Misilman û Êzidî: Siyasetên dewleta Tirk li ser tevahî olan xeter e

Welatiyên misilman û êzidî li ser xeteriya siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên dijberî olan, hişyarî da û got: "Divê pêkhate li dijî van siyasetan hevgirtina xwe ava bikin."

Misilman û Êzidî: Siyasetên dewleta Tirk li ser tevahî olan xeter e
10 sibat, 2022   02:26
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha herêma Şengalê bi gef û êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê re, rû bi rû ne.

Têkildarî vê mijarê serokê Meclisa Oldaran a bajarê Serêkaniyê Mele Heysem Xelîl axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Şengalê, hovîtrîn sûcan pêk tîne. Hedefgirtina herêmê, mizgeft, perestgeh, goristan û komkujiyên li dijî kesên bêguneh sûcên dermirovî ne, di heman demê de li dijî hemû nirxên mirovî û îslamî ye û asta dijminatiya wê ji olan re diyar dike."

/kr/uploads/files/2022/02/09/190026_-.webp

Endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ilyasî Seydo destnîşan kir ku êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê, piştî binketina DAIŞ`ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha herêma Şengalê û ragihandina Rêveberiya Xweser nesekinîne û wiha axivî: "Berovajî vê yekê piştî çeteyên DAIŞ`ê di êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya başûrê Hesekê de, bi bin ketin, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe zêdetir kirin."

Seydo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker her tim şerê olên li herêmê dike û ev lê zêde kir: "Li Efrînê mezarên êzidiyan  ruxandin, li herêmên din mizgeft û dêr kirin hedef, bi wê re xwest fitneyê di navbera pêkhateyan de derxe."

Ilyas Seydo têkildarî qirkirina êzidiyan ev nirxandin kir: "Fermana dawî li ser destên çeteyên DAIŞ`ê yên ku dagirkeriya Tirk piştgiriya wan dike, bû. Bi vê qirkirinê armanc dikir hemû netewe û olan qir bike, mînaka wê jî qirkirina gelê Ermen û êzidiyan li Tirkiyê ye."

/kr/uploads/files/2022/02/09/190047_-.webp

Mele Heysem Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk nûnertiya ola îslamî û nirxên mirovî nake, ji wê zêdetir olê ji bo armancên xwe bi kar tîne, ji lewma xeteriyeke mezin li ser ola îslamê çêdike. Heysem îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker hovîtirîn sûcan li dijî kesên bêguneh û zarokan pêk tîne û got: "Mîna DAIŞ'ê dewleta Tirk bi van sûcan hewldana xirabkirina navê ola îslamî, çewisandina nasnameya niştecihên resen û olên wan dike."

Mele Xelîl bal kişand ser siyasetên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî û wiha dewam kir: "Tirkiye demografiya bajarên dagirkiriye diguhere, isbata vê yekê jî pere û zimanê tirkî ferz kiriye û şûnwaran dirûxîne."

Mele Xelîl bang li oldarên li Tirkiyê û Sûriyê, her wiha tevahiya cîhanê kir ku êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Şengalê şermezar bikin, dawî li komkujiyan bînin. Xelîl diyar kir ku diyalog û aştî garantiya çareseriya hemû nakokiyan e.

Endamê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Ilyas Seydo di dawiyê de got: "Bi saya hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê, destkeftiyên heyî têne parastin û hemû planên dewleta Tirk têk diçin."

(eh)

ANHA