Li Romayê bi rêber Abdullah Ocalan re 65 roj - (2)

Reportaj Summay

Li Romayê bi rêber Abdullah Ocalan re 65 roj - (2)
12 sibat, 2022   00:36

Ahmet Yaman li ser pêvajoya 4 mehan a ji 9'ê Cotmeha 1998'an heta 15'ê Sibata 1999'an ku rêber Abdullah Ocalan wek operasyona herî girîng a NATO'yê dinirxîne, got “Heke wê demê pirsgirêk çareser bibûya, di 23 salan de ev qas êş nedihatin kişandin.”

Pêvajoya Komploya Navneteweyî ku bi derxistina rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê, dest pê kir, li Roma û Moskovê û herî dawî jî li Kenyayê dema radestî dewleta Tirk kirin, berdewam kir.  Rêber Abdullah Ocalan ev serdema yekemîn a komployê wek "Serdema herî krîtîk a rejîma qirkirinê ya li dijî gelekî li ser şexsê min dest pê kiribû." dinirxîne.

Komployê bi planên berdest dewam dikir. Di 13'ê Mijdarê de rêber Ocalan çûbû Romayê û di 2'yê Sibatê de jê derketibû. Di parêznameyên xwe de sedema derketina xwe ya ji Romayê, wiha vedibêje: “Berlusconi hemû hêza xwe seferber kir. Ew zilamê Gladioyê bû. Ez neçar mam ku derkevim, ji ber ku min dizanî ku Îtalya nikare min ragire. Bê guman Tirkiye di berdêla vê de bû welatê herî pêbawer lê herî zêde muhtacî DYA û Îsraîlê.”

Rêber Abdullah Ocalan 3 vebijêrkên li Naîrobiyê datînin pêşiya wî jî wiha rave dike: "Ya yekemîn; mirinek e ku ji ber demeke dirêj guhnedana fermanan kirine wekî pevçûnekê, ya duyemîn; bêyî ku ez tiştekî bibêjim bikevim bin emrê CIA'yê û radest bibim, ta sêyemîn jî; radestkirina min ji tîmên şerê taybet ên Tirk re ku ji zû de amadekırî bûn.”

Hêzên komploger ku plana sêyemîn pêk anîn, 15'ê Sibatê rêber Abdullah Ocalan radestî dewleta Tirk a dagirker kir ku Kurd  jê re dibêjin 'Roja Reş'. Hêzên navneteweyî di dewamkirina komployê de israr kir.  Polîtîkayên tecrîdê û êrişên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurdistanê, bingeha vê israrê ne.  Ahmet Yaman got hêzên komploger bi ser neketine lê hewldanên wan didomin.

Ahmet Yaman di berdewama hevpeyvînê de qala pêvajoya Komploya Navneteweyî dike.

Di rêwîtiya ber bi Moskovê de cenabê te jî hebû. Di balafirê de hûn li ser çi axivîn? 

Rast e, em dîsa bi hev re bi balafireke taybet çûn Rûsyayê. Ez li balafirê li kêleka wî bûm û me sohbet kir. Piştî ku ji Romayê derket, diviyabû Serok bi heyeteke ji Amerîkayê re biciviya. Ji bo wê hevpeyvînê di balafirê de nameyek nivîsî û da min. Ji min xwest ku bi heyetê re hevdîtinê bikim û wê nameyê bidim wê. Gelek caran ji min re digot di balafirê de li xwe miqate bim. Digot “Dibe ku piştî min li dijî we bertek û hewldan hebin.” Balafir li balafirgeha Moskovê daket. Me li wir xatir ji hev xwest. Serok axaftineke xatirxwestinê kir. Got em ê dîsa hev bibînin. Ez bi heman balafirê vegerîyam Romayê. Serok li balafireke li balafirgeha Mînskê siwar dibe, divê biçûya Hollandayê. Lê belê ji ber ku Hollandayê qada xwe ya hewayî girt, balafir ji dakete balafirgeha Mînskê. Serê sibehê min bi Serok re bi telefonê axivî. Fikarên xwe anî ziman û ji bo ku ez dostên ji Îtalyayê bixim dewrê hin pêşniyar kirin û em jî ketin nava liv û hewldanan.

Ji bo destwerdanm li rewşa li wir bikin, ez û 2 parêzerên ji Îtalyayê ji Romayê ketin rê û me berê xwe dan Brukselê. Em li balafirê siwar bûn û ji ber îxbara bombeyê careke din em ji balafirê derxistin. Em çend saetan li bendê man. Dema em li bendê bûn, parêzerekî Serok got wî pasaporta xwe li malê hiştiye. Kontrol nakin, ji ber ku ew parlamenter e. Ew parêzer vegeriya. Em jî çûn Brukselê û em bi hin hevalan re axivîn. Em li wir pê hesiyan ku parêzer dê biçe Kenyayê. Parêzer dê li Îtalyayê dîsa daxwaz bikira ku pêvajoya penaberiya siyasî bikeve rojevê û pêvajoya wê bê şopandin.

Êvara 14'ê Sibatê parêzer vegeriya û me pê re li balafirgeha Romayê hevdîtin kir. Wê demê ajansan dest pê kir nûçe dan. Parêzer diyar kir ku rewşa li Kenyayê ne baş e, Yewnanistan zextê dike. Mixabin wê şevê bi Komploya Navneteweyî serok Ocalan dîl girtin.

