‘Em bi xwe herêmên xwe diparêzin‘

Şêniyên Dirbêsiyê îşaret bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kombûna wan li derdora QSD‘ê li hemberî êrişan kir û got: "Em bi xaka xwe ve girêdayî ne û rê nadin ku were dagirkirin."

‘Em bi xwe herêmên xwe diparêzin‘
13 sibat, 2022   02:45
HESEKÊ- OLVA HAC MENSÛR

Piştî binkeftina êrişên çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê û rêgirtina li ber komkujiyên mezin, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Şehbayê heta Dêrikê zêde kirin.

Şaneyên çeteyên DAIŞ'ê di 20'ê Çileyê de êrişî girtîgeha Sînaa kir. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD‘ê di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de bersiva êrişan da û di nav 6 rojan de êriş şikand.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêbazên cûda êrişên xwe li ser herêmê giran kirine û balafirên bêmirov ên biçek bi kar tîne. Duh navçeya Amûdê bombebebaran kir, di encamê de welatiyek birîndar bû. Beriya wê jî li ser rêya di navbera Amûdê û Dirbêsiyê de li erebeyekê da, di encamê de zarokekî 11 salî şehîd bû û 3 kes birîndar bûn.

Derbarê van êrişan de şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê diyar kir ku ew li gel QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn herêmên xwe diparêzin û dev ji xaka xwe bernadin.

Welatiyê bi navê Hemîd Meîş diyar kir ku êrişa vê dawiyê ya li ser girtîgeha Sînaa û zêdekirina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hev ve girêdayî ne û got: "Ev her du planeke ku ji aliyê îstîxbarata Tirk ve ji bo zindîkirina DAIŞ'ê, dagirkirina herêmê û têkbirina Rêveberiya Xweser hatiye amadekirin."

Hemîd Meîş destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di qadên civakî, siyasî û leşkerî de plana êrişa li ser girtîgeha Sînaa têk bir û got, ev yek ji hemû cîhanê re îsbat kir ku gelên herêm rê nadin tu hêz ku herêmên wan dagir bikin.

Meîş got: "Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ'ê, dewleta Tirk têkçûna çeteyan qebûl nekir, ji ber vê yekê herêmên me bombebaran kirin û sivîl kir hedef. Ev yek piştgiriya dagirkeriya Tirk ji terorîstan re nîşan dide."

Hemîd Meîş destnîşan kir ku hêz û civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe ya li hemberî van êrişan, hevkarê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê ne.

Welatiya bi navê Hojîn Hîres got ew bi QSD û hevgirtina gelên herêmê li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê serbilind e û got: "Hêzên me her carê berxwedaneke dîrokî raber dikin, ku hêza yekane ye ya ku karîbû DAIŞ li Baxozê û di Pêngava Gurzê Gelan de li girtîgeha Xiwêranê têk bibin."

Hojîn Hîres destnîşan kir ku ew li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwe herêmên xwe diparêzin û bang li civaka navneteweyî kir ku derbarê dosyaya DAIŞ'ê de berpirsyariyên xwe bi cih bîne da ku dawî li wê bîne û êrişên dagirkeriya Tirk biqedîne.

Welatiyê bi navê Fexrî Ehmed têkildarî bûyerên ku van demên dawî li herêmên wan qewimîne got: "Piştî têkçûna plana dagirkeriya dewleta Tirk a bi rêya DAIŞ'ê ya ji bo têkbirina ewlehî û aramiya herêmê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, êriş zêde bûne."

Her wiha Rûsya û hikumeta Şamê ji ber bêdengiya xwe ya li hember êrişên ku herêmên Sûriyê dike hedef rexne kir.            

Fexrî Ehmed di dawiya axaftina xwe de got, ew bi xaka xwe ve girêdayî ne, bi hêzên xwe yên leşkerî re amade ne parastinê bikin û dev ji warê xwe bernadin.

(dx)

ANHA