Kemal Akîf: Heke hêviya çareseriyê hebe, ew jî Rêveberiya Xweser e

Berdevkê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Kemal Akîf diyar kir ku hêzên li meydanê ku naxwazin aloziya Sûriyê çareser bibe, Rêveberiya Xweser ji bo berjewendiyên xwe metirsîdar dibînin û got “Heke ji bo Sûriyê hêviyeke çareseriyê hebe, ew jî Rêveberiya Xweser e.”

Kemal Akîf: Heke hêviya çareseriyê hebe, ew jî Rêveberiya Xweser e
13 sibat, 2022   01:46
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Hewldanên di warê dîplomasiyê de ji bo naskirina fermî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bê navber didomin. Piştî biryara Parlamentoya Baskê, Rêveberiya Xweser têkiliyên xwe yên herêmî û navneteweyî zêde kirin.

Êrişa DAIŞ’ê ya li Hesekê û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din nîşan da ku çareseriya aloziya Sûriyê, bi naskirina Rêveberiya Xweser çêdibe.

Kemal Akîf destnîşan kir ku naskirina Rêveberiya Xweser dê bandoreke erênî li tevahiya Sûriyê bike, lê hêzên li meydanê naxwazin aloziya Sûriyê were çareserkirin û ji bo vê yekê hemleyên reşkirinê li dijî Rêveberiya Xweser didomînin.

Kemal Akîf li ser pêvajoya piştî êrişa Hesekê ya DAIŞ'ê careke din hişyarî da û got: "Heke DAIŞ li Hesekê bigihaşta armanca xwe, dê her kes bi vê xetereyê re rû bi rû bima."

Hevpeyvîna me ya bi berdevkê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akîf re wiha ye:

Çima hêzên navneteweyî Rêveberiya Xweser nas nakin?

Ji roja yekemîn a aloziya Sûriyê ve ji bilî Rêveberiya Xweser tu projeyeke çareseriyê dernekete holê. Ji ber kûrbûna aloziya Sûriyê û hebûna hejmareke mezin a hêzên navneteweyî û herêmî li meydanê, gelek pirsgirêk derdikevin. Dewleta Tirk û hêzên din ên li meydanê, sedemên sereke yên dijberiya bi Rêveberiya Xweser re û kûrbûna aloziya Sûriyê ne. Pirsgirêkeke din jî sîstema hiqûqî ya navneteweyî ye. Di vê mijarê de bi welatên rojavayî re nîqaş tên kirin. Hemû jî dibêjin ku Rêveberiya Xweser rêgezên pirrengî û demokratîk esas digire û hêviya pêşerojeke baş dide, lê naskirina wê bi çareserkirina aloziya Sûriyê ve tê girêdan. Yanî ji ber sîstema hiqûqî ya navneteweyî, zehmet e ku ev proje bi awayekî fermî were naskirin heta ku krîza Sûriyê çareser nebe.

Ji bo ku Rêveberiya Xweser bê naskirin, hemleyek hate destpêkirin û armanca wê, bi vê naskirinê çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Wek Rêveberiya Xweser armanca me ya sereke ew e ku em projeya xwe ya ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bidin naskirin. Em li ser bingeha pêşxistina çareseriya demokratîk a aloziya Sûriyê, damezirandina Rêveberiya Xweser li ser bingeha vê çareseriyê û her wiha naskirina Rêveberiya Xweserî têkoşîna xwe didomînin.

Naskirina Rêveberiya Xweser dê bandoreke çawa li hêzên li Sûriyê û pozîsyona wan bike?

Hêzên li meydanê naxwazin krîz çareser bibe. Heke her kes vê projeyê wek projeya çareseriyê ya li Sûriyê bibîne, dê bandoreke erênî ya yekser li yekitî û ewlehyiya Sûriyê bike. Her wiha pêşketina wekhevî û demokrasiyê mîsoger dike. Ji ber ku hêzên heyî naxwazin ev geşedan pêk werin, Rêveberiya Xweser ji bo berjewendiya xwe xeternak dibînin û bi planên qirêjî li dijî wê çêdikin. Tevî ku Rêveberiya Xweser diyar kiriye ku dixwaze Sûriye yekgirtî bimîne û ji diyaloga bi hemû pêkhateyan re vekirî ye jî, wek 'cudaxwaz' tê dîtin. Bi kurtasî naskirina Rêveberiya Xweser dê bandoreke erênî li her kesî bike, lê hêzên li meydanê vê yekê naxwazin.

