Dagirker êrişên xwe li ser Eyn Îsayê zêde kirin

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser gundewarên rojavayê navçeya Eyn Îsayê zêde kirin.

Dagirker êrişên xwe li ser Eyn Îsayê zêde kirin
13 sibat, 2022   16:03
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundewarên rojavayê navçeya Eyn Îsayê didomînin. Piştî gundên Hoşan, Mielek û Cidêda û rêya M4 ku di encamê de welatiyek şehîd bû, gundên Heymer û Niêt ên rojavayê navçeyê jî dane ber topbaran.

Topbarana li ser gundên navobrî berdewam dike.

ANHA