Li Romayê bi rêber Abdullah Ocalan re 65 roj - 1

Reportaj Summay

Li Romayê bi rêber Abdullah Ocalan re 65 roj - 1
11 sibat, 2022   00:40

Ahmet Yaman dema ku rêber Abdullah Ocalan çûbû Îtalyayê, 65 rojan pê re mabû. Yaman diyar kir ku çûna rêber Ocalan a Îtalyayê ji bo wê yekê bû ku berpirsyariyên Ewropayê yên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd bi bîra wan bixe û hewldanên wan ên ji bo wê jê bixwaze.

Komploya Navneteweyî bi derxistina rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê di 9'ê Cotmeha 1998'an de, dest pê kir. Di 15’ê Sibata 1999’an de rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya DYA, Brîtanya, Îsraîl, Gladyo, CIA, MOSSAD, MI6, MÎT’a Tirk û îstîxbarata Yewnanistanê hate revandin û radestî dewleta Tirk hate kirin û 23 sal di ser re derbas bûn.

Komplo di şexsê rêber Abdullah Ocalan de li ser hemû civak û tevgerên wê hate kirin. Dema ku rêber Ocalan di parêznameyên xwe de qonaxên Komploya Navneteweyî ya li dijî xwe dinirxîne, tespîtên wî paşperdeyên vê komployê radixin ber çavan: "Qonaxa yekem li Moskovê dest pê kir; min rûyê sar ê xiayanetê dît. Qonaxa duyemîn li Romayê bû; min li hemberî lîstikên kapîtalîzmê dev ji rûmetê berneda. Qonaxa sêyemîn li Atînayê bû; li hember xiyaneteke nedîtî ya li hevaltiyê, heçku ez lal û felc bûm! Qonaxa çaremîn li Naîrobiyê bû; ez radestî Tirkiyê hatim kirin ku li wê derê cezayê îdamê ji bo min dixwestin." 

Rêber Abdullah Ocalan vê pêvajoyê wek “Komploya Çar Mixan”  bi nav dike. Me ev pêvajo bi Ahmet Yaman nûnerê ERNK’ê yê Romayê yê wê demê re ku 65 rojan bi rêber Ocalan re ma, nirxand. 

We cara ewilî kengî û li ku derê rêber Abdullah Ocalan dît?

Di sala 1998'an de ez nûnerê Romayê yê Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) bûm. Dema Rêbertî hat Îtalyayê, em bi rêya ku ji aliyê hikumeta Îtalyayê ve hatibû peydakirn, çûn Rûsyayê. Li cem min nûnerekî hikumetê hebû. Me li balafirgeha Moskovê bi Rêbertî re hevdîtin kir. Dema em ji balafirê daketin, hin kes hatin û em pêşwazî kirin. Em li cihekî balafirgehê li hev civiyan. Ji bo min kêfxweşiyeke mezin bû.

Rêber Abdullah Ocalan çawa hûn pêşwazî kirin?

Dema ku min cara pêşî serok Ocalan li balafirgeha Moskovê dît, me hevdîtineke pir germ û dostane kir. Cara pêşîn ku min ew dît, bandoreka mezin li min kir. Wekî ku me bi salan hev nas dikir.

We di dema rêwitiyê de te behsa çi kir?

Gelekî girîng e ku mirov li ser mijarên siyasî, pirsgirêkên çandî, pirsgirêkên dîroka cîhanê bi serok Ocalan re biaxive. Ji ber ku ew mirovekî pir zana ye. Piştî çend saetan em, li balafirê siwar bûn, roja ku me li balafirgeha Moskovê hev nas kir. Me berê xwe da Romayê. Bi rê de em li kêleka hev rûniştibûn. Wî ji min re behsa Romayê kir. Tevî ku bi salan bû ez li Romayê bûm jî, min gelek agahî têkildarî Romayê jê girtin. Hema hema têkildarî her mijarê zanyariya xwe heye, mirovekî xwîngerm û samîmî ye, siyanetê li mirovan digire, çi dera lê be dike cihekî girîng û bi mirovan re têkiliyên samîmî çêdike. Girîng e ku mirov pê re sohbetê bike. Nêzîkatiya wî rê li ber mirovan vedikir, rehet dikir û xema her kesî dixwar.

Li Romayê hûn çawa hatin pêşwazîkirin?