Piştî êrişa DAIŞ'ê ya li Hesekê û êrişên dawîn ên dewleta Tirk, hêzên navneteweyî bertekên çawa nîşan dan?

Êrişa li Hesekê û êrişên dewleta Tirk ên li ser Dêrik, Maxmûr û Şengalê parçeyên heman planê ne. Zindîkirina DAIŞ'ê li herêmê dê bi kêrî berjewendiya siyasî ya hinan, bi taybetî dewleta Tirk, were. Li aliyê din, Tirkan hewl da tiştên ku DAIŞ'ê nekarî li Hesekê temam bike, bi rêbazên cuda temam bikin. Niha di destê her kesî de belge hene ku dewleta Tirk dixwaze terorê li herêmê gur bike. Ev mijar êdî teqez e; hem hêzên navneteweyî û hem jî Koalîsyon vê yekê baş dizanin. Ji ber ku plana êrişê ya li girtîgeha Sînaa li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, hate çêkirin. Çeteyên li wan herêman jî beşdarî êrişa li Hesekê bûn. Em bi zelalî dikarin bibêjin; ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku ji bo têkbirina ewlehiya herêma me destekê didin çeteyan, lê belê ji ber berjewendiyên siyasî ev yek nayê eşkerekirin.

Wek Rêveberiya Xweser me di daxuyaniya xwe ya piştî bidawîbûna leşkerî ya DAIŞ'ê ya piştî serkeftina têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ya li Hesekê de jî heman tişt got. Me bang kir û me got DAIŞ xeteriyeke mezin e û ne tenê li ser herêmên Rêveberiya Xweser lê belê ji hemû cîhanê re xetere ye û li ser vê bingehê piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin. Heke DAIŞ îro li Hesekê bigihîşta armanca xwe, dê her kes bi vê xetereyê re rû bi rû bima.

Helwest û piştgiriya civata navneteweyî ya heta niha, têrê nake. Di encama daxuyaniyên piştî bûyera Hesekê de em dikarin diyar bikin ku di aliyê piştevaniyê ve pêşketineke berbiçav çênebûye.

Heke nasîna Rêveberiya Xweser çêbe, êriş dikarin werin astengkirin?

Piştî hilweşandina plana Hesekê ya DAIŞ'ê me peyamên dîplomatîk ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser di hemû warên siyasî, aborî, lojîstîk û leşkerî de dan. Heke ev destek neyê dayîn, dê xetereya DAIŞ'ê zêde bibe. Naskirin û destekdayîna Rêveberiya Xweser ne tenê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê, di heman demê de ji bo çêbûna bawerî û aştiyê ya li herêmê, dê bandoreke erênî bike.

Dema her kes ji DAIŞ'ê direviya û dixwest bê qedandin, dema destek ji QSD'ê re hat dayîn, DAIŞ bi awayekî leşkerî qediya. Lê bele vê destekê têra xwe dewam nekir. Bûyera li Hesekê encama vê yekê ye. Naskirina Rêveberiya Xweser pêwîstiya sereke ya bidawîkirina terora li herêmê û demokrasî û aştiya li tevahî Sûriyê ye.

Xebatên we yên ji bo ku Rêveberiya Xweser bê nasîn, çi ne? Ev xebat di kîjan astê de didomin?

Naskirina Rêveberiya Xweser bingeha planên me yên sala 2022'yan e. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya giştî de biryar da ku xebatên siyasî ji bo qada dîplomasiyê û ji bo naskirinê bide meşandin. Dîsa dibêjim; heke Rêveberiya Xweser neyê naskirin dê tevahiya Sûriye bi xetereyan re rû bi rû bimîne. Ji ber ku li aliyekî dewleta Tirk a mêtinger heye ku çeteyan têr dike, destekê dide DAIŞ'ê û demografiya herêmê diguherîne û li aliyekî din jî hêzên ku sûdê ji berdewamkirina aloziya Sûriyê werdigirin. Bi van hemûyan re siberoja Sûriyê tarî dimîne. Heke em ê li ser hêviya çareseriya ji bo Sûriyê biaxivin, ev yek di nava Rêveberiya Xweser de ye. Kesên ku çareseriyê dixwazin, divê piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin.

ANHA