​​​​​​​Di hefteya derbasbûyî de li Efrînê çi qewimî ?

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî gelê kantona Efrînê didomînin. Di hefteya destpêkê ya meha Sibatê de 7 kes ku di nav de du jin hebûn revandin û welatiyek ji ber îşkenceyê qetil kirin, her wiha 400 darên zeytûnan birîn.

​​​​​​​Di hefteya derbasbûyî de li Efrînê çi qewimî ?
10 sibat, 2022   00:38
ŞEHBA- ALAN REŞÎD

Li kantona Efrînê ya ku ji sala 2018'an ve ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên dermirovî, qirkirina xwezayê û talankirina şûnwaran û guhertina demografîk bê navber berdewam dikin.

DI NAV DE 2 JIN BI GIŞTÎ 7 KES HATIN REVANDIN

Di hefteya destpêkê ya meha Sibatê de 7 welatiyên ku di nav wan de 2 jin ji aliyê îstîxbarata Tirk û çeteyên wê ve hatin revandin. Li beramberî serbestberdana wan fidiyê ji malbatên wan dixwazin.

/kr/uploads/files/2022/02/09/184940_-.webp

Di 1'ê Sibata 2022'an de çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye avakirin, welatiyê bi navê Mihemed Hesen Hemreş ê 40 salî ji gundê Etmana yê navçeya Racoyê revandin.

Di 3'yê Sibata 2022'an de îstixbarata Tirk jina bi navê Kivyet Heyder Mamo ya ji gundê Îska yê navenda bajarê Efrînê cara duyemîn revandin.     

Di 4'ê Sibata 2022'an de çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê" ku gundê Kitix ê navçeya Mabeta kontrol dikin, welatiya bi navê Asya Ehmed Heyder revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

/kr/uploads/files/2022/02/09/185001_-.webp

Di heman rojê de çeteyên "Polîsên Leşkerî" ciwanê bi navê Behcet Îbrahîm ê 24 salî ji navçeya Cindirêsê revandin. Behcet Îbrahîm piştî 10 rojan ji Lubnanê vegeriya Efrînê hate revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Di 7'ê Sibata 2022'an de çeteyên "Polîsên Leşkerî" Kemal Hebîb, Edîb Şeref û Ehmed Hebîb ji malên wan ên li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrawayê revandin. Di heman rojê de welatiyê bi navê Mihê Koçer (52) ê ji Cindirêsê ji  aliyê çeteyên "Feyleq El-Şam" ve hate revandin û ew birin girtîgeha Îska.

WELATIYEK DI GIRTÎGEHA DAGIRKERIYÊ DE HATE QETILKIRIN

Di 2'ê Sibata 2022'an de çeteyên artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Rêzan Xelîl ê ji gundê Çeqelo yê navçeya Şiyê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin, paşê li beramberî fidiyê serbest hate berdan. Rêzan Xelîl ji ber îşkenceyê ku di girtîgehê de lê hatibû kirin û derbeya ku di serê xwe de xwaribû, rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû û jiyana xwe ji dest da.

400 DARÊN ZEYTÛNAN HATIN BIRÎN Û 18 DARÊN DIN HATIN DESTESERKIRIN

Serçeteyê Lîwaya "Siqûr El-Şemal" Ebû Ehmed El-Heyanî ji bo bazirganiyê 18 hezar darên zeytûnê yên ayîdê welatiyê bi navê Subhî Mihemed Mihemed desteser kirin.

Her wiha çeteyên El-Hemzat li nêzî mezara Şêx Ebdulrehman a li gundê Kanî Gewrikê yê Cindirêsê 150 darên zeytûnan birîn.

Çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê" û "Sultan Murad" her wiha darên zeytûnan ên li navçeya Şera birîn û li bazaran firotin, 90 darên zeytûnê yê gundê Qere Cirnê yê navçeya Şera ya gundê Metîna û 150 dar li gundê Helûbiyê birîn.

(dx)

ANHA