Nivîskarê siyasî yê sûrî: PKK ne terorîst e, PKK xeta parastinê ya li dijî terorê ye

Reportaj Summay

Nivîskarê siyasî yê sûrî: PKK ne terorîst e, PKK xeta parastinê ya li dijî terorê ye
12 sibat, 2022   06:41

Nivîskarê siyasî yê sûrî Mihemed Îsa ji berjewendiya tevahî mirovaniyê ye ku ne tenê PKK‘ê ji "lîsteya terorê" were derxistin, lê belê divê PKK‘ê wekî xeta parastinê ya yekemîn li dijî terorê were destnîşankirin.

Bangên rewşenbîr, nivîskar û gelê cîhanê yên bi armanca derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ji "lîsteya terorê" berdewam dikin.

Ji bo ku PKK‘ê ji lîsteyên 'rêxistinên terorê' yên DYA û Konseya Ewropayê bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13'ê Kanûnê de kampanyayek hate destpêkirin. Ji 30 welatî zêdeyî hezar kesayetên naskirî mohra xwe danîn binê kampanyayê û serkêşiyê jê re dikin. Gelek parlamenter, akademîsyen, sînemager, lîderên siyasî, nivîskar û aktîvîst jî beşdarî kampanyayê bûn. Li Başûrê Kurdistanê jî bi heman armancê, însiyatîf hate destpêkirin.

Nivîskarê siyasî yê sûrî Mihemed Îsa bi hevpeyvînekê ji ajansê re, sedemên xistina navê PKK`ê di "lîsteya terorê" de, xebatên ji bo derxistina navê partiyê ji lîsteyê misoger dikin û nêrîna wî ya li ser Kampanya Banga derxistina navê partiyê ji lîsteyê, anî ziman.

Hevpeyvîn wiha ye:

Sedemên xistina navê PKK`ê  nav "lîsteya terorê" çi ne? Nexasim ku ev partî ji bo doza gelekî bindest têk dikoşe ku mafên wan bi rêya rêzepeymanên hêzên cîhanê hatine çiwisandin?

Di demekê de ku peymanên navneteweyî mafên gelan ên diyarkirina çarenûsa xwe û avakirina dewletên xwe yên serbixwe misoger kirin, doza gelê Kurd bi giştî û Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi taybet, di dîrokê de hatine paşguhkirin û zilim lê hatiye kirin. Tevgerên gelan û şoreşên wan ên demokratîk ên nû, ji şoreşa Fransa bigire û heta bi şoreşa komunîst tevdan ev maf xurttir kirin. Gelê Kurd xwe û hêza xwe ya aktîf dibîne ku ji vî mafî bê par maye, di heman demê de di nav çar parçeyan de hatiye belavkirin, di encamê de neçar man nasnameya xwe ya çandî wenda bikin. Heta qedexeye bi zimanê xwe biaxivin  û dîroka xwe nas bikin.

PKK`ê di atmosferekî wiha de û li Tirkiyê bi taybet hate damezrandin ku nifûsa herî zêde ya Kurdan li wir e, lê tişta ku dozê bêhtir bigirêk dike, hebûna dewleta Tirk di NATO`yê de ye, her wiha sînorê wê yê başûr Yekitiya Sovyetê ya berê ye. Di rewşên wiha de jî dewletên Ewropa yên kapîtalîst dibin hevkarên Tirkiyê û gelê Kurd ji mafên wan ên têkoşîn û rizgariyê bê par dikin. Di enamê de PKK`ê xistin "lîsteya terorê", ji ber ku PKK‘ê herî zêde nûnertiya têkoşîna gelê Kurd dike, bi gotineke din, slogana ocalanî ya navdar a biratiya gelên azad bingeh digire ku dijminê sereke yê dewleta neteweperest, kolonyalîst. Di heman demê de ji bo welatên din ên herêmê yên xwedî baweriyên neteweperestî û îslamperest faktora tirsê ye.

PKK`ê qet kiryarên terorîstane nekiriye, berovajî wê parastina nirxên mirovî yên hemû pêkhateyan kiriye, her wiha ji bo azadiyê di serî de azadiya jinan tê dikoşe. Li aliyekî din jî di şerê li dijî DAIŞ de rolek lîst, lê rumî ku navê wê di "lîsteya terorê" de ye, li gorî we ev têrê nakê ku navê partiyê ji vê lîsteyê were derxistin?

Xistina navê PKK`ê "lîsteya terorê" ne tiştekî nû ye, ji mêj ve ye û li dîroka rojên şerê sar vedigere. Dewletên Yekitiya Ewropa û Amerîka ev yek wekî diyariyekê dan Tirkiyê, li hemberî wê li dijî hêzên şoreşa cîhanê û li dijî komunîstan bi taybet, Tirkiyê tev li Koalîsyona Rojavayî bibe. Ew serdem bi şerê di navbera Sosyalîzmê û Kapîtalîzmê dihat naskirin, vê bandor li lihevkirinên heyî kir, her wiha bandor li xwezaya wan lihevkirinên siyasî û xêzkirina sînorên xwe kir. Ev lihevkirin û koalîsyon ku PKK`ê li gorî wan ne hêzeke serbixwe ye, lê belê li Rojavaya  Imperial wekî hêzeke dijber dihat dîtin û di komên Tevgera Rizgariya Cîhanê de ye. Îro û piştî şerê sar bi dawî bû û kampa sosyalîst an jî komunîst bi bin ket, xwezaya rûbirûbûyên civata navneteweyî hatin guhartin û bi şerê li dijî terorê re rû bi rû man.

