Encama peymana PDK, El-Sedir û Helbûsî: Wê Iraq ber bi perçebûnê ve bibe

Dr. Kamûran Berwarî, diyar kir ku encama peymanên  di navbera PDK, El-Sedir û Helbûsî de wê şerên giran û xwînrijandin li Iraqê çêbikin ku wê Iraqê ber bi rewşeke parçebûnê ve bibin.

Encama peymana PDK, El-Sedir û Helbûsî: Wê Iraq ber bi perçebûnê ve bibe
11 sibat, 2022   05:19
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Di 10`ê Cotmeha 2021`an de li Iraqê hilbijartinên pêşwext pêk hatin. 7 mehe dihat payîn ku parlamentoya Iraqê bicive û serokkomarê nû yê Iraqê were hilbijartin. YNK carek din Berhem Salih weke namzet nîşanda bû, PDK jî vê carê Hoşyar Zêbarî nîşan dabû. Lê ji ber boykota komên di nava parlamentoyê de, civîn pêk nehat û ji bo demek nediyar hate taloqkirin.

Her wiha 6 mehê Dadgeha Ferderal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî ya ji bo serokkomariyê jî rawestand.  Parlamentoya Iraqê carek din deriyê serlêdana ji bo namzetiya serokkomartiya Iraqê vekir. Ji bo namzetan jî 3 roj dem da.

Tekildarî krîzên li Iraqê Dr. Kamûran Berwarî, da zanîn ku destê hêz û aliyên ku dewleta Iraqê avakirine di krîzê de heye ku naxwazin aramî têkeve herêmê.

Berwarî ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê jî got: “Hilbijartin krîza çareser nake. Armanca hêz û aliyên li herêmê wan misogerkirin û rewakirina desthilatariyê ji çar salên din re ye.”

Her wiha Berwarî, balkişand ser xeteriya avakirina cemseran li Iraqê got ku ev gengaziya vegere sademeke din zêde dike.

Derbarê destên dewletên heyî di krîza li Iraqê de, sedemên neavakirina hikumetê û tekiliyên PDK û dewleta Tirk, Cîgirê serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî ji ajansa me re axivî.

`LI SER BINGEHA KRÎZAN HAT AVAKIRIN`

 “Krîza Iraqê krîzeke ebedî û ezelî ye” bi van gotinan Berwarî, balkişand ser dîroka krîzê li herêmê û got: “Ev krîz li ser vê hişmendiyê wê heta dawî dewam bike. Ji ber ku damezrandina dewleta Iraqê li ser krîz û pirsgirêkan hatiye avakirin. Eger bi heman sîstem, siyaset û hişmendî bimeşe wê ev krîz sed salên din jî bidome. Ew hêz û aliyên ku di sala 1921`ê de dewleta Iraqê çêkirin, niha xwediyê krîzê heyîne û rê nadin ku aştî û aramî li Iraqê  de çêbibe.  Hêzên Iraqî bixwe jî di nav de ne ku li ser yekrêziya Iraqê nakok in û rê ji guhertina hişmendiya desthilatar re nadin.”

`HILBIJARTIN BI XWE KRÎZ E`

Derbarê hilbijartinên parlamentoya Iraqê de destnîşan kir ku ji xwe krîza herî mezin ya Iraqê hilbijartin bixwe ne û got: “Hilbijartin û encamên wan nûnertiyan temsîla dengê gelên li Iraqê nakin. Mînak hilbijartinên vê dawiyê gel ji sedî 14 û kêmtir beşdar bûn. Bi navê demokrasiyê desthilatê birêve dibin, lê yên beşdarî vê sistemê dibin tenê 10 ji sedî ji welatiyên Iraqê ne. Ji ber wê qet bi hilbijartinan pirsgirêk û krîza Iraqê nayên çareserkirin. Ji ber hilbijartin ne ji bo pêkanîna demokrasî û rêvebirina gel ji welat re ye. Armanca wan misogerkirin û rewakirina desthilatariyê ji çar salên din re ye.”   

