Gelo encamên nakokiya li Ukraynayê çi ne?

Piştî nakokiyên hundirîn û derve yên girêdayî sîstema desthilat û lihevkirinên navneteweyî, her wiha şerê di navbera her du aliyên siyasî NATO û Rûsyayê de, aloziya Ukraynayê kurtir bûye. Gelo piştperdeya vê nakokiyê çi ye? Senaryoya pêşbînkirî ya buyeran çi ye?

Gelo encamên nakokiya li Ukraynayê çi ne?
11 sibat, 2022   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA HEBÎB

Di demên derbasbûyî de piştî DYA`yê û hevalbendên wê behsa amadekariyên êrişkirina Rûsyayê ji Ukraynayê re kirin, asta nakokiyan li ser sînorê Ukraynayê zêde bû û Moskov vê yekê red dike.

Beriya niha Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Anthony Blinken Rûsya hişyar kiribû, ji ber ku Rûsya hewl da careke din êrişî Ukraynayê bike.

Wezîra Karê Derve ya Brîtanyayê Les Truss axivî û got: "Êrişkirin dê tenê wendahiyên mezin bi xwe re bîne."

TEQWIYEQIRINA RÛSYA-AMERÎKA

Rayedarên Amerîkayê diyar kir ku Kremlin 110 hezar leşker li ser sînorê bi Tirkiyê re bi cih kirin, lê raporên îstixbaratan eşkere nekir bê ka serokê rûsî Vladimir Putin li ser dagirkirina welêt bi israr e, lê na.

Îstixbarata Amerîka jî diyar kir ku ji sedî 70 hêzên Rûsyayê yên pêwîst hene ku êrişeke berfireh li dijî Ukraynayê pêk bînin, heta dibe ku 150 hezar leşkerên wê hebin da ku di du hefteyan de êriş bike.

Rayedarên Amerîkî destnîşan kir ku istixbarata amerîkî, diyar nekir bê ka serokê rûsî Vladimir Putin biryara êrişkirinê daye lê na.

Ji dema ku Şerê Sar bi dawî bûye û hemwextî tawanên Ewropa-Rûsyayê bi êrişkirina Ukraynayê, komeke balafirên amerîkî li Deryaya Spî ya Navîn û Deryaya Adriyatîk di bin fermandariya NATO`yê de ne.

Hêzên Amerîka gihaştin Polonya, da ku li herêmê hêzên NATO xurttir bibe.

Koma yekemîn a hêzên Amerîka li Gyszow, başûrê rojhilatê Polonya daketin û Rêveberiya Biden ragihand ku ew ê 3 hezar leşkerên din bişîne Rojhilatê Ewropayê.

PIŞTPERDEYA NAKOKIYÊ

Ev rageşî piştî 8 salan ji ragihandina Rûsyayê ji tevlîkirina Nîvgreva Qerm a Ukranayê ji Yekitiya Rûsî re ku di 2014`an de pêk hat, her wiha piştgiriya Rûsyayê ji kesên ku hewl didin li herêma Donbass a rojhilatê Ukraynayê cuda bibin, derket holê.

Ukrayna du parçe ye, aliyê rojhilat bi gelemperî bi zimanê rûsî diaxivin û yê rojava jî bi ukranî diaxivin. Ukrayna piştî Rûsyayê bi rûbera xwe duyemîn mezintirîn dewleta Ewropa ye.

Erdnîgariya wê di derbaskirina gaza Rûsyayê ji dewletên rojavayê Ewropa re, roleke mezin dilîze û ev yek şerê li ser vî welatî zêde dike.

Ji aliyê bakur-rojhilatê Ukraynayê ve Rûsya ye û ji rojava ve jî dewletên Yekitiya Ewropa ne, ji wan Polonya, Slovakya û Macarîstan e, ji lewma ev welat wekî xeta şer a di navbera du aliyên ku di siyasetê de cihêwaz in tê dîtin.

Ukrayna heta çend sedsalan jî beşek ji împeratoriya Rûsyayê bû û dema Yekitiya Sovyetê dawiya Şerê Sar 1991`ê hate hilweşandin, Ukrayna serbixwe bû.

Ukraynayê di salên derbasbûyî de hewl da xwe dûrî Rûsyayê bixe û hîn zêdetir nêzî Ewropa bibe, ev yek bû sedem ku Rûsya aciz bibe, nexasim piştî Vladimir Putin hat ser desthilatê.

Hevalbendê Putin, Viktor Yanukovych 2010`an hate ser hikum û 4 salan xebitî, lê dema serokê ku piştgiriya xwe ji Kremlin werdigirt, hevpeymana bi Yekitiya Ewropa re ji bo xurttkirina têkiliyên bi Moskovê re, red kir, gelek xwepêşandanên mezin li dar ketin û ew ji ser desthilatê xistin.

