ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-02-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-02-2022
10 sibat, 2022   00:00

-Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Navçeya Dêrikê civînê ji şêniyan re li navenda Çand û Hunerê ya Dîcle li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi diruşma "Pêkanîna edaletê misogeriya îstîqrara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e", Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê Konferansa xwe ya sêyemîn li Navenda Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hêzên navneteweyî, di serî de Amerîka, dewleta Tirk û Mossada Îsraîlê tev li Komploya Navneteweyî ji bo revandina rêber Abdullah Ocalan bûn. Armanca wê jî ku Kurdan belav bikin û tevgerên rizgariyê tune bikin. (BI WÊNE)

- Welatiyên misilman û êzidî li ser xeteriya siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên dijberî olan, hişyarî da û got: "Divê pêkhate li dijî van siyasetan hevgirtina xwe ava bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî gelê kantona Efrînê didomînin. Di hefteya destpêkê ya meha Sibatê de 7 kes ku di nav de du jin hebûn revandin û welatiyek ji ber îşkenceyê qetil kirin, her wiha 400 darên zeytûnan birîn. (BI WÊNE).

Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de rêjeya sûcan zêde bûye. Di meha Çileyê de 50 bûyerên kuştinê yên ji ber tundî û îşkeceyê çêbûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berpirsê Odeya Emeliyatan a Heyva Sor a Kurd diyar kir ku bi bilindbûna hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê, tê texmînkirin ku herêm derbasî pêla pêncemîn a vîrûsa Koronayê dibe. Her wiha bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku xwe ji vîrûsê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşketin û Guhertin a Niştîmanî ya Demokratîk Îbrahîm El-Xelîl diyar kir ku lihevkirinên ku hikumeta Şamê çêdike sûcdarkirina tevahî gelê Sûriyê bi terorê ye û got, divê hikumeta Şamê rewşa xwe bi gel re çareser bike ne ku wê sûcdar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê hewl dide dawî li pirsgirêkên birrîna daran û bîne û ji bo van pirsgirêkan, hin tedbîr girtin, ji wan; kolana bîran li daristanan û bicihkirina gardiyanan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA