Civîna 4`an a Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî li Hesekê dest pê kir.

Îro civîna 4`an a Komîteya Berfireh a sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Tê payîn ku civîn du rojan berdewam bike. Endamên komîteyê dê di civînê de bendên hevpeymanê nîqaş bikin.

Civîna 4`an a Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî li Hesekê dest pê kir.
Civîna 4`an a Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî li Hesekê dest pê kir.
Civîna 4`an a Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî li Hesekê dest pê kir.
Civîna 4`an a Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî li Hesekê dest pê kir.
Civîna 4`an a Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî li Hesekê dest pê kir.
Civîna 4`an a Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî li Hesekê dest pê kir.
Civîna 4`an a Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî li Hesekê dest pê kir.
11 sibat, 2022   08:48
HESEKÊ

Îro li Hesekê endamên Komîteya Berfireh a Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev civiyan da ku nîqaşên xwe yên li ser reşnivîsa hevpeymana civakî temam bikin.

Hemû endamên Komîteya Berfireh ên 158, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiqûqnas û saziyên civaka sivîl di civînê de beşdar bûn.

Rêveberiya Xweser di 15`ê Tîrmeha 2021`an de Komîteya Biçûk a ji 30 endaman pêk tê ava kir da ku reşnivîsa hevpeymanê amade bikin û di civîna Komîteya Berfireh de nîqaş bikin ku beşên cuda yên civaka herêmê tê de cih digirin.

Li gorî endamê Komîteya Berfireh Mihemed Ehmed di civîna îro de wê 23 bendên mayî werin nîqaşkirin.

Tê payîn ku xebatên civîna 4`an a Komîteya Berfireh 2 rojan berdewam bike.

(şx)

ANHA