Bersivdayîna Rûsyayê jî di çarçoveya tevlîkirina Nîvgreva Qermb de bû û 2014`an jî serxwebûna Ukraynayê ragihand, her wiha Moskovê jî hêz şandin herêmên Donetsk û Luhansk ên ukranî ku herêmeke bi navê Donbass tê naskirin, da ku piştgiriya kesên dixwazin ji welêt cihê bibin, bike.

Bi armanca bidawîkirina nakokiyên mezin, serokên Fransa û Almanyayê 2015`an hevpeymana aştiyê îmze kir, lê di warê siyasî de li hev nekirin û ji wê demê ve nakokî berdewam dikin.

Rûsya, Ukraynayê tawanbar dike ku bendên hevpeymana Minsk bin pê kiriye. Ev hevpeymaneke navneteweyî ye û armanc dike li rojhilatê Ukraynayê ku kesên Rûsyayê piştgiriya wan dike, gelek erdên Ukraynayê desteser kirine, aşitiyê pêk bîne. Lê Rûsya israr dike ku Ukrayna naxwaze tev li NATO`yê bibe.

SIYASETMEDARÊN BIJARDE GUHDARÎ DESTWERDANÊN DERVE DIKIN

Lêkolînerê Têkiliyên Navneteweyî ku li Frnasayê dimîne Tariq Wehbê, sedemên aloziya Ukraynayê bi nakokiyên hundirîn û derve ve girêda.

Wehbê ji ajansê re axivî û got: "Sedemên hundirîn ew e ku siyasetmedarên bijare yên ukranî di rêvebirina kar û barên welat de, ne hakim in di heman demê de li destwerdanên derve guhdarî dikin, ji wan Amerîka ku dixwaze li Ukraynayê bixebite û dengê niştecihan biçewisîne, ji lewma bi pêkhateyên civaka ukranî re nakokiyên hundirîn hene, ji wan ukraniyên rûsî."

Derbarê sedemên derve de Wehbê wiha axivî: "Ev bi xwesteka serokatiya ukranî ve girêdayî ye ku tev li NATO`yê bibe, lê Rûsya vê yekê tercîh nake, sedem jî girêdayî avakirina berê ya peymana Warsaw ye. Di heman demê de naxwaze Ukrayna bibe baregeha leşkerî ya NATO`yê, ya tişta herî xeternak ku serokê Rûsyayê Putin di kongreya çapemeniyê de ya bi serok Macron re gotiye, nezelaliya ka Ukrayna dê bibe endamê NATO`yê lê na û dê mîsaqa NATO`yê ji bo vegera Nîvgreva Qerm bi kar bîne lê na."

GELO DÊ ÊRIŞ PÊK WERIN?

Têkildarî êrişkirina Rûsyayê ji Ukraynayê re, lêkolînerê Têkiliyên Navneteweyî ev nirxandin kir: "Ger hêzên Rûsyayê piştgiriya kesên cihêxwaz li komarên Donetsk û Luhansk bike, dibe ku li herêma Donbass şerekî navxweyî derkeve, lê nîşaneyên leşkerî didin xuyakirin ku Moskovê ji aliyê leşkerî ve Ukrayna dorpêç kiriye, heta ne tenê li ser sînorê hevbeş, lê li Belarûs û Moldova û heta bi Deryaya Reş jî."

Wehbê ev li axaftina xwe zêde kir: "Gaveke dorpêçkirî heye û nuqteya veguhartinê jî serok Putin e, ji ber ku dixwaze serokatiya Ukraynayê terbiye bike, mêrê ku Putîn dixwaze nakokiya leşkerî bi kar bîne, da ku piştre hemûyan bîne ser maseyê, ji wan Ukrayna û Ewropa da ku heqaretê li wan bike û şertên xwe li wan ferz bike."

ÇÎN ÇAVDÊRIYÊ DIKE

Derbarê helwesta Çînê ji vê nakokiyê re, Wehbê anî ziman ku Çîn hevalbenda yekemîn a Rûsyayê ye, lê dûrî mentiqê destwerdana leşkerî ya li derveyî sînorên parastinê ye, ew ê bi rola çavdêriyê rabe û wekî her carê dixwaze îstismarên mîna Afrîka û Ewropa pêk bîne.

Wehbê bi domdarî got: "Ji wê zêdetir, di civîna dawî ya serokên çînî û rûsî de, hevpeymaneke girîng ku girêdayî firotina gaza rûsî ye hate mohrkirin. Bi vê yekê serok Putin guman dikir ku ger şerekî Moskovê li Ukraynayê çêbibe dê Ewropa û Amerîka cezayan ferz bikin, ji wan rawestandina firotina gaza rûsî.

Wehbê destnîşan kir ku Çîn wekî her carê çavdêr e û li Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê dengê xwe dide Rûsyayê, ji ber ku ne bi Ewropa û ne jî bi DYA`yê re li hev kiriye.

TIRKIYE KETE XETÊ .. JI XWE RE LI KURSIYEKE LI SER MASEYA DIYALOGAN DIGERE

Dewleta Tirk wekî her car hewl dide nakokiyên navneteweyî, nexasim ên di navbera DYA`yê û Rûsyayê bi kar bîne, mînaka wê jî rewşa Sûriyê ye.