Dema em hatin Romayê, bi qasî 3-4 rojan em bi Serok re bi tena serê xwe man. Ji ber pêvajoya girtinê em li nexweşxaneyekê diman. Amadekariyên li Îtalyayê gelekî baş bûn. Wekî ku hûn jî dizanin, bi erêkirin û vexwendina hikumeta Îtalyayê serok Ocalan hat Îtalyayê. Dostên îtalyayî û gelek partiyên siyasî jî ew vexwendibûn ku bê Îtalyayê. Massimo D'Alema wê demê serokwezîr bû. D'Alema xwedî nêzîkatiyeke gelekî germ bû. Dema ku me pêşî li ser daxwaza serok Ocalan a ji bo hatina Îtalyayê pê re hevdîtin kir, bêyî ku bifikire, qebûl kir. Me hemû organîzasyon jî bi hikumetê re çêkir.

Rêber Abdullah Ocalan li cihekî çawa dima, kê ewlekarî pêk dianî?

Li mala ku li Romayê lê dima, tedbîreke mezin a ewlehiyê hebû. Li taxeke li derveyî Romayê li maleke xwedî baxçe û 3 qatî dijiya. Xanî bi dîwarên bilind hatibû dorpêçkirin. Meseleya ewlehiyê pir xurt bû. Ji aliyê gerînendetiyên cuda yên polîsên Îtalyayê ve tedbîrên ewlekariyê yên hevpar hatin girtin. Li derdora malê, derdora taxê û li odeya rûniştinê ya li binê mala serok, nobet dihat girtin. Yên ji bo hevdîtina bi Serok re hatibûn, ji berê ve hatibûn agahdarkirin, piştî ku ji 3 nuqteyên kontrolê derbas dibûn, xwe digihandin wî. Tedbîrên hişk hebûn. Ewlekariya me ya navxweyî hebû. Hevalên mêvan çend rojan, hefteyekê diman. Gelek sohbet dihatin kirin. Hevalên li wir xwarin çêdikirin. Serok êvarê saet di 10:00 an jî 10:30 de diçû odeya xwe. Sibehan pir zû radibû. Bi qasî ku ji dest dihat bi hevalan re sohbet dikir. Gelek caran li baxçeyê malê spor dikir.

Kî dihat ku wî li Romayê bibîne?

Li Romayê hevdîtin û civînên mezin hatin kirin. Ji her dera cîhanê ji bo hevdîtinê dihatin. Bi dost û saziyên çapemeniyê yên Îtalyayê re hevdîtin û hevpeyvîn dikirin. Ji Filistînê heta Yewnanistanê ji welatên Ewropayê mirov hebûn. Bo nimûne, hevdîteneke girîng bi Madame Danielle Mitterrand re kir. Ez pê re bûm. Di hevdîtinê de Rêbertî helwesteke girîng nîşan dabû. Bi taybetî wê israr kir ku Serok ji Romayê dernekeve. Dema bi Pietro Ingrao re ku yek ji fermandarên partîzan ê herî navdar ên Îtalyayê ye, hevdîtin kir, dîsa ez pê re bûm. Nûnerên hemû partiyên siyasî, hiqûqnas û hin rojnamevanên ji Tirkiyê jî hatin. Mîna Tayfun Talîpoglu.

Wî bandoreke mezin çêdikir. Piştî hevpeyvînên bi rojnamevanan re, min reaksiyonên gelekî erênî yên rojnamevanan dîtin. Mirovên ku pê re hevpeyvîn dikirin, bi kêfxweşî diçûn. Li ser mirovan bandoreke erênî dikir. Yên ku berê qet nedîtibûn, yên nizanîbû, xwedî helwestên wekî kelecan û stres bûn. Lê dema dihatin hundir û bi Serok re hevdîtin kirin, atmosfer bi temamî diguherî, îfadeya rûyê mirovan diguherî, samîmiyet çêdibû. Serok xwedî hêzeke zêde ya ragihandinê ye. Min şahidîya wan kir, lê zehmet e ku mirov îfade bike.

Di wan hevdîtinan de ku hûn jî pê re bûn, bi piranî çi dihat nîqaşkirin?

