Kurd û Ereb: Biratiya gelan planên li dijî herêmê têk birin

Kurd û Ereb ên taxa Şêxmeqsûd diyar kirin ku hevgirtina pêkhateyan dê planên ku yekitiya wan dike hedef, têk bibe û gotin: "Li hemberî hemû komployan em ê destkeftiyên xwe biparêzin."

Kurd û Ereb: Biratiya gelan planên li dijî herêmê têk birin
11 sibat, 2022   08:24
HELEB- ARIF SILÊMAN

Çeteyên DAIŞ'ê di 20'ê Çileyê de êrişî girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê kir, lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) plana wan ên tunekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin.

Hin alî wekî dewleta Tirk sûd ji mijara koçberiya şêniyên taxa Xiwêran ku piraniya wan ji pêkhateya Ereb in, wergirtine, da ku nakokiyên mezhebî di nav pêkhateyan de derxîne û QSD’ê bi koçberkirina şêniyan tawanbar kir.

Welatiyên Kurd û Ereb ên ji taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê gotin piştgiriya pêkhateyan ji şervanan re, êriş û planên bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk têk birin.

'EM HEMÛ BİRA NE'

Ji pêkhateya Ereb Mehmûd Mistefa diyar kir ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe li ser vê axê bi hev re dijîn û got: "Hemû pêkhateyên herêmê wek bira dijîn, tu cudahî di navbera Kurd, Ereb, Tirkman û Suryanan de nîne."

Mehmûd Mistefa bal kişand ser siyasetên cudakirinê yên ji aliyê netewe-dewletan ve tên meşandin û got: "Dewleta Tirk û netewe- dewlet ji bo îradeya gel qels bike, di navbera mezheb û olan de nakokiyan çêdike."

Mistefa destnîşan kir ku rêberê Abdullah Ocalan projeya biratiya gelan bi armanca yekitiya hemû pêkhateyan bi yek ruhî ragihandiye, ji ber vê yekê dewleta Tirk di navbera pêkhateyan de fitne çêkir û got: "Êrişên dawî yên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya Xiwêranê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina ewlehî û aramiya herêmê bû."

Mistefa wiha lê zêde kir: "Biratiya gelan karî êrişên çeteyên DAIŞ'ê û planên dewleta Tirk ên ku dixwestin DAIŞ'ê rizgar bike û ji nû ve zindî bike pûç kir."

'EM Ê DESTKEFTIYÊN XWE BIPARÊZIN'

Welatiyê ji pêkhateya Kurd Silêman Xelîl anî ziman ku êrişên dewleta Tirk bi armanca tunekirina projeya Rêveberiya Xweser e ku destkeftiyên dîrokî bi dest xistine.

Bi nêrîna Xelîl, piştgiriya QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên erka her welatiyekî ye.

'BERXWEDANA GEL Jİ CÎHANÊ RE ÎSPAT KİR KU EW DİKARİN Lİ HEMBERÎ HEMÛ SİYASET Û KOMPLOYAN BİSEKİNİN'

Gulistan Xelîl ji pêkhateya Kurd diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide projeya neteweya demokratîk a ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, têk bibe ji ber ku ev proje xizmeta ramanên wan ên neteweperest ên teng nake.

Gulistan Xelîl destnîşan kir ku berxwedana gelan ji cîhanê re îsbat kir ku ew dikarin li hemberî hemû siyaset û komployên ku dixwazin vê projeyê têk bibin, biserkevin.

Gulistan Xelîl wiha dom kir: "Dewleta Tirk ji bo ku projeya xwe ya Osmanî li herêmê pêk bîne, nakokiyan di navbera gelan de çêdike û dixwaze axa Sûriyê zêdetir dagir bike."

Dulistan Xelîl di dawiya axatina xwe de got: " Ji bo têkbirina DAIŞ û dagirkeriya Tirk li herêmê em ê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî li ber xwe bidin û têbikoşin."

(dx)

ANHA