`DIVIYABÛ GEL NAMZET HILBIJARTBA`

PDK û YNK bi namzetên cûda çune hilbijartinê. Berwarî  ji bo vê sekna her du partiyan got ku  dabeşkirina kursî û desthilatê li ser partiyên siyasî yên Kurd şaştiyeke stratejîk e. Berwarî anî ziman ku ev nakokiyên di navbera partiyan de bandorek neyînî li herêm û Kurdistanê dike û got: “Lewma ne qanûnî û ne jî hiqûqî ye ku posta serokê herêmê, serok parlemanto, serokkomar û hwd ji partiyekê re bê destnîşankirin.  Ev mafê gelê Kurd e ne yê partiyan e. Eger wisa be jî, diviyabû partiyên siyasî yên Kurd bi hêz û aliyên din re lihevbikin û nûnerekî ji xwe re destnîşan bikin ku tenê yek nûnerê wan li Bexda hebe. Ev nakokiyên heyî yên di navbera PDK û YNK`ê de bandorek neyinî li rewşa Kurdistanê dike. Ji xwe eger têbînî li ser namzetekî hebin, diviyabû bazirganî pê nekin, namezetekî din ku ji aliyê gel û partiyên siyasî ve tê pêjirandin be.”

PLANÊN LIHEVHATINAN: SEDİR BIKIN LÊVEGER Û PÊŞENG

“Rewş û krîza derketî encama civîn û lihevhatinên li Urdinê yên Hezîrana 2020`an e” bi van gotinan re Berwarî, destnîşan kir ku beriya encamdanên hilbijartinan kursî û post hatin dabeşkirin. Berwarî anî ziman ku ji ber wê encamên hilbijartinan, ne yasayî ne û ne dirûst in û got: “Di plan û civînên xwe de armanca wan ew e ku li Iraqê Sedir bikin lêveger û pêşengê yekem. Lêvegerê Şia li Başûr jî bi heman rengî lêvergerekî çêbikin. Ev pêngav jî bi vê mebestê tên avêtin. Ezmûnên çend salên berê diyar kirine ku her hêz ango partiyên siyasî  yên hatine ser desthilatdariyê dest daniyê her milê siyasî û leşkerî. Bi agir û hesin desthilata xwe birêve birin. Di vê peymanê de PDK, El-Sedir û Helbûsî bi armanca misogerkirina desthilata Iraqê bi hev re tev digerin. Lê ev peyman bi ser nakeve. Lew ra ne PDK`ê dikare bi tenê nûnertiya Kurdan bike, ne El-Sedir dikare tenê nûnetiya Şîa bike. Her wiha Helbûsî jî nikare nûnertiya Sûniyan li Iraqê bike. Ev her sê bi hev re nabin dengên pêwîst. Wê ev peyman serkeftî nebin. Di baweriya min de ji ber van peymanan wê şerên giran û xwînrijandin li Iraqê çêbibin û wê Iraqê ber bi rewşeke parçebûnê bibin. ”

`WÊ SIYASTA EL-SADIR QET BI SER NAKEVE`

Berwarî, diyar kir ku avakirina cemseran li Iraqê xeteriyeke mezin e û gengaziya vegera Saddameke din zêde dike û got: “Wiha bimeşê wê rewşa li Iraq û Başûrê Kurdistanê xerabtir bibe. Xala bingehîn ew e ku tu bername û projeyên Rewta EL-Sedir û tevayiya hêzên Iraqî jib o pêşaroja Iraqê tine ye. Ji xwe sloganên wan xapandine. Krîza Iraqê encex bi konfederalîzma demokartîk bê çareserkirin. Iraq bi xwe ne tenê ya Kurd û Ereban e, ya tevayiya gel û olan e. ji ber wê qet siyasta EL-Sadir bi ser nakeve.”

DESTDIRÊIYA ÎRAN, TIRKIYÊ LI IRAQÊ

Tekildarî rola Îranê di vê krîza heyî ya li Iraqê de Berwarî, got: “Ji xwe serweriya Iraqê a aborî, siyasî, leşkerî, deshiladarî ji sedî 80 di destê Îranê de ye. Destê Îranê li Iraqê dirêje. Ji ber wê ez teqez dikim ku wê ti hikûmetek bê rezamendiya Îranê li Iraqê neyê pêkanîn. Ji ber wê divê lihevhatineke di navbera Îran, Tirkiye, Îsraîl, Amerîka û Ewropa de bê kirin ta ku hikûmet bê avakirin.”

