`Em ê xwe biparêzin` - 2

Hemû kar bi gavên hêdî hêdî pêş dikevin. Lê mirov xwedî bawerî be jî di vê pêvajoyê de pir girîng e. Meriv hesas be pir girîng e. Xiyanet didome, dek û dolab didomin. Pêwîst e, mirov vê pir baş tehlîl bike.

`Em ê xwe biparêzin` - 2
11 sibat, 2022   00:40
NAVENDA NÛÇEYAN

HEWCE YE PARLAMENTOYA EWROPAYÊ Û KONSEYA EWROPAYÊ Jİ BİRYARÊN XWE RE RÊZDAR BE

Dûr disekinin, di bin navê me nedît, me nebihîst de statuyek, rewşek afirandin. Wê dadgeh ava kiribana, dest jê berdan. Ya rastî min qebûl kiribû. Wê nizanim girêdayî Konseya Ewropayê yan jî Yekîtiya Ewropayê tiştek ji bo me pêk anîbana, ew jî ji bîr kirin. Çima? Ji ber dinêrin ku li gor hesabê wan nîne. Niha jî dibêjin em dûr bikin. Baş e, qet pêwîst nîne. Em ê dûr bikevin, ez ê dûr bikevim. Jixwe hûn min bi zincîran jî girê bidin, ez zêde li cem we namînim. Lê belê pirsgirêkeke ciddî heye. We biryar girt. Di gelek sazî û dezgehên xwe de we xwest hinek tiştan bikin. Hatina me ya vir ji bo pratîzebûna wê bû. Meriv divê hinekî ji biryara xwe ya digire re rêzdar be. Hewce ye Parlamentoya Ewropayê ji biryarên xwe re, Konseya Ewropayê ji biryarên xwe re rêzdar be. Ma muxatabê wê ne em in? Ma hûn me weke aliyekî pirsgirêkê nabînin, hem jî ma hûn me weke aliyekî sûcên wê hene nabînin? Baş e, ma çima ev bêdengî, çima wer me li derve dihêlin? Heke hinek hesab nebin, xemsariyeke wer mezin nebe, divê ez van zanibim.

Bi kesên ji rêzê re guftûgo dikin, lê xwe nadin ber guftûgoya bi me re. Bi we re guftûgo dikin, lê bi me re nêzî guftûgoyan nabin. Vê jî divê hûn li ber çavan bigirin. Mafê îltîcayê didin we hemûyan, lê vaye nêzî me nabin. Ev jî pir balkêş e. Ango em bêjin, em hêza afirîner a vê pêvajoyê ne, lê me tine dihesibînin. Lê mafê îltîcaya siyasî ji şivanê li çiyê bigirin, heta kesên xwendin-nivîsandina wan nîne, bi vî awayî yan jî awayekî din didin her kesên xwe avêtine vir. Me jî bi awayê hûn dikarin bên girtin, nizanim dozger biryaran derdixe û bi vî rengî ditirsînin. Ev rewşên ecêb in. Ez van ji bo hûn xemgîn bibin diyar nakim, lê bi îhtîmaleke mezin ji bo wê fêrkar bin û weke erkeke rêzdariya ji rastiyê re ez diyar dikim.

EZ WİNDA BİKİM JÎ EV GEL Bİ SER KETİYE

Niha bi kurtasî wê sibe çi bibe ez nizanim. Gelê me, dost, hemû rewşenbîrên me bila vê zanibin ku gengaz e tiştên pir trajîk jî çêbibin. Dibe ku tiştên pir baş jî çêbibin. Dema min dest pê kir jî min wer dest pê kir. Ez bi îradeya xwe hatim. Bi îradeya xwe jî ez ê dawiya xwe hilbijêrim. Min got dibe ku ev rojiyeke mirinê be jî. Yanî bi îhtîmaleke mezin ev mafê min jî heye. Ez kesekî welê nînim ku were qutifandin, nizanim li ser dek û dolab bên çêkirin û bibim amûr nînim. Ew bi xwe jî vê dizanin. Bi sedema wiha bûye jî pêwîst nake meriv bi awayê, ‘Wax çima wiha bû, wax çima me ev nekir?’ xwe xemgîn jî bike. Ez ne ji bo ji xwe re hêz bigirim, ji bo hêz bidim gel hatim. Ez hê jî vê hêza xwe didim. Û ya ji niha û şûn ve wê wiha be. Ji mirovekî ji vê bêhtir nikare bê hêvîkirin. Em ji bîr nekin, yanî ji bo tiştekî bêtenduristî çênebe, ji bo nelihevkirinek çênebe, ez naçim hewşa hewadariyê jî. Ez hewl didim ev qasî bi berpirsiyarî û bi disîplîn bijîm. Lê bi sedema çêbû jî divê mirov qiyametê raneke yan jî herî kêm ji bo pêşketina we divê hûn binirxînin.

