Ji ber bomebebarana dewleta Tirk kehrebe li ser 40 gundên Amûdê qut bû

Navenda Kehrebeyê ya navçeya Amûdê diyar kir ku ji ber bombebarana balafira bêmirov a bi çek, kehrebe li ser zêdetirî 40 gundên navçeyê qut bû.

Ji ber bomebebarana dewleta Tirk kehrebe li ser 40 gundên Amûdê qut bû
9 sibat, 2022   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Kehrebeyê ya navçeya Amûdê daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya fermî weşan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber bombebarana balafira bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker a li gundê Buheyra ya li dijî erebeyekê, ziyan gihiştin xetên kehrebeyê.

Li gorî daxuyaniyê, xeta gundewarê Til Hebeşê ku ya ku kehrebe dide 40 gundî, ji xizmetê derket.

Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Buheyra yê rojavayê navçeya Amûdê li erebeyekê xist. Di encamê kesek şehîd bû û 3 jî birîndar bûn.

ANHA