Kongra Star: Planên hêzên komploger li hember felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi bin ketin

Koordînasyona Kongra Star bang li hêzên demokratîk û gelên azadîxwaz kir ku di salvegera 23`iyan a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan. Her wiha piştrast kir ku hemû planên hêzên komploger li hember felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi bin ketin.

Kongra Star: Planên hêzên komploger li hember felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi bin ketin
13 sibat, 2022   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê bi tundî komplo û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Kongra Star diyar kir ku dewletên komploger li ser hesabê gelan û azarên wan, xwe li ser lingan digirin.

Kongra Star di daxuyaniyê de îşaret bi tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û hewldanên tunekirina wî û gelê kurd kir û got: “Hêzên ku li hember felsefe û fikrê rêber Abdullah Ocalan bi bin ketine, her sal planên din li dijî gelê kurd pêk dikin. Herî dawî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û armanca wan a yekane têkbirina vîna azad a gelên herêmê ye.”

Kongra Star di daxuyaniya xwe de soza şopandina fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan da ku rêya xilasiya gelên bindest û pêkanîna azadiyê ye. Her wiha diyar kir bê azadiya rêber Abdullah Ocalan gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn azad nabin.

Kongra Star bang li hêz û kesên demokrat, cîhan û rêxistinên civaka sivîl kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û têkbirina komployê û misogerkirina azadiyê tê bikoşin.

(şx)

ANHA