Ez dikarim vê ji her demê bêhtir bi hêz û bi xurtî bêjim ku ez winda bikim jî ev gel bi ser ketiye. Ev ji sedî sed wiha ye. Heke hûn derfet û îmkanên serketinê bi awayekî layiqê wê binirxînin, paşdeketin bila li cihekî bimîne, seknên tînin nuqteya, tê winda bikî, serketina vî gelî niha girêdayî tinebûna te ye, ez vê jî qebûl dikim. Ez wer meqam, rutbe filan jî naxwazim. Jixwe weke kes ez layiqî xwe nabînim, wer sifetên resmî li xwe bikim. Lê heke wê bidin, ez ji vê re jî amade me. Min ev jî gotibû. Heke girtin be, girtin, li cihekî eger mirin be jî divê mirov bimire, tenê bila gel bi ser bikeve. Divê mirov van jî bi erênî binirxîne. Pêwîst e mirov wêrek be. Bi kurtasî, divê mirov bi rûmet be. Ev gel jî ji vê yeqîn dike û van şehîdên leheng ez bawer im ku ev eşkere nîşan dan, ji bo min bi rastî qîmetekî mezin e. Bi îhtîmaleke mezin bi awayê xwe bisipêrin wan, em ê jî karibin bibin xwedî egîdiyekê.

Li Ewropayê rewşeke min a bi hêvî yan jî bêhêvî nîne. Ewropayî di vê demê de bi taybet pir baş dizanin hesabên xwe bikin. Rasyonel in, bi aqil in, wijdan û berjewendiyên xwe pir baş kirine yek. Ez bawer im, maceraperestekî wekî min ji bo xwe wê guncaw nebînin. Rewş ev e. Em di dema Romantîzmê de najîn. Jixwe Ewropa rastiyeke welê ye ku heta qirika xwe bi berjewendiyan û plana berjewendiyan re tevdigere. Min berê jî ev dizanî. Kurd hinekî pere dikin, li hemberî Tirkan. Sax bin, ew baş bi kar anîn. Ez tiştekî din ê besît ji we re bêjim. Min berî niha behsa Swîsreyê kir. Sermaye razandineke 500 mîlyonî ji bo GAP’ê girt. Swêd girt, Norwecê girt. Elmanyayê heta qirika xwe girt. Îngîltereyê girt. Niha Fransayê girt, Îtalya wê ji nû ve bigire. Li cem wan wiha ye.

Niha mijara dengê Kurdan, xwîna Kurdan ez zen dikim ku bêyî tiştekî bidin Kurdan an jî weke parsektiyekê bi tiştekî herî erzan wê bigirin. Hesab ev qasî besît e. Niha çima min qebûl nakin? Ez bawer im, ji bo we fêmkirina vê, tiştekî ev qasî zehmet nîne. Ew e yanî ez ji wan re giran têm. Ji ber yekî min hinekî qebûl bike, divê dest ji berjewendiya xwe ya ekonomîk berde. Herî kêm bi ya têkildarî Komara Tirkiyeyê re. Ji bo vê qebûl nakin. Yan na eşkere ye ku ez siyasiyekî herî yekemîn im. Eşkere ku ji hêla hiqûqê ve divê yê herî destpêkê muxatab bê girtin ez im. Lê belê di vir de berjewendî dibêje ku eger tu qebûl bikî wê 100 mîlyon dolar biçe. Lewma ne mimkun e, ez li Ewropayê hêviyan bikim. Di avahiya mentiqa Ewropayê de ev nîne.

