Xwepêşandanên Sweydayê… daxwazên aborî ku bingeha wan siyasî ne

Ji beriya çend rojan ve xwepêşandan li Sweydayê berdewam in. Vê carê ji ber rewşên jiyanî û aborî yên nebaş li dar ketin. Lê bingeha van xwepêşandanan daxwazên siyasî ku taîfeyê berê banga wê dikirin. Siyasetmedarekî ji Sweydayê got xwepêşandan dê berfiretir bibin û çareserî jî pêkanîna tecrubeya Rêveberiya Xweser e.

Xwepêşandanên Sweydayê… daxwazên aborî ku bingeha wan siyasî ne
11 sibat, 2022   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN – LÎLAV DÊWANÎ

Ji 3`ê Sibatê û vir ve xwepêşandanên li başûrê Sûriyê li dijî biryara hikumeta Şamê didomin ku beşeke mezin ji malbatan ji alîkariyan bê par hiştin. Ji ber aloziya aborî ya tengav a li welêt, bi taybet li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê, êdî zêdetirî ji sedî 90 sûrî di bin xeta xizantiyê de ne. Li wan herêman paşketina asta jiyanî ya berçav heye ku di encama tunebûna hevsengiyê navbera qût û mesrefê de derket.

Li gorî raporên NY`yê; bihabûn li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de ji sedî 150 zêde bûye. Li aliyekî din qûta karkar û karkeran 100 lîreyên Sûriyê yan jî 200 hezar anku 28 dolar û 55 dolar derbas nake.

Piştî derxistina gelek biryarên neheq li dijî sûriyan, bi bihakirina sotemeniyê, kehrebeyê, nan, derman û gelek madeyên bingehîn re, hikumeta Şamê azarên gelê Sûriyê zêde kirin û di destpêka Sibatê de biryareke nû derxist û zêdetirî nîv milyon malbat ji alîkariyan bê par hişt.

Hikumetê îdia kir ku wê bi vê biyarê xwest alîkarî bigihêje kesên ku heq dikin û yên bi hewce. Hevkara wezîrê peywendiyan û tekenolojiyê Fadiya Silêman wiha got: "Komîteya aborî di hikumetê de ev mijar bi baldariyeke mezin lêkolîn kir. Armanc jî ew e ku alîkarî bigihêje beşa civakê ya herî bi hewce."

 ‘HEMÛ BEŞ HEWCEDAR IN‘

Di vê der barê de koordînatorê kombûna sûriyên ilmanî yên demokratîk a Sweydayê Semîr Ezam got: JI ber şerê ku ji zêdetirî serdemekê ve berdewam e, ji ber koçberbûna semyanan, girtina kargehan û rawestandina îxracatan, gendeliya di nava saziyên hikumetê de, kontkrolkirina Rûsyayê piraniya semyanên Sûriyê, ev bi giştî bûn sedem ku hikumeta Şamê van biryara bigire. 

Semîr Ezam wiha domand: "Di encama kontrolkirina Rûsyayê piraniya semyanên Sûriyê de li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, hişt ku jêderên malî yên hikumetê bimiciq in. mîna ku di vê dawiyê de nûnerê serokê Rûsyayê yê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev ragihandiye ku tu rê li pêşiya hikumeta Şamê nemaye ku baçên din ferz bike, alîkariyan li ser gel qut bike, derdoroa ji sedî 30 ji pereyên ku sûriyên derve ji malbatên xwe re dişînin desteser bike, beşeke mezin ji madeyên xêrxwaziyê di sûka reş de bifroşe, da ku li ser lingan bimîne."

Semîr Ezam ev biryar rexne kir û got: "Beşên ku ji alîkariyan bê par man, mezin e û rewşa wê xirab e. Fon anku maş li herêmên din kontrola hikumeta Şamê de di navbera 60 hezar û heta 80 hezarî ye. Divê em ji bîr nekin ku gelek sûrî ne karmendên hikumetê ne. Di vê demê de pêwîstiya her malbatekê ku ji 7 kesan pêk tê, heta karibe debara xwe peyda bikin bi 700 hezar û heta milyonek lîreyê Sûriyê heye. Ev miqdar malbatê ji xeta xizantiyê dernaxe. Encamên biryarê wê giran bin."

`GEL JI BIRYARAN BI HÊRS E`

Gel ji ber van biryaran û li gel aloziya aborî ya li welêt, bi taybet li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, çarenûsa ne diyar ya şerê xwîndar û wêraniya li welêt ji ber siyasetên hikuemta Şamê û hevkariya wê bi hêzên derve re çêbûye, bi hêrs e.  

