî birêz Ocalan e, her wiha biryara Komîteya Wezîran a Ewropayê ku ji aliyê dadgeha dewleta Tirk ve cezayê buebed li dijî rêbertî hatiye dayîn, binpêkirina  mafên mirovan e û divê bê guhertin.

Tiştê ku ji van hemû binpêkirinên neqanûnî û hovane yên li ser rêber Ocalan tê derxistin, ji zihniyeta dewleta Tirk a faşîst a heta niha hebûna Kurd û mafên wê yên rewa qebûl nekiriye, her wiha tirsa wê ji perspektîf û peyamên ku ji Îmraliyê tên ên li ser bingeha biratî, demokrasî û jiyana hevbeş, lê dewleta Tirk bi zihniyeta xwe ya desthilatdar li ser yek reng û yek çand ye û reng û çandên din înkar dike.

Em wekî Însiyatîfa Ji Rêber Ocalan re Azadî ya Sûriyê dibêjin ku azadiya rêbertî wê doza Kurd bi awayekî aştiyane çareser bike û ev yek jî wê aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn belav bike. Li ser vê yekê em ê bi hemû rêbazên demokratîk û li hemû qadan têkoşînê bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêbertî misoger bibe û di nav gelê xwe de rola xwe ya dîrokî di pêşxistina mirovahiyê de pêk bîne.

Em bang li gelê Kurd û hemû dostên cîhanê dikin ku ji bo azadiya rêber Ocalan têkoşînê mezin bikin."

(dx)

ANHA