HER WELAT NİHA KURDÊ XWE ÇÊDİKE

Her welat niha Kurdê xwe çêdike. Çima? Ji Tirkiyeyê berdêla wê pir û pir digirin. Vaye Swîsreya xwe pir demokratîk nîşan dide, ma ne wisa? Ango ev qasî eşkere ye. Li Rûsyayê jî wiha ye. Welatên din ên biçûk-mezin jî wiha ne. Niha bazara li ser Kurdan ava bûye ev e. Mixabin, Komara Tirkiyeyê di vê mijarê de pispor e. Tecrûbeya wê ya 15 salan heye. Dizane her kesî jî bêdeng bike. Niha wekî min got, bihayê min giran e. Yanî bi mentiqa berjewendiya ekonomîk divê ez li ti deverekê nesekinim. Çîrok ev qasî besît e. Ji ber ez li gor hesabê berjewendiyên wan nînim. Lewma ez nebêjim, ez ê bikevim nav zorî û zehmetiyan, lê ez ê meşeke krîtîk û ecêb bidomînim. Û ez têkildarî vê wisa îtîrazkar, nizanim bi gazinc nînim. Rêya xwe min bi xwe hilbijart, dawiya wê jî ez ê bi xwe bînim. Ev wiha ye yanî, û divê meriv ji vê aciz nebe, nexeyîde. Ez ê xwe ji bo hesabên wan ên berjewendiyan xerc nekim, ev pir girîng e. Ez ê heya hesabên wan ê berjewendiyan xwe biçûk nekim. Ez ê neyînim nuqteya ku bêjin tu ji bo me bi feyde ye. Ez ê bêjim, ez ji bo Kurdistanê bi feyde me, ji bo vî gelî bi feyde me û dest ji vê bernedim. Cewher û naveroka meseleyê ev e. Ez çi bikim? Yanî ma ez dest jê berdim?

MİN EV HESABÊN BERJEWENDİYAN XERAB KİR

Barzanî vaye çûn, heta dawiyê bi wan re li hev kirin. Heta dawiyê li ser esasê tinekirina me hesab jî kirin, plan jî kirin. Vaye pere tên. Berjewendî ew e ku pere didin wan, lê ji bo me jî ew e dinyayê li me teng bikin. Hesab û kîtaba hemûyan diyar e. Kesayeta Kurd divê hinekî van fêm bike. Li şûna bigirî, bila hêza manedanê nîşan bide. Ji bo welatê xwe tiştekî karibe bike hebe bila bike. Divê ji min jî zêde tiştekî daxwaz neke. Divê ji bo min negirî. Ji ber min ev hesabên berjewendiyan xerab kir. Min pir xerab kir. Diviyabû xerab bikim, ji ber bi awayekî din Kurdistan nikare xwe îfade bike, ti kes xwedî li vî gelê Kurd dernakeve. Dema hûn tengav dibin, bi awayê, ‘Ma Kurd dikarin çi bikin?’ hûn dikarin alîkariyê bixwazin. Hûn dibêjin, Apo nizanim wisa tevdigere, wiha tevdigere. Baş e, hûn bi qasî dixwazin normal tevbigerin. Bi mentiqa normal, lê hûn nikarin fûzeya xwe jî bi cih bikin. Vê bêyomtiyê jî heta dilê xwe divê hûn bijîn.

Ev Yewnaniyên bi aqil, ji Serokwezîr nizanim heta ku derê pêwîst e, vê wer hesab bikin. Lê ev biçûkbûna min nîşan nade. Nayê wateya ku ez pir tengav dibim. Ez ji bo gelê xwe dikarim li hewayê jî melevaniyê bikim. Ev qet girîng nîne. Ez dikarim di gorê de jî bijîm. Ya girîng li vir maceperestiya min, ne maceperestiya min nîne. Ya girîng ew e ji bo xelkekî fedakariya herî mezin min nîşan daye. Ev ji bo min bes e. Li gor min rûmet di vir de ye. Payeya rûmetê ya wê hinek kesên din bi min vekin, qet û qet girîng nîne.

