Panorama hefteyê: Rûsya ji bo xwepêşandanên li Siweydayê ket tevgerê

Têkildarî xwepêşdanên li Siweydayê yên ji ber nebabşna rewşa aborî û debarê, şandeyeke Rûsî roja Înê serdana Siweydayê kir. Li aliyekî din aloziya siyasî ya li Iraqê ji ber astengbûna hilbijartina serokkomariyê derbasî qonaxeke nû bû.

Panorama hefteyê: Rûsya ji bo xwepêşandanên li Siweydayê ket tevgerê
13 sibat, 2022   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa xwepêşandanên li Siweydayê, hilbijartinên serokkoariya Iraqê û rewşa Tunisê kir.

‘RÛSYA JI BO XWEPÊŞANDANÊN LI SIWEYDAYÊ KET NAVA LIV Û TEVGERÊ’

Girêdayî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Duh gelek şênî li parêzgeha Siweydayê li pêşiya navenda Eyn El-Zeman kom bûn. Hemwextî wê, şandeyeke Rûsyayê gihaşt bajêr da ku der barê xwepêşandanan de lêkolînê bike û hewl bide bigihêje çareseriyan.

Jin, mêr, ciwan û şêx beşdarî xwepêşandanan bûn û şêxan bang li şêniyan kir ku bi aqilane tev bigerin û ji tevliheviyê dûr bikevin û bi awayekî aştiyane banga mafên xwe bikin.

Pêncşemê efserên Rûsyayê serdana Navenda Lihevkirinan kir û bi qeymeqamê Siweydayê û serokê navenda ewlehiyê ya dewletê re civiya. Şandeya Rûsyayê, rêbazên dan û standina bi xwepêşandanan re û sedemên sewqiyatên dawîn, mijarên din ên xizmetguzariyê mîna kehrebe, av û vekirina navendeke Rûsyayê li Siweydayê, belavkirina alîkariyan û valakirina navenda Talêî ku koçber ji herêmên din ên Sûriyê lê bi cih bûne û dîtina çareseriyekê ji wan re, nîqaş kirin.”

‘PAŞXISTINA HILBIJARTINÊN SEROKKOMARIYÊ SIYASETA IRAQÊ BER BI XERABIYÊ VE DIBE’

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Iraqê de wiha nivîsî: "Biryara paşxistina hilbijartinên serokkomariyê careke din Iraq tevlihev kir, di demekê de ku li Iraqê têkildarî îhtîmala çareserkirina krîza siyasî ji dema hilbijartinên qanûnî yên ku di 10'ê Cotmehê de pêk hatin û vir ve welat bi êş û azaran re rû bi rû ye.

Meclisa Nûneran a Iraqê piştî baykotkirina hilibijartinan ji aliyê Tevgera El-Sadr, Hevbendiya Serweriya Sunnî û Partiya Demokrat a Kurdistanê ve, helbijartinên serokkomariyê heta demeke nediyar bi paş xist.

Tevgera El-Sadr ku ji 73 parlamenteran pêk tê, ji roja şemiyê ve boykotkirina civîna hilbijartinên serokkomariyê ragihand û piştî wê aliyên din jî tev lê bûn. PDK jî tev lê bû, ji ber nepejirandina namzetiya Hoşyar Zêbarî ya ji ber dosyayên wî yên gendeliyê.

Aliyên siyasî yên Iraqê diyar kir ku ji bo namzetekî ku tawanên gendeliyê li ser hene, divê hilbijartinên serokkomariyê neyên paşxistin. Bi taybet ji ber ku welat êdî nikare tiştên din tehemul bike.”

‘QEYS SEÎD RÊ LI PÊŞIYA XURTKIRINA ÎXWANAN GIRT’

Girêdayî kar û barên Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Tunisiyan ji bo ku hesab ji dadgerên terorê bê xwestin ku girêdayî şaneyên veşartî yên Tevgera Nehda ya Îxwanî ne, xwepêşandan li dar xistin. Ev dadger bi tawanên nixumandina sûcên Îxwanan, di sêrî de bûyerên kuştinê yên siyasî, rû bi rû mane.

Serokê Tunisê Qeys Seîd duh jihevxistina Meclisa Bilind a Dadgehê ya Desteya Destûrê ya Serbixwe ragihand. Her wiha diyar kir ku ev meclis ajandeyên aliyên dûrî berjewendiya giştî pêk tînin. Seîd di dîmenekê de ku serokatiya komarê di serdana wê ya ji bo navenda Wezareta Hundirîn de weşandiye, got: “Di vê meclisê de erk tên firotin û tevgera dadweriyê li ser alîgeriyê ava bûye.”

Li gorî çavdêran, Qeys Seîd bi vê yekê rê li pêşiya kontrola Tevgera Nehda ya Îxwanî ya li ser dadgeriyê girt.”