Dewleta Tirk a dagirker gundê Hoşan topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Hoşan ê rojavayî navçeya Eyn Îsayê topbaran dike. Hemwextî wê balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê navçeyê û rojavayê wê digerin.

Dewleta Tirk a dagirker gundê Hoşan topbaran dike
13 sibat, 2022   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Hoşan ê rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin.

Her wiha hat ragihandin ku hemwextî topbaranê balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê navçeyê û rojavayê wê digerin.

(şx)