Ez ê tevahiya hêza xwe bi kar bînim û van çend mehên li pêşiya me bi awayê seruven û serhatiya aştiyê derbas bikim. Ya rastî diviyabû ne serhatiyeke aştiyê bûya. Diviyabû pêvajoyeke jiyanê ya xwezayî bûya. Lê belê ji bo min tam serhatiyek e û jixwe ji bo vê serhatiyê me xwe kir nav vê rewşê. Ez ê hinekî din bi israr bim, berdêla wê jiyana min be jî. Ya rastî min ji vê çalakiyê yeqîn kir. Wisa weke difikirin, taktîk filan jî nîne. Û jixwe beriya bêm vir min jê yeqîn kir. Van bi xwe pêvajoya agirbestê ji min xwestibûn. Ew qaşo xwe pir taktîsyen dihesibînin, xwe pir hoste dihesibînin, lê daxwazên min ji bo aştiyê dan pêş, daxwazên ku wan pêşkeş kiribûn. Min di wir de tiştekî zêde negot. Lê bi rastî min got, aştî girîng e û divê mirov hilbigire. Bêyî şerm bikin dê têkildarî cenazeyan gotinên pûç û vala bikin rojev, li ser navê ‘dayikên şehîdan’ wê bi mirovên Anatolyayê li hemberî me kampanyayên ku me bi xavî bixwin li dar bixin, ev egîdî nîne. Ev Atatirkparêzî jî nîne.

FÛZEYÊN KU Lİ HEMBERÎ SADDAM HATİN BİKARANÎN Bİ ESASÎ WÊ Dİ SERÊ MİN DE TEQİYABANA

Min xwest ez vê ji wan re bêjim. Ev çi ye yanî? Hem tê dayikan wer di nav xwîn û xirarê de bihêlî, hem jî tê qet xwe nedî ber aştiyê. Min di vê mijarê de yeqîn kir ku divê mirov di aştiyê de bi israr be. Û min wer zanîbû yanî min zanîbû li holê pûştîtiyek heye. Mînak digotin, hefteya duyemîn a Cotmehê em ê tam bersivê bidin banga te ya aştiyê. Niha nameya dawî wisa ye. Peyama dawî ya şandin wisa ye. Ne ku ez nefikirîm. Ji 1’ê Cotmehê ve şîara bi fermandariya Demîrel dest pê kir, bê encama wê çi ye, ez ev qasî bêaqil nînim ku texmîn nekim. Dîsa ez ev qasî saf nînim ku nizanibim krîza her kêlî bilind kirin, bê tê çi maneyê jî. Lê ya jêre dibêjin hefteya duyemîn, nizanim sala 75. a Komarê qaşo ev fûzeyên di serma û zivistanê de li hemberî Saddam hatin bikaranîn bi esasî wê di serê min de teqiyabana. Ev jî girîng e. Ez li vir vê îfadekirinê girîng dibînim. Niha amadekarî li gor vê kirin. Cewherê tifaqa Tirkiye-Îsraîlê ye û di aqilmendiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê de. Nizanim di lehê yan aleyhê Clinton filan de bû. Vaye bi vê skandala hatibû çêkirin, ev rewşên acil-macil bi vê ve girêdayî ne. Dîsa bombekirina Sûdan, Afganistanê pêşagahiyên vê ne.

Niha ew krîz krîzeke ji rêzê nebû. Wê tevahiya Rojhilata Navîn bi çalakiya li hember min dabana destpêkirin kiribana bi kontrolê. Ji bo min ev dizanî, min got aştî. Li hemberî şerê li ser herêmê ferz dikirin, min ji Ewropa û Rûsyayê re got ku aştî girîng e. Niha ev girîng e. Kesek bi ti awayî naxwaze vê fêm bike, lê rastî ev e. Dîrok dê vê wiha binivîsîne. Min di vê mijarê de bi rastî tevgereke aştiyê ya mezin pêk anî. Tenê ne ji bo Kurdan, ji bo hemû Rojhilata Navîn ez ketim nav hewldana tevgereke aştiyê ya pir mezin. Û tengasiya ez niha dijîm ji ber vê ye. Esasê tengasiya pir anormal ji mezinbûna vê krîzê çavkaniya xwe digire.

9’ê Cotmehê kanala MED TV hat reşkirin ku ez wê rojê li hewayê bûn. Ez di balafirê de bûm, lê kanal hat reşkirin. Ev girtin bi tena serê jî nîşan dide bê ev mesele çi qasî bi plan e. Dîroka bi rêya Înterpol’ê ku der barê min de biryara girtinê ji tevahiya cîhanê re şandin, 9’ê Cotmehê ye. Di rojekê de ku ji hemû cîhanê re şandin, nîşan bibe bê paşverûtiya cîhanê li hemberî me çawa didin xebitandin. Ji bo fêmkirina vê rewşê ev belge li gor min têr dikin. Helwesta Prîmakov jî ket nav, helwesta Sîmîtîs ket nav, ji bo nîşan bide bê ev mesele çi qasî ji hêla yek navendê ve tê meşandin têr dike. Birêz D’Alema belkî weke pêwîstiya demokratbûnê xwestiye gavek-du gavan pêş bixe, lê piştî demeke kurt li gor min ku hinekî hat tengavkirin û bêdengkirin, diyar e bê tê xwestin bixin çi rewşê. Hewce nake ez tiştên din bînim ziman.

