​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê topek bêbandor kir

Li Minbicê Tîma Endezyariya Mayînan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn topeke neteqandî  ji bermahiyên topbarana dewleta Tirk a li ser taxa 4 Kîlo ya li ser rêya Cerablûsê bêbandor kir.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Minbicê topek bêbandor kir
13 sibat, 2022   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tîma Eyndizyariya Mayînan duh li taxa 4 kîlo ya li ser rêya Cerablûsê, topbeke neteqandî bêbandor kir.

Li gorî malperê: "Welatiyek agahî da hêzên me ku di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarê Minbicê de, topek li nêzî mala wî ketiye û neteqiyaye. Endamên hêzên me û tîmên endazyariya mayînan ber bi cihê navborî ve çûn û devera top lê dorpêç kir, piştre tîmeke endezyariyê bêbandor kir beyî ku ziyan çêbibin."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kir ku ji bo parastina ewlehî û aramiyê, ger cizmek bi guman dîtin, hema yekser agahî bin navendên hêzê.

(dx)