Dewleta Tirk vê carê bi rêya navbeynkariyê mudaxele kir. Erdogan di nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de xwe wek navbeynkar nîşan da ji ber ku hevalbendekî her du aliyan e.

Ruxmî ku dewleta Tirk behsa vê navbeynkariyê kir, lê çavdêr diyar kirin ku şer, ji bo berjewendiyên wê ye. Ew ê sûd ji frotina çekan bi taybet dronan ji Ukraynayê re bigire.

Destpêka vê mehê Erdogan gihaşt Ukraynayê, da ku tev li civîna 10`emîn a meclisa stratejîk a peyabilind li ser asta her du welatan bibe û nîqaşa dosyên aloziya Ukraynayê bike.

Li ser vê yekê lêkolînerê têkiliyên navneteweyî îşaret pê kir ku dewleta Tirk û di şexsê serokkomarê xwe Erdogan de, wekî Moskovê dixwaze împeratoriya Osmanî zindî bike û hin welatên tirk serwer bike. Di heman demê de dixwaze bi Ukraynayê re diyalogan li dar bixe, ji ber ku dewleteke li ser Deryaya Reş e û di warê aboriyê de dikare bibe hevkera Rûsyayê.

Wehbê da zanîn ku divê neyê jibîrkirin ku Erdogan destûra firotina balafirên bêmirov ên çêkirina tirkiyê da û hikumeta Ukraynayê, di çavdêriyê de heta di derbekirina hin nuqteyên komên cudaxwaz de bi kar anîn. Erdogan dixwaze lîstikvan be, lê beyî ku berjewendiyeke wî ya rasterast hebe. Tenê ji bo di demên pêş de wekî endamekî çavdêrê hewza Deryaya Reş li ser maseya diyalogan, rûne.

`MACRON JI BO SIVIKKIRINA NAKOKIYAN NAXWAZE LI PIŞT WASHINGTONÊ HEVBENDIYEK ROJAVAYÎ HEBE`

Serokê fransî Emmanuel Macron li paytexta Ukraynayê Kîevê axivî û got, xeteriya şer hîn heye, ev jî piştî lûtkeya li Moskovê ya bi serokê rûsî re û bi armanca sivikkirina rageşiyê hate lidarxistin, derket holê, lê Krmelin der barê liv û tevgera leşkerî de dayîna ti sozan ji Macronê re derewandin.

Wehbê li ser hewldanên serokê fransî diyar kir ku Macron bi pêşniyarkirina lidarxistina civînekê ji dewletên wekî (Fransa, Rûsya, Almanya û Ukraynayê) re, dixwaze nakokî sivik bibe û peymana Minsk 2 bi kar bîne. Ruxmî ku baweriya wê bi vê peymana ne adil tune ye ku lihevkirineke din were çêkirin da ku aliyên nakok, ji bo rawestandina nakokiyê tawîzan bidin, lê Fransa 3 şert danîn; serdestî, neparçekirin û mafên mirovan.

Lêkolîner Wehbê destnîşan kir ku Fransa naxwaze li pişt washingtonê hevbendiyeke rojavayî hebe, lê belê dixwaze Amerîka îqna bike ku Ewropa dikare çareseriyan bibîne, ji lewma koordîneyek di navbera serdana Macron ji Rûsya re û şêwirmendê almanî Schultz ji Amerîka re û serokê polonî ji Çînê re de heye. Macron ji hewldanên xwe armanc nake çareseriyeke nerm bibîne, ger serok Putin îqna nebe ku çareseriya leşkerî dê nakokiyan vegerîne Ewropayê. Ev yek li dijî mentiqa ewlehî û aştiya li Ewropayê ye.

DÊ DAWIYA VÊ NAKOKIYÊ ÇI BE?

Ev geşedan û sewqiyat metirsiyên mezinbûna nakokiyê zêde dikin. lê tecrûbeyên berê didin xuyakirin ku ev nakokî dê hêdî hêdî gurtir bibe û dê bi lihevkirinekê bi dawî bibe. mîna ku di destpêka 2021`an de rû daye, hewldanên têkbirina lihevkirina agirbesta 2015`an hebûn. Ew jî metirsiyên destpêkirina şerekî çêkirin. Lê di Nîsanê de Moskovê piraniya hêzên xwe vekişandin û asta rageşiyê kêm bû.

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehbê li ser geşedanan wiha axivî: "Bi nêrîna min alozî dê berdewam bike. Rûsya dê destwerdana herêma Donbass bike. Her wiha li ser şerê navxweyî dê alîkariya kesên cihêxwaz bike, dibe ku zêdetirî du salan dirêj bike. Piştre Putin dê li ser maseya diyalogan bicive, lê ev yek ne li gorî daxwazên cîhanê be ku biryarên Rûsyayê red dike."

(eh)

ANHA