EW Dİ TARÎTİYÊ DE ŞER DİKİN

Niha di mijara rawestandina pêvajoyeke terorê ya herî kêm bi qasî şerekî cîhanê tê xwestin were pêşxistin de, ev bi helwesta ez ketime nav re têkildar e. Vê ji xwe bala gelek rojnamevanan jî kişandiye. Dibêjin, çima rê li ber bandorên wer mezin vekir, nizanim çima tu wer mîna bombeyeke aştiyê dibarî. Ev bûyereke bi terora li pişt wê ve eleqedar e. Niha ew di tarîtiyê de şer dikin. Planên wan veşartî ne û dixwazin bi israr bidomînin. Li hemberî vê helbet ez bawer im, ev xisûsa aştiyê gaveke guncaw e. Herî kêm pêwîst e, em nîşanî Ewropayê bikin. Divê mirov bi israr nîşan bide. Niha Ewropa bi rastî naxwaze bibihîze. Bi rastî naxwaze bi rêzdarî nêzî îradeya xwe ya siyasî bibe. Ez mabûma belkî ji bo aştiyê biba tevkariyek. Min ji bo vê dixwest li Ewropayê bimînim. Û hinek dost vê dixwazin, ez naxwazim. Lê belê helwesta nîşan didin, bi rastî bi aştiyê re eleqeya xwe nîne. Niha dîsa jî ez ê bi israr bim, di mijara aştiyê ya ji niha û şûn ve de. Ez bawer im ev meyla aştiyê manedar e. Bi esasî her kes jî hinekî bi zanebûna maneya wê ya berbiçav dikeve nav hewldanan. Lê weke tê dîtin li Tirkiyeyê şovenîzm hat pêşxistin. Ango mîna yamyamtî, felsefeya yamyamtiyê kirin pratîkê. Sedema vê tirsa wan kesan e yên biryara vî şerî dane. Bi awayekî anormal li Tirkiyeyê şovenîzm tê gurkirin. Vê  tirsa ku cehennema Tirkiye kirine nav afirandiye, sedema wê ye. Hinek kes hez dikin ku di tarîtiyê de kar bikin. Li Tirkiyeyê ev çeteya şer, ev çeteya rantê ya diyar, van karan pir eşkere dikin. Û karekî din ê bikin jî nîne. Diyar e pêwîst dike ku gelê Tirkiyeyê vê baş bizane.

Nizanim ango hêvî dikim zêde bi min re mijûl nebin, cesaret nekin li ser min dek û dolaban bikin. Têkildarî vê mijarê bi ya min hişyariyekê girîng dibînim. Di mijara bi hesabên şaş bi ser min de neyên, ez hemû hêzên Ewropayê û Amerîkayê hişyar dikim. Ez bi zorê nehatim vir. Bi awayekî kêm-zêde li gor sîstema demokratîk, hiqûqê ya vir hatim û dixwazim wisa jî biçim. Heke bê hesabê we, hûn ê hevdîtinê bikin, heke neyê hesabê we bi tenduristî û bi ewlehî ez ê rêya xwe bibînim. Ji bo aştiyê ya ji destê min hat min pêk anî. Niha me agirbesta yek alî pêk anî. Hê jî didome. Eger pêwîst bike asgarî danîna çekan dibe, bi awayekî generalên Tirk jî qebûl kirine. Ez vê bi nazenînî destnîşan dikim. Divê Amerîka vê bibihîze, Ewropa vê bibihîze. Belgeyên ku generalên Tirk ji min re şandine hene. Dê ew jî bên weşandin. Nikarin înkar bikin, şahîd hene. Li ser vî bingehî em bi van daxwazan re ketin pêvajoya agirbestê.

