Bêrîvan Xalid: Hewldanên me yên ji bo naskirina Rêveberiya Xweser berdewam in

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi êrişên piralî re rû bi rû ye, her wiha destnîşan kir ku ev dê rê li ber naskirina siyasî ya bi rêya berfirehkirina peywendiyan, bi taybet bi welatên Ereb re negire.

Bêrîvan Xalid: Hewldanên me yên ji bo naskirina Rêveberiya Xweser berdewam in
11 sibat, 2022   03:15
REQA- EHMED EL-ELÎ

Rêveberiya Xweser di 6-7'ê Sibatê de, civîna xwe ya sêyemîn a salane lidar xist. Di civînê de xebatên rêveberiyê yên sala 2021'an û astengiyên ku li pêşiya xebatê derketine hatin nîqaşkirin. Civîn bi girtina biryarên girîng û eşkekirina plansaziya sala nû bi dawî bû.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji ajansa me re got: "Di civînê de gelek û armanc hatin danîn ku werin nîqaşkirin. Rewşa siyasî, rêxistinî û astengiyên ewlehiyê yên li pêşberî Rêveberiya Xweser derketin, hatin nîqaşkirin, her wiha destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser pêk anîne û asatengiyên ku li pêşiya kar derketine hatin nîqaşkirin."

GEFÊN DEWLETA TIRK Û TEVGERA ŞANEYÊN DAIŞ 

Bêrîvan Xalid diyar kir ku xebatên hemû desteyan hatin destnîşankirin û û wiha domand: "Her wiha astengiyên ku nehiştin xebatên Rêveberiya Xweser pêk werin hatin nîqaşkirin, nemaze ku Rêveberiya Xweser li pêşberî aloziyan rû bi rû ma, bi taybet aloziyên tenduristiyê, aborî û leşkerî yên têkildarî gefên Tirkiyê û çalakiyên şandeyên DAIŞ'ê."

Bêrîvan Xalid diyar kir ku ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser ve û ku li herêma Cizîrê dest pê kir ew li pêşberî gelek gefên leşkerî ne û wiha wiha got: "Bi taybet gefên ji aliyê dewleta Tirk  a dagirker ve ku hin herêmên me wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine. Ev gef her tim li pêşiya pêkanîna projeyên Rêveberiya Xweser dibûn asteng."

Hevseroka Meclisa Rêveber da zanîn ku ev gef di civîna salane ya Meclisa Rêveber de hatin nîqaşkirin û got: "Li hemberî van gef û êrişan me rêbaz û çareseriyê yên herî guncaw nîqaş kirin. Her wiha me çawaniya destekdayîna hêzên ewlehî û leşkerî nîqaş kirin ku yek ji çareseriyên pêkanîna ewlehî û aramiyê li herêmê, li hemberî çi gefên dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê yan jî ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞ'ê yên terorîst ve be ku pirsgirêk li Hesekê derxistin."

Bêrîvan Xalid bal kişand ser pirsgirêkên ku li pêşiya pêkanîna xebatan bûne asteng û diyar kir ku planeke ji projeyên ku di sala borî de nehatin pêkanîne, heye û got, wan di civînê de nêrî û pêşniyar ji bo pêkanîna plansazî û stratejiya Rêveberiya Xweser girtine.

Civîn du rojan berdewam kir, di roja duyemîn de meclisê çend bend nîqaş kirin û pêşniyarên xwe di hemû war û aliyên Rêveberiya Xweser de pêşkêş kirin, ji berdewamkirina diyaloga Sûriyê û bidestxistina naskirina Rêveberiya Xweser. Her wiha aliyê ewlehî û leşkerî û daxwaza vekirina deriyên mirovî hatin kirin.

'EM Ê JI BO PÊKANÎNA DAXWAZÊN GELÊ XWE  XEBATEKE XURT BIKIN'   

Bêrîvan Xalid got: "Di civînê de, me bal kişand ser pêşxistina sektorên geşedan û xizmetguzariyê di Rêveberiya Xweser de, piştgiriya sektora perwerde û fêrkirinê. Her wiha me behsa piştgiriya sektora çandiniyê kir ku plansaziya pêşîn a sala 2022'an e û sektorên din ên wekî enerjiyê û çawaniya bikaranîna wê."

Bêrîvan Xalid diyar kir ku plansaziya kar bi giştî baş bû û wiha domand: "Em bi hêvî ne ku bi awayekî cidî kar were meşandin da ku hêviyên gelê me yê di Rêveberiya Xweser de pêk werin, xizmet, ewlehî û îstiqrarêmisoger bibin. Me xaka xwe ya dagirkirî ji bîr nekiriye, em hewl didin rizgar bikin da ku şêniyêên koçberî bi ewlehî û silametî lê vegerin."