Pêvajoya Komploya Navneteweyî ji aliyê gelê Îtalyayê û hikumetê ve çawa hate dîtin?

Serok dixwest vegere Îtalyayê. Hikumeta Îtalyayê sozek dabû wî; gotin li ku derê be jî ew ê piştgiriyê bidin wî. Îtalya xwedî vebijêrkeke di ji bo welatekî sêyemîn bû ku ji me jî veşartibûn. Lîbya cihek bû ku ji aliyê Qeddafî ve hatibû amadekirin. Dema ku em bi çûn Rûsyayê, heke pirsgirêkek hebûya, pîlot dê bi awayekî otomatîk berê xwe bida vebijêrka sêyan. Helbet şert û mercên wê vebijêrkê hebûn; teqez dê ne telefon nehata bikaranîn, cihê çûna Serok veşartî bimaya, yên kup ê re çûne jî dê ji wir venegeriyana. Ev yek tu carî ji aliyê Serok ve nehate qebûlkirin.

Tevî çûyîna Serok jî pêvajoya penaberiyê dewam kir. Dema ku em pê hesiyan ku li Kenyayê dîl hat girtin, li Îtalyayê nerazîbûneke mezin û hêrs çêbû. Bertekên gel ên li hemberî D'Alema çêbûn. Di daxuyaniya D'Alema de hate gotin ku Serokê bi dilxwazî çûye. Nameyeke taybet hebû ku Serok ji D'Alema re nivîsîbû. Di wê nameyê de Serok diyar kir ku ew bi dilxwazî ji Îtalyayê veqetiyay. D'Alema ev nameya xwe da çapemeniyê. Di hevdîtina me ya taybet de soz dan ku dê weke hikumet her tiştî bike da ku encamên erênî yên dadgeha penaberiyê ji bo Serok bi dest bixe. Piştre jî Dadgeha Îtalyayê daxwaza penaberiyê ya Serok li ser bingeha xala 10’an a destûrê qebûl kir. Bi sed hezaran kes tev li çalakiya me ya protestoyê bûn. Çalakiyeke mezin pêk hat. Gelê Îtalyayê ji rewşê gelekî aciz bû. Li ofîsa me bi hezaran serdan pêk hatin.

Komploya Navneteweyî dikeve sala xwe ya 24 'an. Heta roja me ya îro rêber Abdullah Ocalan bi pêkanînên dermirovî re rû bi rû ye. Dixwazin ji bo îro çi bibêjin?

Rewşeke pir giran e. Serok bi awayekî fîzîkî dîl hat girtin, lê nekarîn fikrên wî dîl bigirin. Tevî ku ne li cem me be jî, fikrên wî ji bo mirovahiyê bûn çira. Hêviya gelên bindest e. Wekî ku berê jî gotibû, fikarên wî yên wê demê pir zêde bûn, pir bi biryar bû ku dawî li vê rewşê bîne. Hewldana wî ya sereke çareseriya siyasî bû.

Heke wê demê pirsgirêk çareser bibûna, di maweya 23 salan de ev qas êş nedihatin kişandin. Dibe ku li Rojhilata Navîn pergaleke aştiyane pêk bihata. Dê gelek tişt biguheriyana. Di vê qonaxê de zelal dibe ku nêzîkatî wê demê çi qasî rast bû. Ev çareseriya siyasî tevî şert û mercên zehmet ên li Îmraliyê jî dewam dike.  Ji serok Ocalan wêdetir dê kesekî ku bikare vê pirsgirêkê çareser bike, nebînin. Li ser çareserî, sîstema konfederal, modela Rojhilata Navîn û heta modeleke ku wê li cîhanê belav bibe, xebitiye. Ya rast li Îmraliyê dest pê nekir, ev pêvajo bi rastî jî li Romayê dest pê kir. Jixwe di hişê xwe de li çareseriyê digeriya û vê pêvajoyê li Îmraliyê dewam kir û dewam dike. Komployeke Navneteweyî têk bir. Ev nêzîkatiyeke ku cihê xwe di hiqûqê de nîn e. Ev ji darvekirinê girantir e. Lê belê bi salan e em kampanyayê dimeşînin. Li gelek welatên cîhanê, ji bo azadiya fîzîkî ya serok Ocalan komîte hatin avakirin. Serok Ocalan bi pirtûkên xwe yên wergerandî zimanên cîhanê, helwesta xwe û çareseriyên ku pêş xistine, sempatiya gelên cîhanê bi dest xistiye.

Çima tecrîda girankirî tê domandin?

Azadiya serok Ocalan azadiya Kurdan, Tirkiye û gelên bindest e. Xuya ye hêzên komploger ên navneteweyî hê jî di vê de israr dikin. Ew bi ser neketin û ji bo ku ev pêk were hewldaneke wan didome. Ev ne çareserî ye û dê wiha dewam neke. Çawa ku nekarîn ji lêgerîna çareseriyê ya serok Ocalan re bibin bersiv, hê jî di vê de israr dikin. Divê di zûtirîn demê de dest ji vê berdin.

Di dawiyê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Ev 23 sal e em xemgîn in. Hêvî dikim ev biqede. Careke din pê re hevdîtinê û sohbete bikim, armanc û daxwaza min a yekane ye.

ANHA