Teror û terorîzma îslamî berî her tiştî gefan li aştî û îstiqrara mirovahiyê dixwe. Li vir jî dê berê bûyeran were guhartin, pê re jî xwezaya lihevkirin wê were guhartin. Wê nêrîna civata navneteweyî û rêxistinên wê, nexasim dewletên Yekitiya Ewropa û Amerîka, heta bi Çîn û Yekitiya Rûsî ya li hemberî  Tirkiyê û PKK`ê dê were guhartin.

Gelo çima rol hatin guhartin? Tirkiyê ji dewleteke li dijî dijminê sovyetî veguherî piştevana yekem a îsmala radîkal, lê belê piştevana xeternak a ji rêxistinên terorîst ên wekî El-Nusra û DAIŞ`ê, li hemberî vê yekê PKK`ê bû xwediyê fikirên laîk û modernît û xwediyê pêşniyarên pêşketî derbarê dozên jinan de, her wiha li dijî terora DAIŞ`î jî bû xwedî ezmûnên serkeftî.

Li ser van hemû tiştên ku li jor hatin gotin, pêwîst e ku PKK‘ê wek yekem îfadekarê wijdanê şaristaniya nûjen cihê xwe yê rast bigire ku teror tune kir û banga aştî û istiqrarê dike. Ji wê zêdetir ji bo berjewendiyên tevahî mirovahiyê ne tenê divê navê ji "lîsteya terorê" bê derxistin, di heman demê de divê wekî xeta parastinê ya pêşîn li hemberî terorê bê destnîşankirin.

Bi armanca derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" li seranserî Kurdistanê û cîhanê kampanyayên berfireh hatine destpêkirin, ji wan 13`ê Kanûna 2021`ê Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ye, gelo hûn van însiyatîfan çawa dinirxînin?

Derbarê kampanyayên rêxistinên kurdî yên bi armanca derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" ya saziyên amerîkî û yên din de, divê mirov bizane ku kampanyayên wiha û yên ku tên payîn wê lidar bikevin ne li gorî asta tê xwestin û di wateya dîrokî de ne li gorî rola partiyê ye. Ev partî bernameyên xwe yên siyasî û planên xwe yên têkoşînê ji rihê felsefeya ocalanî werdigire, her wiha ev felsefe guhartinên girîng bi xwe re tîne, ji wan balkişandina ser bandorên neynî yên dewletên modernîteya kapîtalîst û rexnekirina aboriya sosyalîst ku veguherî aboriya kapîtalîst a dewletên serdest, pê re jî qanûnên bazarê hatin lawazkirin û aboriya civakî ya koolektîv wekî pireke ji bo çareseriyê derket holê. Lê felsefeya ocalanî li wir sînordar namîne, lê xwe digihîne zanistên civakî, ji wan Jineolojî afirand ku tê de jin sedemên azarên xwe nas dike û çareseriyê jê re peyda dike.

Ocalanîzmê di xizmeta mirovahî û çareserkirina pirsgirêkên serdemî de heta vir nesekinî, lê girîngiyeke taybet da dozên ekolojiya û girîngiya avakirina civakeke ekolojîk ya bi sûd. Ji ber vê yekê ji hemû mirovahiyê û çalakgerên civaka sivîl ên tevahî cîhanê tê xwestin ku li mijara vê partiyê binêre û derfetê bide wê da ku rola xwe di rizgarkirina aştiya cîhanî ji terorê û rizgarkirina aboriyê ji astengiyan pêk bîne û edaletê misoger bike. Ji ber vê yekê jinûve nêrîna li mijara partiyê ji mijara jinûve nêrîna li ocalanîzmê qut nabe. Ji bo van herduyan xebat, elaqeyeke mezin û berpirsyartî tê xwestin da ku ev her du mijar neteweya Kurd derbas bike û bibin mijara raya giştî ya cîhanê.

Ger navê partiyê ji "lîsteya terorê" derkeve, gelo dê çi guhartinan bi xwe re bîne û niha çi tê xwestin da ku navê wê ji vê lîsteyê were derxistin?

Ger navê partiyê ji "lîsteya terorê" were derxistin û giraniya xwe bi dest xist, dê li ser asta raya giştî ya cîhanê dengvedanekê çêke, her wiha dê partî bigihêje gelê xwe, ev cemawer jî li ser asta qadên herêmî û cîhanî dê ber bi kar û xebatê ve biçin û bandorê li têkoşîna gelan bike ku ber bi rizgariyê, edalet û şaristaniyê ve biçin.

Ji bo derxistina navê partiyê ji "lîsteya terorê" banga we ji Yekitiya Ewropa û Amerîkayê re çi ye?

Em bang li hemû rewşenbîrên dewletên Yekitiya Ewropa û Amerîka, her wiha çi kesên ku bi aştî û îstiqrarê eleqedar dibin, dikin ku dereng nemînin û tev li kampanyayê bibin.

(eh)

ANHA