'Jİ BER AMBARGOYÊ HİN KÊMASÎ DERKETİN'

Têkildarî nirxandinên xebatên sala borî, Bêrîvan Xalid ev tişt diyar kirin: "Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker li ser me ferz kiriye, hin kêmasî di xebatên Rêveberiya Xweser de derketin. Lê ruxmî derfetên kêm me heta astekê ev astengî derbas kirin."

Bêrîvan Xalid bal kişand ser astengiyên aborî yên li pêşiya Rêveberiya Xweser derketine û  got: "Ev astengî û zehmetî hatin destnîşankirin û çareserî hatin pêşniyarkirin. Rêveberiya Xweser bi xwe xwe pêş dixe û şaştî û kêmasiyan çi yên rêxixistinî be an jî xizmetguzarî be derbas dike. Sala 2022'yan wê sala destkeftiyan be, dibe ku ev destkeftî daxwazên gel bi cih neyîne lê Rêveberiya Xweser heta ku karibe wê bixebite da ku pêk bîne."

Bêrîvan Xalid diyar kir ku hin sektor hene ku hêza Rêveberiya Xweser derbas dikin, bi taybet dosyaya kampan û got: "Me bang li rêxistinên civata navneteweyî kir ku alîkariya me bikin, lê tu bersiv ji daxwazên me re nedan. Sektorên din hene ku hêza me derbas dikin, bi taybet ew sektorên ku pêwîstiya wan bi madeyên xam ên ku li ber destê me nînin. Her wiha hin sektorên din jî hene ku girêdayî rewşa siyasî ne."  

BİRYAR Û PROJEYÊN GİRÊDAYÎ JİNAN           

Bêrîvan Xalid têkildarî projeyên taybet bi jinan jî wiha got: "Rola jinê jî di rojeva civînê de bû, me bûdceyek ji bo piştgiriya jinan di Rêveberiya Xweser de veqetandin û çend biryar ji bo pêşxistina projeyên jinan hatin standin, ji sedî 10 ji bo piştgirîkirina van projeyan di hemû saziyan de budceya giştî hat veqetandin."

'JI BO NASKIRINA SIYASÎ EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'    

Têkildarî aliyê siyasî yê Rêveberiya Xweser, li ser naskirina siyasî Bêrîvan Xalid got: "Em ê hewldanên ji bo naskirina siyasî, çi di warê dîplomasî û çi jî pêşxistina peywendiyan bi aliyên navneteweyî re bikin. Di çarçoveya plansaziya kar de biryara berfirehkirina xebata têkiliyên derve bi rêya pêşxistina peywendiyan bi welatên cîran re, bi taybet dewletên erebî û yên Ewropayê hate girtin." 

Bêrîvan Xalid nêzîkatiyên civata navneteweyî yên li hemberî Rêveberiya Xweser rexne kir û wiha got: "Mixabin, di salên dawî de me cidiyet ji aliyê civata navneteweyî ve di warê piştevaniya Rêveberiya Xweser de nedîtiye. Di wan salan de herêm nû ji şer xilas bibû û zehmetiyên wêranbûn û kêmbûna derfet û xizmetan dikişandin. Ruxmî ku gelê herêmê tevahî cîhan ji xeteriya terorê parast, ruxmî ku hêzên me hêzên aştiyê ye û cîhan ji DAIŞ'ê xilas kir, lê tu piştevaniya cidî nehat dayîn. Ji ber vê yekê tevahî cîhan deyndarê Hêzên Sûriya Demokratîk û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Bêrîvan Xalid her wiha got: "Tevî van hemûyan û li gel êriş û ambargoya ku dewleta Tirk a dagirker û desthilata Şamê li ser herêmê ferz kiriye, her wiha tevî bangên ji bo vekirina deriyên sînor û destekdayîna bi Rêveberiya Xweser, lê me tu helwestên cidî ji aliyê civata navneteweyî ve nedîtin."

'EM BI ÊRIŞÊN SIYASÎ, LEŞKERÎ Û ABORÎ RE RÛ BI RÛ NE'

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid wiha axaftina bi dawî kir: "Em rastî êrişên siyasî, leşkerî û aborî tên, ne tenê ji aliyê şaneyên DAIŞ'ê û dagirkeriya Tirk ve, lê ji aliyê hikumeta Şamê ve jî, ji ber hîn jî diyalogê bi Rêveberiya Xweser red dike. Daxwaza me eşkere ye ew e diyalogên sûrî-sûrî ne, projeya me Rêveberiya Xweser, armanca me ne cûdabûna ji Sûriyê ye."         

(dx)

ANHA