Hatina wî ya Ewropayê, ji bo bidawîbûna şerê li Kurdistanê û peydakirina çareseriyeke siyasî ji bo pirsgirêkê bû. Fikarên wî yên kûr hebûn. Ji ber pîvana şer, komkujî, windahiyên mirovan gelekî bi fikar bû. Gelek caran nîqaş li ser çareseriya siyasî dihatin kirin. Ji ber ku li Ewropayê bi cih bûye, welatên Ewropayê dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin, hevalên li Ewropayê dikarin çi bikin, em dikarin ji bo çareseriyê bigihêjin serkeftinekê? Bala xwe disa ser wan pirsan. Gelek caran digot “Ez nehatim vê derê li stargehê bigerim. Çavkaniya bingehîn a vê pirsgirêkê Ewropa ye, Peymana Lozanê ye. Ji ber vê yekê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê Ewropayê. Ez li vir im da ku vê bînim bîra wan, ji wan hewldanan bixwazim.”

Hikumeta Îtalyayê ji bo rêber Abdullah Ocalan xebateke çawa meşand, hûn dikarin rewşa wê demê vebêjin?

Ji ber ku rêber Abdullah Ocalan li Îtalyayê bû, me bi daxuyaniyeke hevpar a bi hikumetê re li hev kiribû. D’Alema di daxuyaniya xwe de gotibû "Rêberê gelê Kurd li welatê me ye. Sedema bingehîn a hatina wî ya vê derê, dîtina çareseriyeke siyasî ya ji bo pirsgirêka Kurd e. Serok Ocalan û PKK li dijî terorê ne û alîgirên çareseriya siyasî ya pirsgirêkê ne." Daxwazeke Serok hebû ku hemû cureyên terorê şermezar bike. Piştî D'Alema Serok jî hemwextî wê daxuyaniyek da. Serok pirsgirêka jiyana bi hev re ya li komareke demokratîk a hevpar a li Tirkiyê raxist ber çavan, ku niyeta wan a parçekirina Tirkiyê nîn e, ji ber ku neçar man serî li têkoşîna çekdarî dan, ew alîgirên bêdengkirina çekan in. Vê yekê bandoreke mezin çêkir.

Wek gava duyemîn jî diviyabû D'Alema parlamentoya Îtalyayê agahdar bikira. Di rûniştina yekemîn de agahî da parlamentoyê û ji Îtalyayê daxwaza penaberiya siyasî ya ji bo Serok kir. D'Alema di parlamantoyê de diyar kir ku dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane werin çareserkirin û têkoşîma çekdarî were bidawîkirin û divê Tirkiye jî bê erênî nêzî yê yekê bibe. Serokê komên parlamentoyê jî axaftin kirin. Partiyên hikumetê ku partiyên rastgir jî di nav de bûn û partiyên muxalîf diyar kir ku bi piranî alîgirên çareseriya siyasî ne û divê mafê penaberiyê ji Serok re bê dayîn.  Meha destpêkê li Îtalyayê bandoreke gelekî mezin çêkir. Vê tevgera Serok bi xwe re nasandineke navneteweyî ji pirsgirêka Kurd re çêkir.

Li hember wan geşedanan helwesta hêzên komploger ên navneteweyî çi bû?

Pêvajoya Îtalyayê bandorên erênî çêkirin. Helbet hinek jî aciz dikirin. Nerehetiya hêzên komploger ên navneteweyî bi taybetî eşkere bû. Tevî bangeke navneteweyî ya der barê serok Ocalan de ku heke ne ji betalkirinê bûya, dê Almanya neçar bima ku daxwaza îadekirinê ji Îtalyayê bikira. Almanyayê lêgerîna navneteweyî tevî binpêkirina hiqûqa xwe, rakir. Dema ku hêzên navneteweyî hewl dan serok Ocalan ji Îtalyayê derxin, her tişt guherî. Bi taybetî partiyên rastgir helwesta xwe guherand.

Çima?

Sedema bingehîn hewldanên hêzên komploger ên navneteweyî bû. Wek mînak, hêzên komploger ên navneteweyî li Îtalyayê di hin rojnameyên mezin de dest bi propagandaya "kujerên pitikan" kir. A rast Tirkiyê ev reklam kirin. Reklamên bi pere bûn. Ji bo şikandina rêveçûna erênî ya çapemeniyê û sempatiya mezin a li Îtalyayê, ketin nava hewldaneke wiha. Me navê şerê çapemeniyê lê kir. Piştre bi daxuyaniyeke tund a D'Alema ev bi dawî bû. D'Alema ji berpirsên çapemeniyê re ev yek wek bêrûmetî bi nav kir.