Pêwîst e, gelê Tirkiyeyê jî vê zanibe. Divê rewşenbîrên Tirk jî vê zanibin. Hema her gav serkêşê terorîstan, serkêşê parçekeran, nabe. Li şûna şarlataniyê bikin, li şûna bêjin, em ê Apo bînin, bi xavî bixwin, ji generalên xwe bipirsin û bêjin ‘Hûn ji bo aştiyê çi fikirîn? Bi rastî we bi awayekî neyekser peyamek şand neşand?’ Li şûna bi awayekî kirêt û di tarîtiyê de şer bikin, ez dibêjim rewşa di nav de ne, hinekî rast deynin holê wê baştir be. Ev jî di tinekirinê de israr, di qetlîaman de israr, niha divê Ewropa vê zanibe. Pisîkek jî be bi neynûkan xwe diparêze. Wê 4-5 hezar gund ji nav dîrokê bên rakirin, bi dehhezaran kuştinên kiryar nediyar wê li erdê bimînin, ev teror nîne, vaye her roj mirov tên qetilkirin ev teror nîne, li hemberî van mirovên birçî, perîşan, ên ti derfeteke wan a tenduristiyê nîne, tiştên hûn pêk tînin, teror nîne, ya min terorîstî ye. Bi gotina, yê mezin ez im, hûn ê xwe bi xwe teselî bikin. Niha ev rast nînin. Tiştên hûn li hember min pêk tînin terorîzma herî mezin e. Pêwîst e, mirov vê wiha zanibe, dek û dolaban an bisekinînin yan jî hûn ê berdêla wê qebûl bikin, lê hûn nikarin ji vê re bêjin, terorîzm. Li tiştên hûn dikin binêrin, general jî, ên niha Tirkiyeyê bi rê ve dibin jî bila li tiştên dikin binêrin. Bila dest ji vê îddîaya terorîst berdin, bi wan nakeve. Eger hinekî têkiliya wan bi mirovatiyê re mabe, kî terorîst e, destê kê terorîzmê pêk tîne, ji kerema xwe re divê deynin holê.

XİYANET DİDOME, DEK Û DOLAB DİDOMİN

Em ê li hemberî vê xwe biparêzin. Hemû kar bi gavên hêdî hêdî pêş dikevin. Lê mirov xwedî bawerî be jî di vê pêvajoyê de pir girîng e. Meriv hesas be pir girîng e. Xiyanet didome, dek û dolab didomin. Pêwîst e, mirov vê pir baş tehlîl bike. Heke wisa bibe gel jî şiyar bûye. Niha di vê nuqteyê de ez timî vê dibêjim. Ez ti carî xwe nakim çavkaniya problemê. Mirovekî welê me ku yeqîn dikim ji sifirê ji bo çareseriya Kurd min hinek tişt pêş xistine. Vê pêvajoyê jî ji her kesî baştir dikarim fêm bikim û bêyî ji min re bê gotin, dizanim xwe ji bûna pirsgirêkê derxim. Heta weke min got, ev dibe ku veguhere şêwazekî bi tehlûke. Ev camêr an jî hêz, hewce nake vê jî bifikirin. Ez ji van ajanên Amerîkayê yên pir xurt dixebitin re dibêjim bila rehet bin. Ji navendên îstixbaratê yên pir bi aqil ên Ewropayê re jî ez ê bêjim, bila rehet bin. Hûn dikarin hemû karên xwe bi rehetî bimeşînin. Eger ez tiştekî biçûk didim Kurdan, ya ez dikim tevkariyek e, diyariyek e. Dîsa derfetê bidin, hewce nake qet hûn min wer weke kesekî bi tirs bibînin. Bi awayekî bêwate, bêwate bi ser min de neyên.

Ji gelê Kurd re jî bi vê wesîleyê dikarim vê bêjim. Ez winda bikim jî hûn bi ser ketine, lê belê ji bo vê serketinê realîze bikin, bikin sazî, divê hûn hinekî bi aqil bin, zanibin hinekî rast bixebitin. Kesên dixwazin bibin berdevkê wê jî divê hinekî jîrtiya fedakariya wê, îradeya wê nîşan bidin. Ji ber kar û xebatên neteweyê bi awayekî din nameşin. Bi devekî hatiye hînbûn, ji dijmin hatiye girtin, nizanim bi kesayetên çil carî çong danîne re di çarçoveya reformîst jî de be, mafên neteweyî nayên bidestxistin. Hinekî kesayeteke saxlem dixwaze. Dibe ku reformxwaz jî be, cesaretê dixwaze, erênîtiyê dixwaze.

Nirxandina Rêber Abdullah Ocalan a Têkildarî Komploya Navneteweyî (25.12.1998)