Rewşenbîr: Bi xweparastinê komplo û komploger hatin têkbirin

Rewşenbîrên ji Helebê diyar kir ku xweparastin di çarçoveya şerê gel ê şoreşerî de li hemberî êrişên bi armanca têkbirina destkeftiyên gelan, pêwîstiyek e.

Rewşenbîr: Bi xweparastinê komplo û komploger hatin têkbirin
13 sibat, 2022   00:38
HELEB- MIHEMED EBDO

Têkildarî girîngiya pêkanîna rêgezên xweparastinê ji bo tevahî civakan, bi taybet civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşenbîrên ji Helebê nêrînên xwe parve kirin. Rewşenbîran diyar kirin ku bi xweparastinê hemû komplo û planên li dijî gelan, têk çûn.

 ‘XWEPARASTIN BEŞEK JI BERXWEDANÊ YE‘

Hevserokê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Ehmed Bîrhat diyar kir ku siyaset û şerên ku ji aliyê welatên hegemonîk û kapîtalîst ve li Rojhilata Navîn tên meşandin, bi armanca desteserkirina xêr û bêrên van welatan pêk tên.

Ehmed Bîrhat destnîşan kir ku şerên niha naşibin şerên klasîk û got: "Ji ber ku di çarçoveya şerê taybet de rasterast bi aliyê derûnî ve girêdayî ye. Lew ra divê ji gelek rêbazan ve xweparastina ji vî şerî were pêşxistin, ji wan rêbazan girêdana bi xak û nasnameyê ve.

Bîrhat da zanîn ku hemû zindiyên ku li ser rûyê erdê dijîn xwedî rêbazeke xweparastinê ye, ku ev tiştek xwezayî ye û mirovan ev yek pêşxistiye û wiha domand: "Em dikarin xweparastinê wekî beşeke ji berxwedana li pêşberî metirsiyan binav bikin."

SÊGOŞEYA SERKEFTINÊ

Têkildarî êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser tevahî herêmên Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bîrhat wiha got: "Rêya herî baş a bersivdayîna van êrişan ku em dikarin wan wekî plankirî bi nav bikin û ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên piştgirîkirin, hevgirtina gel bi hêzên leşkerî yên ku nûnertiya wê dikin û bi taybet QSD ye."

Bîrhat bal kişand ser êrişa çeteyên DAIŞ‘ê ya li ser girtîgeha Sînaayê û wiha dom kir: "Êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê, bû sedem ku em xweparastinê ji xwe re bikin bingeh û bi pêkanîna wê komploya li dijî Rêveberiya Xweser têk çû û planên wan şikest. Îradeya gel li kêleka hêzên leşkerî, sêgoşeya serkeftinê ava kir û li ser erdê pêk anî."

Ehmed Bîrhat mînakên dîrokî yên bidestxistina serkeftinên bi hevgirtinê bibîr anî, ji wan; tecrubeya Yekitiya Sovyetê li bajarê Stalîngradê bi berxwedana şeş mehan a ku bi têkbirina Naziyan bi dawî bû, şerê Vîetnamê û tecrubeya Çînê.

Hevserokê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Ehmed Bîrhat di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku mînaka herî baş a pirsgirêka heyî, projeya Rêveberiya Xweser e ku di hemû astan de weke serkeftî tê binavkirin.

Nivîskar û endamê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Welîd Hebeş jî got, şerê gelê şoreşgerî ne nû ye, di şoreşan de ji bo rizgarî û bidestxistina mafan di hemû şoreşên hatibûn ragihandin de, hewce bû.

Hebeş her wiha bal kişand ser rola pêşeng a gel di bidestxistina serkeftinan de û got, di dema ku hêzên leşkerî bi parastina ewlehiya sînor ve mijul dibe, parastina hundirîn dibe erka gel û got: "Em vê rolê di gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dibînin ku li kêleka QSD'ê sekinîn û bersiva êrişan dan.".

Welîd Hebeş wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Eger em bixwazin serkeftin bidomînin, divê em gel li ser mijara berpirsiyariya xweparastinê û hevgirtina hêzên xwe, hişyar bikin û hemû endamên civakê dikarin ji bo bidestxistina hêviyan rol bilîzin."

(dx)

ANHA