Hêzên komploger ên navneteweyî bi zelalî fêm kirin ku heta ku serok Ocalan ji Îtalyayê veneqetie, bi tu awayî nedibû ku Serok ji aliyê fîzîkî ve dîl bê girtin. Ji bo vê yekê tevlihevî çêkirin. Ji ber vê yekê li Romayê însiyatîf û nîqaşên tund dest pê kirin. Her ku diçû dijwar dibû. D'Alema li pêşberî van her du zextan ku hêzên navneteweyî ji bo derxistina Serok ji Îtalyayê û gefên ji Tirkiyê li Îtalyayê kirin, bi tenê hat hiştin. Hêzên komploger ên navneteweyî, tevî Tirkiyê dor li Romayê girt. Wan zor dida ku Serok Îtalyayê biterikîne.

Di wê serdemê de ev rewş ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve çawa dihat nirxandin?

Me di nava xwe de li ser mijarê gelek nîqaş kirin. Serok zext û tehdîtên li ser hikumeta Îtalyayê dîtin û xemgîn bû. Digot "Em ji bo çareseriyê li vir in, lê mixabin em li vir jî nikarin muxatabetên xwe bibînin.” Li hemberî nêzîkatiyên dewletên Ewropayê rexnegir bû. Gelek caran radigihand ku Ewropa jî nikare wî ragire. Serok fikarên xwe bi gotina "Tu fikareke min ji bo xwe nîn e. Fikara min ew e ku ev şer bêhtir mezin bibe.

Serok dixwest li Romayê bimîne. Bi taybetî piştî hewldanên D'Alema, di serdanên li Brîtanya, Amerîka, Fransa û Almanyayê de diyar kir ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Îtalyayê ye, lewre lazim e Yekitiya Ewropayê biryara çareserkirina vê kêşeyê bide. Piştî vegera ji wan serdanan îhtîmala çareseriyê hebû. D'Alema ji van welatan re gotibû “Madem ev kes wek terorîst tê dîtin, PKK terorîst tê dîtin, wê demê em li Romayê dadgeheke Yekitiya Ewropayê ava bikin û Ocalan darizînin." Ev pêşniyar ewilî hat qebûlkirin û dê dadgeheke demkî ya bi pêşengiya Îtalyayê bihata avakirin. Ya rast, ev taktîkek bû ku D'Alema ji bo zorê li hikumetên Ewropayê bike. Brîtanya bê alî ma, Amerîkayê got ew ne li dijî wê ne û dê mudaxele nekin. Ya rast, heta ji bo nivîsandina komîsyona hiqûqê, rêzikname û statuya wê welatên Yekitiya Ewropayê xebat dan destpêkirin.

Rêber Abdullah Ocalan ev pêşniyar çawa nirxand?

Me bi nûnerên hikumetê re hevdîtin dikir û Serok jî dem bi dem pê re hevdîtin dikirin. Gumanên wî hebûn bê ka ew ê li Dadgeha YE'yê ya navneteweyî li hev bike yan na. Dema ku ji me re qala pêşniyarê kirin, me bi Serok re hevdîtin kir. Serok zêde li vê nefikirî û got "Baş e, heke ev dadgeha navneteweyî ya rast be, hesabekî ku em nikarin li ser bingeha hiqûqa rast bidin, nîn e." Û ev dadgeh qebûl kir. Serok qebûl kir lê Tirkiyê red kir. Diviyabû her du alî vê dadgehê qebûl bikin. Ji ber vê yekê, bi helwesta gelekî dijwar a Tirkiyê, gelek welatan bi bêhelwestiya Amerîkayê re nêrîna xwe guherand. Almanya vekişiya û mixabin D'Alema dîsa bi tena serê xwe ma.

Serok nêzîkatiyeke gelekî mutewazî nîşan da. Me gelek caran nîşan dida ku divê ji Romayê dernekeve. Lê belê herî zêde ji ber zexta li ser D'Alema xemgîn bû. Nedixwest zêdetir li ser D'Alema bibe bar û D'Alema nekeve rewşeke dijwar. Ji ber ku dît ku çareseriya siyasî ya li Ewropayê kamil nebûye û ji Romayê jî derket.