Beriya 4 rojan ji ber rewşa jiyanî ya nebaş û biryarên dawîn ên hikumeta Şamê ku ji jiyana welatiyan dûr in, xwepêşandan li Sweydayê berfirehtir bûn, pêşketin û gihaşt wê astê ku xwepêşandêr banga hilweşandina rejîma El-Esed û pêkanîna biryara navneteweyî 2254 bikin.

Girêdayî mijarê Semîr Ezam wiha anî ziman: "Baweriya me bi dirûşmên hilweşandina rejîmê tune ye. Berzkirina wan dirşûman ji aliyê hin xwepêşandêr ve îsbat dike ku bê feyda ye. Daxwaza pêkanîna biryara navneteweyî 2254 ya herî rast û metiqî ye. xeta çareseriya navneteweyî tenê dikare aloziya Sûriyê dûrî xeta zordestî û terorê ya Rûsyê-Tirkiyê-Îranê çareser bike.”  

`DIBE KU PROTOSTO LI BAJARÊN DIN JÎ WERIN LIDARXISTIN`

Di çarçoveya van xwepêşandanan de, xwepêşandêr rêyên sereke û nes ereke yên bajarê Sweydayê qut dikin, lê destûrê didin karkerên beşên taybet, mamoste û xwendekarên dibistan û zanîngehan derbas bibin. Li aliyekî din jî çalakgeran bang li gelê Sweydayê kir ku tev li xwepêşandanan bibin.

Rojnameya Şerq El-Ewset ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecih, ragihand ku gelek rayedarên hikumeta Şamê yên Sweyda û Şamê bi oldarên taîfeyê re axivîne da ku kolanê aram bikin û daxwazên xwe bînin ziman. Hemwextî wê qayîmmeqamê Sweydayê Nemîr Mexlûf sozên nerast ji bo pêşxistina warê xizmetguzariyê dan da ku xwepêşandan rawestin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku hikumeta Şamê gelek sewqiyatên leşkerî anîn bajêr. Endamên saziyên ewlehiyê jî li derdora navendên hikumetê yên li bajêr belav bûn. Li aliyekî din gelek kesayetên olî, hewl dan rewşê aram bikin. Lê çavdêr diyar kirin ku wê xwepêşandan firetir bibin û dibe ku li deverên din ên Sûriyê li dar kevin. Hewldanên hikumeta Şamê ku rewşê kontrol bike dê bê feyda bin.

Ezam wiha axaftina xwe dewam kir: "Sweyda xwedî taybetmendiyeke herêmî, navneteweyî û xweser e. Di destpêka aloziya li welêt de, vebijarka sêyemîn pejirand. Şêniyên bajêr saziyên dewletên parastin û komên çekdar parêzgeh ji terorîstan parast. Bi vê vebijarkê re, parêzgeh azadiya xwe ya siyasî bi dest xist. Li ser vê esasê xwepêşandan li wir destpê kirin."

Ev ne cara yekemîn e ku xwepêşandan li Sweydayê li dar dikevin. Beriya niha jî niştecihên vî bajarî daketin qadan û ji ber rewşa debarê isyan kirin.

Destpêka 2020`an jî bi navê "Dixwazin bijîn, ji gendeliyê û paşguhkirinê re na" xwepêşandan li dar ketin.

Ruxmî ku Sweyda tev li opozîsyonê nebû, lê gelek hêzên siyasî û leşkerî di nav de tevgera Rîcal El-Keramê (mêrên rûmetê) ava bûn. Ev kom bi destê şêx Wehîd El-Belûs sala 2013`an ava bû, da ku nehêlin saziyên ewlehiyên yên hikumeta Şamê ciwanan bigirin ku naxwazin biçin leşkeriyê. Lê di 2015`an de damezrînerê wê di teqînê de hat kuştin.

`ÇARESERÎ DI AVAKIRINA RÊVEBERIYA XWESER DE YE`

Hêzên siyasî û gelek kesayetên ji Sweydayê banga pêkanîna modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Semîr Ezam jî di dawiyê de got:  "Aloziya li Sweydayê di damezrandina rêveberiya xwe ya xweser de nixumandî ye. Dem hatiye ku mafên xwe yên aborî bi dest bixin. Ev yek bi rêya avakirina rêveberiya xweser pêk tê heta ku aloziya Sûriyê çareser dibe."

(bx-eh)

ANHA