 “Têkiliyên PDK û dewleta Tirk li ser parastina desthilata Başûr e” Berwarî, bi van gotinan re balkişand ser rola PDK û dewleta Tirk di kurkirina krîza Iraqê de û got: “Ev felaketên mezin derdixe holê. Lewma dewleta Tirk bi navê Kurd gel nas nake, erka Kurdistan nas nake. Lê di encama van polîtîkayan PDK`ê de erda di bin destê xwe de radestî Tirkiyê kir û Tirkiyê jî van hêzan vediguhêje. Rola û kiryarên Tirkiyê PDK dibin sedem ku hikumeta Iraqê pêk neyê û rewşa welat ber bi xerabiyê ve biçe.”

'DIVÊ HÊZÊN BAŞÛR DIYALOGAN BIKIN'

Kamûran Berwarî, da zanîn ku PDK bi vê hevkariyê rewşa Başûrê Kurdistanê xirabtir dike û got: “Eger bixwezin aramî û aştiyê ji herêmê re misoger bikin destpêkê divê agirê şer geş nekin û hewl bidin di navbera PKK û Tirkiyê de pêvajoya aştiyê ya ku pêşengtiya Rêber Apo de dihat kirin ji nû ve dest bigrin. Li ser milê hêzên Başûr dikeve ku bibin kîlîta diyalogê û ji bo têkibirina dagirkeriyê li Kurdistanê tev bigerin. PDK`ê, bi hevariya dewleta Tirk û anîna hêzên Tirkan rewşa Başûr xerabtir dike. Berjewendiyê gelê Kurd tenê bi derxistina PKK ji `Lîsteya Terorê` û azadkirina fîzîkî ya rêber Apo ye. Ji xwe di vî milî de PKK her amede bû û amade ye.”

Berwarî, balkişand ser şerê li cîhanê yê sêyemîn û ev tişt anî ser ziman: “Divê em Kurdistanê nexin nav şerê cîhanê yê sêyemîn. Ji ber ku Kurdistan û gelê Kurd ji ber wê wêran dibe. Ji xwe ev hêz û dewletên şerxwaz û xwediyên şerê cîhanê tevahî hêzên xwe li Kurdistanê belavkirine û dixwazin şerê xwe li dervî erda xwe pêk bînin. Ev jî ji bo Kurdan ne baş e.”

`SERDANA NÊÇÎRVAN BARZANÎ CIHÊ MIXABINIYÊ YE`

Piştî êrişên DAIŞ'ê ya li Hesekê û êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Mexmûr û Dêrikê Nêçirvan Barzanî bi Erdogan re civiya. Tekildarî vê serdanê Berwarî diyar kir ku ji vê serdanê tu xêr û sûd ji Kurdan tune ye û her li dijî berjewendiyên Kurd û Kurdistanê ye. Berwarî anî ziman ku ev sekna Nêçirvan Barzanî cihê mixabîniyê ye û got: “Diviyabû Nêçîrvan sersaxî ji gelê xwediyê 121 şehîdî re bixwesta û êriş şermezar bikira.”

Tekildarî peyama Erdogan a pesindayîna malbata Barzanî. Berwarî got: “Erdogan wiha dibîne ku ew hakimê  Başûrê Kurdistanê ye û biryara siyasî, leşkerî û aborî di destê wan de ye. Her demê jî wê eşkere tînin ziman û wek fermî li Başûr nanêre. Berovajî wê Başûr wek eşîr û kesayet dibînin. Berjewendiya xwe di vê yekê de dibînin. Heta niha peyva Kurd û Kurdistanê bikarnayînin. Lê ji ber tengaviyên xwe digihînin berpirsên herêmê û bi rêya wan ji tengaviyê derdixînin.  Divê hikumeta herêmê bizanibe ku her kesê hevkariya dagirkeriyê kiriye ew bi xwe bûye qurbaniya dagirkeriyê.”

ANHA