ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-02-2022
11 sibat, 2022   00:00

-Bi bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, PYD'ê konekî li Stada Şehîdên 12'ê Adarê ya li bajarê Qamişlo vedide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûniştina çaremîn li bajarê Hesekê didomîne ku 18'ê Çileyê bi nîqaşkirina mekanîzmeya rêveberiyê û çawaniya avakirina erkan bi dawî bibe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya pirtûxaneya gerok di roja 3'yemîn de li taxên başûrê bajarê Hesekê bi dawî dibe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemû kar bi gavên hêdî hêdî pêş dikevin. Lê mirov xwedî bawerî be jî di vê pêvajoyê de pir girîng e. Meriv hesas be pir girîng e. Xiyanet didome, dek û dolab didomin. Pêwîst e, mirov vê pir baş tehlîl bike. (BI WÊNE).

- Serokê Navenda Ereb a Lêkolînan Mihemed Fethî El-Şerîf da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan dikarîbû stratejiya siyasî ya civakî bi rêya fikirên têkoşîn û helwesta diyar, pêk bîne. Her wiha got ew mirovekî aştîxwaze, her tim bi rêya fikirên niştîmanî azad li aramiyê digere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kurd û ereb ên taxa Şêxmeqsûd diyar kirin ku hevgirtina pêkhateyan dikarin ji planên li dijî yekitiya wan bibe bersiv û gotin, ew ê li hemberî hemû komployan destkeftiyên xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Ahmet Yaman dema ku rêber Abdullah Ocalan çûbû Îtalyayê, 65 rojan pê re mabû. Yaman diyar kir ku çûna rêber Ocalan a Îtalyayê ji bo wê yekê bû ku berpirsyariyên Ewropayê yên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd bi bîra wan bixe û hewldanên wan ên ji bo wê jê bixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi êrişên piralî re rû bi rû ye, her wiha destnîşan kir ku ev dê rê li ber naskirina siyasî ya bi rêya berfirehkirina peywendiyan, bi taybet bi welatên Ereb re negire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xwepêşandanên li Siwêdayî ku vê carê ji ber nebaşbûna rewşa debarê û aborî dest pê kirin, dewam dike, lê ev xwepêşdanan vedigerin daxwazên siyasî yê kevn ên şêniyên bajar. Siyasetmedarek ji Siwêdayî diyar kir ku ev xwepêşdan wê berfireh bibin û çareserî di modela Rêveberiya Xweser de ye. (BI WÊNE).

CÎHAN

-Aloziya Ûkraynayê ya ji ber nakokiyên hundirîn û derve yên girêdayî sîstema rêvebirin û lihevkirinên navneteweyî, her wiha nakokiyên li ser cihê erdîngariyê roj bi roj gûr dibe. Gelo piştperdeyên van nakokiyan çi ne û senaryoyên muhemel çi ne? (BI WÊNE).

- Dr. Kamûran Berwarî, diyar kir ku encama peymanên  di navbera PDK, El-Sedir û Helbûsî de wê şerên giran û xwînrijandin li Iraqê çêbikin ku wê Iraqê ber bi rewşeke parçebûnê ve bibin. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Hesen Kaçar ji ber ku sîxurî û xiyanet qebûl nekir, ji aliyê PDK’ê ve ji Hewlêrê hate dersînorkirin. Kaçar çend caran serî li Neteweyên Yekbûyî da lê heya niha tu encam jê negirtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

Ji ber hikumeta Şamê ji bo çareserkirina qeyranê gav navêje û bertekên gel jî li hember rejimê her rojê ku derbas dibin bi awayên cuda xwe dide der. Li dijî ferzkirina rêveberiya Şamê, ku hewl dide rêbaza dîlgirtinê ya ku li Dera pêk anî li tevahî Sûriyê belav bike, berteka xelkê Siwêdayê rojên dawî de bi girseyî xwe didin der.

ANHA